BI DÎMEN

Li Atînayê meşa “Ji Ocalan re azadî, ji Pirsgirêka Kurd re Çareseriya Siyasî”

Li Atînayê di çarçoveya pêngava “Ji Ocalan re azadî, ji Pirsgirêka Kurd re Çareseriya Siyasî” meşek hat lidarxistin.

MEŞA JI ABDULLAH OCALAN RE AZADÎ

Li paytexta Yewnanîstan Atînayê bi tevlîbûna Navenda Çanda Demokratîk a Kurdistanê û komên çep, anarşîr, spor, ekolojî û komên hevgirtinê yên herêmî ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan meşek hat lidarxistin. Girseya ku ji Qada Akademîa dest bi meşê kirin, li ber Konsolosxaneya Tirk daxuyanî dan û bi çalakiya rûniştinê meşa xwe temam kir.

Li ser navê navendê Serhat Çiya axivî û got: “Tecrîda li dijî Rêber Apo 25 sal, 3 meh û 12 roj in didome. Her saniyeya ku Rêber Apo li wir derbas dike, ji bo dîrokê girîng e. Her kesê ku li vir ji bo Rêber Apo dimeşe, di heman demê de ji bo avakirina paradîgmaya Rêber Apo erkdar in. Ji ber vê rola me tenê meşkirin e, di heman demê de erkê me ye ku em hejmara xwe zêdetir bikin, avakirina neteweya demokratîk a Rêber Apo pêk bînin û berxwedana li dijî tecrîdê birêxistin bikin.”

‘KAMPANYA NAVNETEWEYÎ YE JI BER ÇARESERIYÊN OCALAN NAVNETEWEYÎ’

Piştgiriya Înîsiyatîfa Azadiya Abdullah Ocalan Beja P. jî diyar kir ku kampanyaya navneteweyî ya bi navê "Ji Abdullah Ocalan re Azadî, Çareseriya Pirsgirêka Kurd" tevgerên civakî, partiyên siyasî, sendîka, aktîvîst, rewşenbîr û bi milyonan dostên Kurdan ên li çar aliyê cîhanê li dora armanceke hevpar anî ba hev. Beja P. got ku ev kampanya navneteweyî ye û got, “Pirsgirêka Kurd pirsgirêkek navneteweyî ye. Çareseriyên Ocalan navneteweyî ne. Perspektîfa wî ya siyasî ya li ser pirsgirêka Kurd dikare şer û zordariya bi sedsalan li Tirkiye û welatên cîran bi dawî bike. Analîzên wî ji bo kesên ku li alternatîfên qeyranên mezin ên serdema me digerin, bûne model. Dîsa teoriyên Birêz Ocalan îlhamê dide kesên ku li çar aliyê cîhanê ji bo xwerêveberî, azadiya jinê û bidawîkirina her cure newekhevî û mêtingeriyê, têdikoşin." Beja P. xwest ku Abdullah Ocalan ji bo çareseriya siyasî ya adil û demokratîk a pirsgirêka Kurd ku bi dehan sal in li Tirkiyeyê tê meşandin rola xwe bilîze, divê şert û mercên azadiya fizîkî bên bicihanîn.”

Di daxuyaniya bi Yewnanî ya Înîsiyatîfa RiseUp4Rojava de hat ragihandin ku Abdullah Ocalan bi paradîgmaya Modernîteya Demokratîk li çiyayên Kurdistanê ji sala 2012’an heta Rojava modela rêxistinbûyîna civakî ava kiriye. Di berdewamiya daxuyaniyê de hat gotin, "Em ê heta azadiya girtiyê siyasî Ocalanm ê 75 salî bê misogrkirin, bi gelê Kurd ê bindest, gerîlayên li çiyayên Kurdistanê û Şoreşa Rojava re bibin yek."