Şî Cînpîng li dijî bandora DYE’yê serdana Vîetnamê kir

Bandora DYE’yê ya li başûrê rojhilatê Asyayê zêde dibe. Serokê Dewleta Çînê Şî Çînpîng ji bo ku li dijî vê rabe, serdana Vîetnamê kir.

Ev serdan piştî 6 salan pêk hat. Şî Cînpîng bi vê serdana xwe wê bi lîderê Partiya Komunîst Ngûyen Phû Trong re ku li ser desthilatdariya Vîetnamê ye, hevdîtinê bike.

Serokê DYE’yê Joe Bîden jî di meha Îlonê de ji bo avakirina têkîliyên dîplomatîk, serdana Vîetnamê kiribû.

DYE bi armanca hêza aborî ya Çînê bixe bin kontrolê û ji bo endustriya teknolojiya bilind malzemeyên krîtîk dabîn bike, li seranserê cîhanê kampanyayê dimeşîne. Ev kampanya plana li pişt serdana Şî Cînpîng a li Vîetnamê, diafirîne.

Li gorî medyaya dewletê ya Çînê Şî Cînpîng piştî ku gihişt Hanoî’yê daxuyanî da û anî ziman ku wê bi lîderên Vîetnamî re ji bo berjewendiyên hevpar li ser meseleyên gerdûnî, stratejîk, navneteweyî û herêmî hevdîtinê bike.

Vîetnam ev demek dirêj e polîtîkayeke bi navê “dîplomasiya bambû” dimeşîne û hewl dide bi DYE û Çînê re di nava têkîliyên baş de be.

Tê diyarkirin ku Cînpîng dibe ku Vîetnamê teşwîk bike ku tevlî vîzyona hevkariya aborî, ewlehî û siyasî ya di pêşerojê de bibe û ji bo ku tevlî “Civaka Çarenûsa Hevpar” bibe zextê li ser bike.