Li Xezeyê hejmara miriyan derket 18 hezar û 608 kesan
Wezareta Tenduristiyê ya Hamasê ragihand ku ji 7’ê Cotmehê ve di êrîşên Îsraîlê de 18 hezar û 608 kes hatine kuştin.
Wezareta Tenduristiyê ya Hamasê ragihand ku ji 7’ê Cotmehê ve di êrîşên Îsraîlê de 18 hezar û 608 kes hatine kuştin.
Wezareta Tenduristiyê ya Hamasê ku Şerîda Xezeyê kontrol dike, der barê şerê ku ji 7’ê Cotmehê ve dewam dike bîlançoyeke nû da.
Li gorî bîlançoya nû di êrîşên hewayî de 18 hezar û 608 kes hatine kuştin û 50 hezar û 594 kes jî birîndar bûne.