Li Xezeyê rewşa dawî ya şer

Şerê li Xezeyê di roja 68'an de ye. Bîlançoya mirovî jî giran dibe. Neteweyên Yekbûyî Xeze weke 'dojeha li ser rûyê erdê' pênase kir. DYE'yê jî rexne li Îsraîlê kir.

Şerê nû ku bi êrîşa Hamasê ya 7'ê Cotmehê ya li ser xaka Îsraîlê destpê kir, di roja 68'an de ye.

Bîlançoya dawî ya şerê li Xezeyê bi vî rengî ye:

Artêşa Îsraîlê ragihand ku ji destpêkirina şer û vir ve li Şerîda Xezeyê 115 leşkerên wan hatine kuştin.

Roja Sêşemê li bakurê Şerîda Xezeyê di şer de 10 leşkerên Îsraîlê hatin kuştin ku ji destpêkirina operasyona bejahî û vir ve derba herî giran bû ku li artêşa Îsraîlê ket.

Hîzbûllah a Lubnanê diyar kir ku li Kfar Kîla ya li başûrê Lubnanê yek ji şervanên wan hatiye kuştin. Li gorî medya Lubnanê ji destpêka şer û vir ve hejmara kesên ji partiya Şîa hatine kuştin 101 kes derbas kiriye.

Civata Giştî ya Neteweyên Yekbûyî roja Sêşemê li Xezeyê ji bo 'agirbesta mirovî ya lezgîn' bang kir. Biryara ku ne ferzkirî ye bi 153 dengan li hemberî 10 dengên dijber û 23 dengên bêalî hate qebûlkirin. Di vê metnê de Hamas nehate şermezarkirin. Vê rewşê DYE û Îsraîl matmayî hişt.

Li gorî Sekreterê Giştî yê Yekîtiya Ereb Ahmed Abul Gheît, piraniya piştevanên biryarê helwetsa rastî ya raya giştî ya navneteweyî ya fermî nîşan dide.

Krîza mirovî:

Wezareta Tenduristiyê ya Hamasê roja Sêşemê ragihand ku di bombardûmana Îsraîlê de jin û zarokên kêm 18 salî jî di nav de heta niha 18 hezar û 412 kes hatine kuştin.

Wezareta Tenduristiyê hişyarî da ku derziyên ji bo zarokan 'qediya' ne. Ev yek wê bandoreke giran li kesên li kampan dimîne bike.

Li Şerîda Xezeyê ku nifûsa xwe 2.4 milyon mirov e û ji sedî 85 ê nifûsê ji 7'ê Cotmehê û vir ve gelek caran ji cih û warê xwe bûye, ji ber bombardûmanê taxên herêmê bi temamî hilweşiyane.

Li gorî Ofîsa Koordînasyona Alîkariya Mirovî ya Neteweyên Yekbûyî (OCHA) hejmara mirovên di binê enqazan de winda ne gelekî zêde ye.

Nerazîbûna navneteweyî:

Serokê Saziya Alîkariya bi Penaberên Fîlîstînî re ya Neteweyên Yekbûyî (UNRWA) Phîlîppe Lazzarînî diyar kir ku Şerîda Xezeyê ji bo gel bûye 'dojeha li ser rûyê erdê'.

Li gorî dîmenên ku li ser medya dîjîtal hatin parvekirin, roja Sêşemê dibistaneke UNRWA ya li bakurê Xezeyê hatiye îmhakirin.

Serokê DYE'yê Joe Bîden ku piştevanekî dilsoz ê Îsraîlê ye, roja Sêşemê rexne li hikumeta Îsraîlê kir ku naxwaze şerê bi Fîlîstîniyan bi rêbaza 'du dewletan' çareser bike. Bîden her wiha hişyarî da ku ji ber bombardûmana bê ser û ber a Îsraîlê ya li Xezeyê, piştgiriya navneteweyî ya ji bo Îsraîlê têk çûye.

Seroka Komîsyona Ewropayê Ûrsûla von der Leyen roja Çarşemê ragihand ku ew alîgir e li ser xwecihiyên Yahûdî yên 'alîgirên tundiyê' yên li Şerîa Rojava pêkanîn bê ferzkirin.