HILBIJARTINÊN XWECIHÎ 2024
Hemû Nûçe
-
Çavdêrên navneteweyî: Hilbijêrên veguhestî bandor li encamên hilbijartinê kirin
Çavdêrên ku li Kurdistanê hilbijartinên xwecihî yên 31'ê Adarê şopandin, ragihandin ku hilbijêrên veguhestî bandor li encamên hilbijartinê kirine û xwestin hilbijartin ji nû ve bêne kirin. -
YSK'ê îtîrazên hilbijartinê li 2 bajar, 11 navçe û 7 bajarokan red kir
YSK'ê li 2 bajar, 11 navçe û 7 bajarokan serlêdanên 8 partiyên siyasî yên ji bo betalkirina hilbijartinê û mazbatayan red kir -
Deyn 1 trîlyon TL ye, lê xizmet nîne
Hevşaredarê Geverê Şorej Dîrî got, qeyûman Şaredariya Geverê xistiye bin deynê ji 1 trîlyon TL'yî, lê tevî vê yekê jî ti xizmet ji bajêr re nekiriye. -
Hevşaredarên Licê mazbatayên xwe wergirtin
Hevşaredarên Licê yên DEM Partiyê ku di hilbijartinan de bi rêjeya herî zêde bi ser ketin, mazbatayên xwe wergirtin û bi sedan kesî re çûn avahiya şaredariyê. -
Xelkê Kerboranê piştî 8 salan kete hundirê avahiya şaredariyê
Hevşaredara Kerboranê Asya Gezer bal kişand ser xwedîderketina gel a pêvajoya hilbijartinê û got, piştî 8 salan karîbûn bikevin avahiya şaredariyê. -
Serokê YSK'ê: Hilbijartinên li 4 deveran wê 2'ê Hezîranê dubare bibin
Serokê YSK'ê Ahmet Yener diyar kir ku pêvajoya îtirazê ya awarte wê 14'ê Nîsanê bi dawî bibe û ragihand, ku li 4 deveran wê hilbijartin di 2'ê Hezîranê de dubare bibe. -
Pêvajoya îtîrazê ya awarte wê heta 14’ê Nîsanê bidome
Dema îtîrazên asayî yên ji bo YSK'ê yên der barê hilbijartinên xwecihî bi dawî bû û pêvajoya îtîrazê ya awarte wê heta 14'ê Nîsanê dewam bike. -
Hevşaredarên Pasûr û Weysel Karanî mazbatayên xwe wergirtin
Hevşaredarên DEM Partiyê yên ku tevî sextekariya desthilatdariya AKP-MHP'ê bi 4 hezar dengan zêdetir şaredariya Pasûrê bi dest xistin, mazbataya xwe wergirtin. Hevşaredarên Weysel Karanî yê Sêrtê jî mazbatayên xwe wergirtin. -
Qeyûm tayînî Şaredariya Curnê Reş hate kirin
Li Şaredariya Curnê Reş ku DEM Partiyê di hilbijartinan de bi dest xistibû, Qeymeqamê Hîlwanê Orhan Gazî Karakaş weke qeyûm hate tayînkirin. -
Qeyûm şaredariya Xelfetiyê di bin deynan de hişt û radest kir
Hevşaredara Xelfetiyê Saniye Bayram anî ziman ku li şaredariya dewr wergirtin hejmara xebatkaran gelekî zêde ye û qeyûm 400 milyon TL deyn hişt. -
DEM Partî ji bo Gêlê serî li YSK’ê da
DEM Partiyê ji bo ku dengên navçeya Gêlê ji nû ve bên jimartin serî li YSK’ê da. -
Hevşaredarên Îdirê mazbatayên xwe wergirtin
Hevşaredarên Îdirê Mehmet Nûrî Guneş û Nejla Kum mazbatayên xwe yên hilbijartinê wergirtin. -
YSK’ê serlêdanên ji bo Şirnex û Çewlîgê red kir
YSK’ê ji bo 6 bajar û 10 navçeyan biryara xwe da. Serlêdanên Şirnex û Çewlîgê jî hatin redkirin. -
'Em ê bi xizmetê malavayiya xelkê Îdirê bikin'
