Pûtîn ji bo serokatiyê dîsa namzet e

Hat ragihandin ku Serokê Rûsyayê Vladîmîr Pûtîn biryar daye ku di hijbijartinên Adara 2024'an de careke din bibe namzetê serokatiya Rûsyayê.

Ajansên nûçeyan ên Rûsyayê TASS û Rîa Novostî, namzediya Pûtîn bi kesên ku beşdarî merasîmeke ku roja Înê li Kremlînê hate lidarxistin ve girê didin.

Vladîmîr Pûtîn, ku di sala 2000’î de hat ser desthilatdariyê û di sala 2020’an de bi reformeke qanûna bingehîn rê li ber xwe vekir ku heya 2036’an weke serokê Rûsyayê bimîne.

Ji ber ku hemû reqîbên Pûtînî yên sereke hatine girtin yan jî neçarî sirgûnê bûne, xuya ye kes nemaye ku di hilbijartinan de weke namzet li hemberî Pûtînî derkeve.

Komisyona Hilbijartinê ya Rûsyayê roja Înê daxuyaniyek da û got: “Hilbijartinên serokatiyê wê di navbera 15-17’ê Adara 2024’an de bên kirin.”

Li gorî kesên ku Kremlîn rexne dikin ev rêziknameya nû metirsiyên li ser hilbijartinê zêdetir dike. Çavdêr û muxalif jî dibêjin ku hilbijartinên Rûsyayê wê di çarçoveya qanûnê de neyên kirin û ji ber vê yekê di hilbijartinan de şansê namzetên serbixwe tune ye.