Li DYE'yê ji ber ba û bahozê 6 kes mirin

Li eyaleta Tennessee ya Dewletên Yekbûyî yên Emerîkayê (DYE) ji ber balîsok û şert û mercên nebaş ên hewayê herî kêm 6 kes mirin, zirarên cidî gihiştin malan û elektrîk qut bû.

Li gorî rayedaran ji sê kesên ji ber balîsok û rewşa nebaş a hewayê mirin, li banliyoyên bakur ên paytexta eyaletê Nashvîlleyê jiyana xwe ji dest dane.

Ofîsa rêveberiya rewşa lezgîn a Nashvîlle li ser medyaya dîjîtal wêneyên darên ku ji koka xwe qut bûne û malên hilweşiyayî parve kir.

Ofîs’ê li ser X’ê got ku mixabin ji ber şert û mercên hewaya tund a li Nesbîtt Laneyê 3 kes mirin.

Li Clarksvîlleyê ku dikeve Bakurê eyaletê, balîsok çêbû û bû sedema mirina kesekî. Rayedarên Montgomery County daxuyanî dan û gotin: “Sê kes mirin ku yek ji wan zarok bû. 23 kes li nexweşxaneyê tedawî dibînin.”

Rayedaran diyar kirin ku hîna xebatên rizgarkirin û lêgerînê dewam dikin û bang li niştecihên herêmê kirin ku xwe ji rêyan dûr bikin.

Şaredarê Clarksvîlleyê Joe Pîtts rewşa awarte ragihand û heta roja Şemiyê saet 21.00’an qedexeya derketina derve ragihand.

Li gorî malpera Web PowerOutage.us’ê berê ragihandibû ku 86 hezar mal bêelektrîk mane, lê şeva Şemiyê hat ragihandin ku nêzî 52 hezar mal bêelektrîk mane.

CDE Lightband’ê ragihand ku li Clarksvîlleyê zêdeyî 14 hezar muşteriyên wê bê elektrîk mane.