Hevşaredara Îdirê Necla Kûm destnîşan kir ku gel her cûre berdêl da ber çavên xwe, bi vî rengî xwedî li îradeya xwe derket û got, ew ê bi xizmetê malavayiya gel bikin. -
Yazar: Em ê sûcên qeyûm ên li bajêr eşkere bikin
Hevşaredara Serêkaniyê Rahşan Yazar ragihand ku wê sûcên qeyûm ên li bajêr raxin pêş çavan û bi feraseta şaredariyeke zelal hatin û çûyîna şaredariyê ji gel re ragihînin. -
'Şaredariya Akdenîzê wê bibe ya hemû navçeyê'
Hevşaredarê Akdenîzê Hoşyar Sariyildiz got, tevî nelirêtî û diziya AKP'ê jî Şaredariya Akdenîzê wê xizmetê ji navçeyê re bike û bibe şaredariya her kesî. -
Hevşaredar Serra Bûcak: Em ê dest bi pêvajoyeke nû ya avakirinê bikin
Hevşaredara Bajarê Mezin a Amedê Serra Bûcak got, "Em ê dawî li xisara qeyûman bînin û bi her awayî bi gelê xwe re bixebitin. Em ê li bajarê xwe dest bi pêvajoyeke nû ya avakirinê bikin." -
Hevşaredarên Nisêbînê mazbatayên xwe wergirtin
Hevşaredara Nisêbînê Gulbîn Şahîn Daghan a ku mazbataya xwe wergirt, bang li gel kir ku bi hev re ber bi şaredariyê ve bimeşin û got: "Werin em şaredariya xwe ji destê qeyûman bigirin û bi hev re biparêzin." -
Li Amedê gel û Hevşaredar li şaredariyê ne
Hevşaredarên Bajarê Mezin ê Amedê mazabatayên xwe wergirtin û bi hezaran kesî re hatin şaredariyê. Hevşaredaran serketina gel silav kirin. -
Hevşaredarên ji DEM Partiyê: Wê şaredariya gel bê bicihanîn
Hevşaredarên ku mazbatayên xwe wergirtin, bi gel re derbasî şaredariyê bûn. Hevşaredaran gotin, "Wê şaredariya gel bi cih bê anîn." -
Gelo CHP’a Ozgur Ozel wê bi rastî jî demokrat bibe?
CHP’a Ozgur Ozel wê hêmanên komarê yên netewperest ên teng esas bigire, yan bi rastî jî wê bibe partiyeke demokratîk ku her kesê hembêz bike? Bersiva vê pirsê çawa ku ji bo CHP’ê girîng e, ji bo hemû Tirkiyeyê jî pir girîng e? -
Qeyûmê Qoserê kursî jî dizîne!
Hevşaredara Qoserê Hamdiye Bîlek Tûrgayê ku mazbataya xwe wergirt û dest bi karê xwe kir û got: ‘’Qeyûmê li vir heya kursî jî dizîne û wesayîtên aîdî şaredariyê jî tune ne.’’ -
Riha wêneyê têkçûna desthilatdariyê ye
Hevberdevka Komîsyona Hiqûqê ya DEM Partiyê Sevda Çelîk Ozbîngol anî ziman ku li Rihayê DEM Partî bi kesên ku gel jê hez dikin û bi gel re kar kir û banga wê ya guhertinê bandora xwe li dengdanê kir. -
Li Xelfetiyê hilbijartin nayên nûkirin
YSK’ê li ser îtîraza DEM Partiyê biryara nûkirina hilbijartinên li Xelfetiyê rakir. -
Hatîmogûllari: Li Şirnexê di roja hilbijartinê de ji du welatiyan yek leşker û polîs bûn
Hevseroka Giştî ya DEM Partiyê Tulay Hatîmogûllari li Şirnexê axivî û got: “Li Şirnexê di roja hilbijartinê de ji du welatiyan yek leşker û polîs bûn. Desthilata AKP’ê vîna gelê Şirnexê bi leşker û polîsên xwe xesp kir.”