Îran: Dibe ku bûyer hatibe girtin

Sefaretxaneya Bilind a Îranê ya li Neteweyên Yekbûyî piştî êrîşa li ser Îsraîlê got, "Dibe ku bûyer hatibe girtin" û got, "Tol hate hilanîn."

Piştî êrîşa Îsraîlê ya 1'ê Nîsanê ya li ser Konsolosxaneya Îranê ya li Şamê, êrîşa ku ji Îranê dihate hêvîkirin pêk hat.

Li gorî rojnameya New York Tîmesê, Îranê ji Iraq û Yemenê 185 balafirên bêmirov, 110 fuzeyên ji bejahî ber bi bejahî ve têne avêtin û 36 fuze bi kar anî.

Rayedarên DYE'yê ji CNN'ê re ragihandin ku artêşa DYE'yê bi tena serê xwe 70 balafirên bêmirov û herî kêm sê fuzeyên balîstîk asteng kir.

Artêşa Îsraîlê diyar kir ku ji sedî 99 ê êrîşên drone û fuzeyan hate astengkirin.

Îranê destnîşan kir ku ev yek bersiveke mafdar bû û xwest, bersiveke leşkerî ji êrîşê re neyê dayin.

Mîsyona Neteweyên Yekbûyî ya Îranê sê saet piştî destpêkirina operasyonê peyamek weşand û got, "Dibe ku bûyer hatibe girtin."

Sefaretxaneya Bilind a li Neteweyên Yekbûyî got, "Eger rejîma Îsraîlê şaşitiyeke din bike wê bersiva Îranê hîn tund be." Îranê diyar kir ku ev şer di navbera wan û Îsraîlê de ye û ragihand ku divê DYE tevlî vê yekê nebe.

Mîsyona Neteweyên Yekbûyî ya Îranê got, "Ev çalakiya leşkerî ya Îranê bersiveke li hemberî êrîşa rejîma siyonîst a li hemberî navendên me yên dîplomatîk ên li Şamê ye."

Di daxuyaniyê de hate gotin, "Li gorî xala 51'emîn a têkildarî parastina rewa ya Şertê Neteweyên Yekbûyî" hate kirin.

Di êrîşa Îsraîlê ya 1'ê Nîsanê de du generalên Hêzên Qûdsê 7 Muxafizên Şoreşê hatibûn kuştin û Îranê jî gelek caran hişyarî dabû ku wê bersivê bide.