WHO banga agirbestê kir

Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanê (WHO) banga agirbestek "bi lezgîn" kir. WHO’yê hişyarî da ku pergala tenduristiyê ya li Xezeyê hilweşiyaye û got ku ew êdî windakirina ne ambulansekê ne jî nexweşxaneyekê nadin ber çavan.

Berdevka WHO Christian Lindmeier li Cenevreyê ji rojnamevanan re got, “Her roj rewş dijwartir dibe û ber bi  xetereye mezin ve diçe.”

Ofîsa Hevahengiya Karûbarên Mirovî ya Neteweyên Yekbûyî (OCHA) êvara Pêncşemê bi daxuyaniyekê ragihand ku ji 36 nexweşxaneyên li Xezeyê tenê 14 jê heta ji destên wan tê xebatên xwe didomînin.

Lindmeier ev tişt anî ziman: “Zarokên digirîn û kesên ji bo avê lava dikin hene. Em di qonaxa ku pêdiviyên herî bingehîn û giştî êdî nayên bidestxistin de ne.”

Lindmeier destnîşan kir li Xezeyê texmîn dikin ku ava heyî “ne tenê ji bo vexwarinê ji bo pêdiviyên giştî rojê du lître ava paqij e”.

Lindmeier diyar kir ku niştecihên herêmê ji “bo çêkirina xwarinê an jî xwe germkirinê dest bi birîna stûnên têlefonê kirine” û hişyarî da ku "şaristanî li ber hilweşînê ye."

Lindmeier anî ziman ku xebatkarên tenduristiyê yên li Xezeyê ji bo karê xwe bidomînin têr avê venaxwin û xwarinê naxwin û wiha got: "Nexweşên di nava xwînê de li erdê radizên û beşên trawmayê dişibin qada şer."

Berdevkê WHO bang kir: ”Divê ev çewisandin rawest e. Pêdiviya me bi agirbestekê heye û niha pê heye.”

 

Li gorî daxuyaniya Wezareta Tenduristiyê ya Hamasê, di êrîşên Îsraîlê yên li Xezeyê de 17 hezar û 177 kes ku piraniya wan jin û zarok in, mirin.

 

Beşek mezin a Xezeyê wêran bûye. Li gorî Neteweyên Yekbûyî, ji sedî 80 ê nifûsê ji cih û warên xwe bûne û bi kêmbûna av, sotemenî, xwarin û dermanan re rû bi rû ne. Her wiha xetereya nexweşiyên enfeksiyonê heye.