BI DÎMEN

Mîne Karakaş: Em Kurdî li her qadê bi kar bînin

Hevberdevka Enstîtutiya Zimanê Kurd a Amedê Mîne Karakaş diyar kir ku ji bo têkbirina polîtîkayên asîmîlasyonê divê Kurdî li her qada jiyanê bê bikaranîn.

POLÎTÎKAYÊN ASÎMÎLASYONÊ YÊN DEWLETA TIRK

Hevberdekva Enstîtuya Zimanê Kurd a Amedê Mîne Karakaş anî ziman ku ji bo tinekirina zimanê Kurd bi sedan sal in polîtîkayên asîmîlasyonê tê meşandin û banga xwedîderketina li ziman kir.

Êrîşên li ser zimanê Kurd li her qada jiyanê dewam dikin. Mirovên ku bi Kurdî diaxivin dibin hedefa êrîşên nijadperestiyê, rojname û kovarên bi Kurdî weşanê dikin têne qedexekirin, bi hinceta Kurdî konserên rojnamevanan têne qedexekirin. Li dijî polîtîkayên asîmîlasyonê yên dewleta Tirk têkoşîn jî dewam dike.

Hevberdevka Enstîtuya Zimanê Kurd a Amedê Mîne Karakaş ji ANF'ê re axivî û got, "Polîtîkayên asîmîlasyonê zêdeyî sed sal in bi rêk û pêk li hemberî Kurdan tê meşandin. Ji sala 2016'an û vir ve piştî ku saziyên perwerdeya Kurdî hatin girtin, rêjeya axaftina bi Kurdî di asteke cidî de kêm bû. Ev rewş ne tenê di sala 2016'an de bi vî rengî bû, nêzî sed sal in polîtîkayeke asîmîlasyonê tê meşandin."

DIVÊ BIBE ZIMANÊ FERMÎ Û PERWERDEYÊ

Mîne Karakaş diyar kir ku armanc ji polîtîkayên asîmîlasyonê ew e ku Kurd bê nasname bêne hiştin û got, "Armanca polîtîkayên asîmîlasyonê diyar e; Bênasname hiştina Kurdan, bêçand hiştina Kurdan. Kurd çiqasî ji zimanê xwe dûr bikevin, wê ewqasî jî ji çanda xwe, ji hebûna xwe, ji hişmendiya xwe, ji civaka xwe dûr bikevin. Dema ziman nebe hûn bê çand in, bê nasname ne, xwebûneke we nîne. Hûn ne xwedî xwebûnê bin hûn ê winda bibin. Armanca ewletê ev e, dixwaze wê bêyî tiştekî bihêle. Weke saziyên ziman bi salan e em li ser van mijaran dixebitin. Saziyên me li dijî polîtîkayên asîmîlasyonê karekî cidî dikin. Bi taybetî me giranî da ser zaravayê Kirmanckî ku li ber tinebûnê ye. Ji salên 2000'î û pê ve bi pêşketina teknolojiyê re polîtîkayên asîmîlasyonê jî giran bûn. Dema ku mirov bala xwe didin ser polîtîkayên dewletê dibînin ku kreş êdî li gundan jî hatine avakirin. Armanc ji vê yekê ew e ku zarokên me yên çar salî jî zimanê xwe dûr bixînin û asîmîle bikin. Armanca me jî ew e ku Kurdî bibe zimanê perwedeyê, li Tirkiyeyê bibe zimanê fermî. Heta ku nebe zimanê perwerde û fermî zehmet e ku em wî zimanî rizgar bikin. Eger hûn zarokekî di biçûkaniyê de bi zimanê dayikê perwerde nekin, piştre zehmet e ku li cewhera xwe vegere, zimanê xwe hîn bibe."

EM XWEDÎ LI ZIMANÊ XWE DERKEVIN

Mîne Karakaş destnîşan kir ku ji bo pêşvebirin û belavkirina zimanê kurd divê têkoşîneke topyekûn bê meşandin û got, "Li kolanan, li malê, li kar divê em bi zimanê xwe biaxivin. Li malê divê em bi Kurdî bi zarokên xwe re biaxivin. Zarokekî bi zimanê xwe yê dayikê mezin nebe, ti carî nikare li qadeke jiyanê serketî be. Ev rewş bi rengekî zanistî hatiye ispatkirin. Em xwedî li zimanê xwe derkevin. Li her qada jiyanê em zimanê xwe bi kar bînin."