Rojnamevan Alayumat: Ji bo niha pênûsa me emanetê hevalên me yên derve ne

Rojnamevan Erdogan Alayumat ê li Girtîgeha Metrîsê tê girtin, bi rêya parêzerê xwe ev peyam da, “Em ê ala ku ji Apê Musa, Hrank Dînk, Metîn Goktepelerê dewr girtiye, hertim hilgirin. Ji bo niha pênûsa me emanetê hevalên me yên li derve ne.”

PEYAMA ROJNAMEVAN ERDOGAN ALAYUMAT

Rojnamevan Erdogan Alayumat ê 23’ê Nîsanê di serdegirtinên malan de hat binçavkirin û dîl hat girtin, bi rêya parêzerê xwe ji Girtîgeha Metrîsê peyamek şand.

Rojnamevan Erdogan Alayumat di peyama xwe de wiha dibêje: “Dosya ji xeynî krîmînalîzekirina pîşeya rojnamevaniyê tiştek din îfade nake. Em bi nûçeyên xwe tên darizandin, lê rojnamevantî pîşeyekî pir girîng e ku li salonên dadgehê divê neye darizandin. Ev dosya heta îro vala derketin û wê ji niha şûnde jî vala derkevin. Em ê ala ku ji Apê Musa, Hrank Dînk, Metîn Goktepelerê dewr girtiye, hertim hilgirin. Ji bo niha pênûsa me emanetê hevalên me yên li derve ne.”