Fuzeyê Husiyan keştiya Norwêcê kir hedef, ti windahî çênebûn

Hate ragihandin ku ji herêma di bin kontrola serhildêrên Husiyan de fuzeyek li keştiya Norwêcê ya li peravên Yemenê ketiye. Di encama vê êrîşê de ti windahî çênebûne.

Fermandarê Leşkerî ya DYE’yê yê Rojhilata Navîn (Centcom) di daxuyaniya xwe ya li ser platforma X’yê ragihand ku, tankera kîmya û petrolê ji aliyê fuzeyek ve hatiye hedefgirtin û di keştiyê de agir derketiye. Centcom, diyar kir ku keştiyek a DYE’yê ya bi navê USS Masonê ji bo alîkariyê xwe gihandiye keştiyê.

Armatorê Norwecê J. Ludwig Mowinckels Rederi, bûyer piştrast kir û diyar kir ku di nava koma ku hemû welatiyên Hîndîstanê ne û karîbûn şewatê vemirînin de kesek birîndar nebûye. Di daxuyaniyê de hat gotin, "Keştiya ku bi madeyên xam ên biyosotemeniyê ji Malezya ber bi Îtalyayê ve bi rê ket, niha ber bi bendergeheke ewle ve diçe."

Beriya daxuyaniya Centcomê ya li ser van agahiyan, berdevkê leşkerî yê Hûsiyan ragihandibû ku wê di nava çend saetên pêş de li ser platforma X’yê daxuyaniyeke 'girîng' bide.

Berdevkê leşkerî yê Husiyan Yahya Sarî di daxuyaniya xwe ya piştî êrîşê de berpirsyariya êrîşê girt ser xwe û got, "Yekîneyên deryayî yên girêdayî hêzên çekdar ên Yemenê, tankerê petrolê yê Norwêcê a bi navê Strinda ku sotemenî dibir Îsraîlê, hedef girtin."

Husiyan roja Şemiyê, gefa eger alîkariya lezgîn negihêje gelên li Şerîda Xezeyê, ew ê her keştiya ku di Deryaya Sor de ber bi Îsraîlê ve biçe, hedef bigirin xwaribûn.

Li gorî serkana giştî yê leşkerî yê Fransayê jî keştiya fransî (FREMM) Languedoc ku ji bo peywireke ewlehiya deryayî ya neteweyî li Deryaya Sor hatibû bicihkirin, du balafirên bêmirov ên ku “rasterast ber bi wê ve diçûn” xiste xwarê.

Li gorî agahiyên çavkaniyekî leşkerî da diyarkirin ku, firkateyên Fransayê ji bo xistina balefirên bêmirov 15 fuzeyên dijî balafiran avêtine Asterê.

Wezareta Karên Derve ya Fransayê piştî vê bûyera li Derya Sor banga "ji her pevçûneke herêmî dûr bê seknandin” kir.

Ji roja şer û vir ve cara yekê ye piştî êrîşa Hamasê ya li dijî xaka Îsraîlê ku di 7'ê Cotmehê de destpê kir, keştiyeke leşkerî ya Fransayê bû hedefa Hûsiyan.

Hamas ê ku xwe weke endamê 'eksena berxwedanê' ya li dijî Îsraîlê bi taybetî Hîzbûllaha Libnanê û Husiyan bi nav dike, biryara Husiyên Yemenê bi gotinên 'wêrek û xurt' silav kir.