Li Cenevreyê jinan li ser bandora Jin Jiyan Azadî axivîn

Jinên ku beşdarî komxebata bi navê "Rêbertî û Jin" a li Cenevreyê bûn gotin, "Paradîgmaya azadiya jinê ya ku Rêber Apo daniye holê, rêya me jinan ronî dike.”

LI SWÎSREYÊ KOMXEBATA ‘RÊBERTÎ Û JIN’

Komxebata "Rêbertî û Jin" ku ji aliyê Komîteya Jineolojiyê ya Tevgera Jinên Kurd a Swîsreyê (YJK-S) ve di 2’yê Nîsanê de hat destpêkirin, piştî bajarên Aarau, Lûzern û Lozanê îro li Cenevreyê hat lidarxistin.

Di komxebata "Rêbertî û Jin" a ku ji aliyê Komuna Jinê ya Sema Yuce ve li Navenda Civaka Demokratîk a Kurd a Cenevreyê (CDK-Ge) hat lidarxistin, li ser paradîgmaya azadiya jinê ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan nîqaş hatin kirin.

Di komxebatê de fikrên Abdullah Ocalan ên ji perspektîfa jinan hatin nîqaşkirin. Di komxebata ku jin der barê pêvajoya naskirina ramanên Abdullah Ocalan de hatin agahdarkirin. Di komxebatê de hate gotin ku divê modela jiyana nû ya li ser bingeha azadiya jinê bê parastin û ji bo bigihînin hemû qadên jiyanê divê têbikoşin.

Têkildarî komxebatê endamên Komuna Jinê ya Sema Yuce Şehrîban Erdem û Tûba Yilmaz diyarankirin ku derbarê nêrîna civakê ya li ser jinê û çawaniya teşekirina zarokan de tecrubeyên xwe bi hev re parve kirin û gotin ku xebat gelek berhemdar e.

Tûba Yilmaz got, “Me behsa tiştên ku ji zarokatiyê heta niha Rêber Apo dane me û Rêbertî çi daye me û civakê kir. Di dawiya atolyeyê de me dara jiyanê çêkir. Me gotinên Rêber Apo li ser pelên darê nivîsandin.”

Şehirban Erdem anî ziman ku wan li ser lingên sereke yên Jineolojiyê welatparêzî, azadiya fikir û îrade, têkoşîn, rêxistinbûn, exlaq û estetîk axivîn û wiha got: “Dara me ya jiyanê li ser dirûşma ‘Jin Jiyan Azadî’ geş dibe. Me di komxebatê de jî li ser vê yekê axivî. Me nîqaşa ku ev dirûşm bandorek çawa li jinên cîhanê dike meşand. Şoreşa “Jin Jiyan Azadî” ku bi taybetî li Rojhilat dest pê kir û bandor li tevahiya Îranê ki.. Bi hezaran kes li dijî dewleta Îranê şer kirin. Ne tenê ji bo me jinên Kurd, ji bo jinên hemû cîhanê bûye dirûşmek girîng. Îro ev dirûşm li hemû cîhanê deng veda. Paradîgmaya azadiya jinê ya ku Rêber Apo daniye holê, rêya me jinan ronî dike.”