ROJEVA 28'Ê NÎSANA 2024'AN

Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê.

Êrîşên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê, Rojava û bûyerên têkildarî mijarê wê bêne şopandin.

Endamê Komîteya Navendî ya PKK'ê Cemal Şerîk anî ziman, yekdestiya li ser kedxwariyê hatiye avakirin, çavkaniya esasî ya şerê li Kurdistanê ye û destnîşan kir ku karker û kedkar divê li dijî şer têbikoşin.

Seroka IFJ'ê Domnique Pradalie êrîşa li ser Stêrk TV û Medya Haber TV şermezar kir û got, "Êrîşa li ser Medya Kurd nayê qebûlkirin ku her carê bi heman hincetê tê kirin. Helwesta polîsan ji bo tirsandina rojnamevanan e."

Hevberdevka Enstîtutiya Zimanê Kurd a Amedê Mîne Karakaş diyar kir ku ji bo têkbirina polîtîkayên asîmîlasyonê divê Kurdî li her qada jiyanê bê bikaranîn.

Endamê KNK'ê Esrîn Qadirî Abdullah ragihand ku dewleta Îranê jî mîna dewleta Tirk zilmê li gelê Kurd dike û got, "Parastina destketiyên Kurd wezîfeya her partiyê ye."

Dayika Hacer ku mifteya mala xwe, çarik û kincê xwe yê neteweyî xiste çeteyê xwe û ji gundê xwe berê xwe da navenda Efrînê, bi hêviya vegera li mala xwe mifteya mala xwe vedişêre.

Hevseroka PJAK'ê Peyman Viyan destnîşan kir ku ji bo biryarên kongreya 7'an a PJAK'ê pêk bînin wê bi hemû hêza xwe bixebitin.

Amedspor ku ji roja ava bûye û vir ve dibe hedefa êrîşên nijadperestî, ceza, êrîş û gefê, îro li deplasmanê tê pêşkberî Somasporê. Eger bi serketinê ji qadê vegere, wê gelekî nêzî şampiyoniyê bibe ku 12 sal in bi hesreta wê ye.