Guhertinên avhewayê cureyên ajalên kovî tune dike

Li gorî nûjenkirina herî dawî ya Lîsteya Sor a Yekîtiya Navneteweyî ya Parastina Xwezayê (IUCN), çaryeka masiyên ava şirîn di bin xetereyê de ne.

IUCN’ê ragihand ku ji 15,000 cureyên ku hatine nirxandin zêdetirî 3,000 di xetereya tunebûnê de ne.

Gerînendeya Giştî ya IUCN’ê Grethel Aguilar got, “Ji bo pêşiya kêmbûna cureyan bê girtin tişta ku ji destên me tê divê em germbûnê bixin binê 1,5 pileyî.”

Aguilar anî ziman ku parastina cureyan û vegerandina ekosîsteman di heman demê de ji berhevkirina gazên serayê yên li atmosferê re jî dibe alîkar.

Daneyên ku li Lîsteya Sor hatine zêdekirin, yekem nirxandina berfireh a rewşa parastinê ya masiyên ava şirîn dihewîne.

Ji sedî 25ê cureyên ku hatine nirxandin ji ber guherîna avhewayê bandor dibin, ku asta ava şirîn kêm dike, asta deryayê bilind dike û bandorê li guherînên demsalî dike. Wekî din, faktorên wekî qirêjbûn, masîgiriya zêde û celebên dagirker jî masiyên ava şirîn tehdîd dikin.

Nûjenkirin eşkere kir ku weke mînak, masiyên diranên mezin ên li Gola Turkana ya li Kenyayê, ji ber nêçîra zêde, windabûna jîngehê ji ber guherîna avhewayê û bendavan ku herikîna avên şîrîn kêm dikin, di Lîsteya Sor de statûya xwe guhertiye.

Ji aliyê din ve hat diyarkirin ku li seranserê cîhanê nufûsa somonên Atlantîkê di navbera salên 2006-2020’an de ji sedî 23 kêm bûye û ev cure niha tenê li hin çeman sînordarkirî maye. Ev ji ber metirsiyên ku ew di dema koçên dûr û dirêj di navbera jîngehên avên şîrîn û deryayî de rû bi rû dimînin.

Serokê IUCN’ê Razan Al Mubarek tekez kir ku nûjenkirina hêza hewldanên parastinê yên hevrêz jî nîşan dide û weke mînak orîks ê biqiloç ku celebeke antîlopê di statuya “xetereyê” debû berbi rewşek guncawtir ve diçe. Razan Al Mubarek destnîşan kir ku guherîna avhewayê li Sahelê hîn jî ji bo vê curê xeternak e.