Von der Leyen xwest pêkanîn li Cihûyên tundraw bêne ferzkirin

Seroka Komîsyona Ewropayê (KE) Ursula Von der Leyenê diyar kir, ew dixwaze niştecihên Cihû yên "tundraw" ên li Şerîa Rojavayê bi pêkanînan bêne cezakirin.

Ursula Von Der Leyen li Parlementa Ewropayê axivî û  zêdebûna bûyerên tundiyê yên niştecihên Cihû yên tundraw şermezar kir, ev yek ji bo  aramiya herêmê weke tehdît qebûl kir.

Von der Leyenê got:  "Zêdebûna tundiya niştecihên tundraw, êşên mezin dide Filistîniyan. Îhtîmala aştiyeke mayînde kêm dike û dibe ku bêaramiya herêmê zêdetir bike. Ji ber vê yekê ez dixwazim kesên ku beşdarî êrîşên li Şerîa Rojavayê bûne, bi pêkanînan bên cezakirin."

Hate diyarkirin ku êrîşên niştecihên tundraw ên li dijî Filistîniyan hêviyên çareseriyê kêm dike û ji ber vê yekê Yekîtiya Ewropayê  li sere vê mijarê sekiniye.

Dîplomata payebilind a Yekîtiya Ewropayê (YE) Josep Borrell  got ku YE ji ber tundiya kujer a ku ji aliyê  "niştecihên tundraw" ve pêk tê, dest bi hin xebatan kiriye. 

Nûnera Siyaseta Derve yê Yekîtiya Ewropayê Borrellê roja Duşemê di daxuyaniyekê de got ku ew ê  ji niştecihên cihû yên ku li Şerîeya Rojava ku di bin dagirkeriya Îsraîlê de ye, tundiyê li Filistîniyan dikin re, cezayan pêşniyar bikin.

Borrellê biryara Hikumeta Îsraîlê ya li Qudûsê çêkirina 1700 xaniyan şermezar kir û got ev yek ji aliyê YE’yê ve wekî binpêkirina hiqûqa navneteweyî tê pênasekirin.

Li gorî Neteweyên Yekbûyî, ji destpêka şerê di 7'ê Cotmehê heya niha êrîşên niştecihên tundraw ên li ser Filistîniyan du qatî zêde bûne.

Di encama êrîşên hêzên Îsraîlî de li herêma ku hatiye dagirkirin 63 jê zarok herî kêm 275 kes hatine kuştin û 3365 kes jî birîndar bûne.

Li gorî rayedarên Hamasê jî li Xezeyê nêzîkî 20 hezar kes di êrîşên Îsraîlê de hatine kuştin.

Borrella berpirsa sîyaseta derve hê pêşnîyazeke fermî nedaye lê belê got ku ji ber binpêkirina mafên mirovan ew ê cizakirina niştecihên tundraw pêşniyar bike.

Borrellê detayên cezayan neda û  rayedarên Yekîtiya Ewropayê diyar dikin ku wê qedexeyên derketinê yên ji bo Yekîtiya Ewropayê jî hebin. Ji ber ku welatên weke Avûstûrya, Komara Çek û Macaristan hevalbendên Îsraîlê ne ev biryar ji aliyê hin dîplomatan ve weke pêşniyareke dijwar hate dîtîn.