BI DÎMEN

Hilbijartinên Kongra Star ji bo namzetên hevşaredariyê li Şehba destpê kir

Duh li Kantona Efrîn û Şehba hilbijartinên Kongra Star ên ji bo namzeta hevşaredariyê ya jin li hemû navçe û gund dest pê kir.

Li Şehba tevî hemû êrîşên dagirkeriyê, tevî hemû zehmetîyên koçberîyê, jin li Kantona Efrîn û Şehba de xwe îsbat dike û duh qonaxa yekemîn a hilbijartina hev şaredariyan dest pê kir û jinên Efrîn û Şehba berê xwe dide navendên dengdayînê ji bo hilbijartinên namzetên şaredariya kantona Efrîn û Şehba.

Li Kantona Efrîn û Şehba duh ji seet 9'an de hilbijartinên jin ji bo namzetên şaredariyê dest pê kir. Hilbijartin li ser asta 5 navçeyan Fafîn, Ehdas, Ehrez, Til Rifat û Şêrewa navên xwe dane pêş ji bo hilbijartinên şaredariyan. Her wiha hejmara jinên ku navên xwe ji bo namzetên hilbijartinan dane li ser asta Kantona Efrîn û Şehba 39 namzetin. Li kêleka van sendoqên dengdayînê li ser asta 20 gund û navçeyên kantona Efrîn û Şehba hatine belav kirin û seatên sibê de jinên Efrîn û Şehba careke din muhra berxwedana xwe di van demên dîrokî de nîşan dide.  

Elîf Şêx Mihemed, yek ji jinên ku li navçeya Til Rifat navê xwe ji bo hilbijartinan daye. Elîf Şêx Mihemed ji ANF'ê re nêrîna xwe di hilbijartinan de anî ziman û wiha got, ''Di van rojên dîrokî de û di sedsala neteweya demokratîk de ku bi rêya van hilbijartinan dibe bersivek li hember dagirkeriya ku her tim dixwaze qirkirin û tunekirinê li ser gelê Kurd bide meşandin, ev qonaxa yekemîn ji hilbijartinên hevşaredariyê ye. ji bo wê bi ruhekî û bi coşeke mezin me dest bi hilbijartinan kiriye û gelê me dadikeve navendên dengdayînê û dengê xwe ji bo namzetan didin. Ev jî qonaxa yekemîn a hilbijartinan e, di 30'ê Nîsanê de wê qonaxa duyemîn a hilbijartinên giştî dest pê bike û dengê jinên ku di îro de bi ser dikeve derbasî hilbijartinên 30'ê Nîsanê dibin. Ev her du qonax giîngin ku li hember siyaseta dijmin dibe bersiv û wê bibe bersiva rast ji rizgarkirina herêmên dagirkirî re.''  

Jinan bi coşeke mezin ji temenê ciwan ta temenê 70'ê salî derbasî navendên dengdayînê dibin û dengê xwe didin. Hacer Hesen jî jineke koçber e û li kampa Berxwedan li ber xwe dide û wiha anî ziman, ''îro hilbijartinên jin dest pê kirine, ez jî weke jineke Efrîn îro hatime dengê xwe bidim jinê da ku jin xebeta xwe bike. Ji ber ku îro jin li her derekê cihê xwe digire û xwe bi rêxstin dike, ji bo wê îro em bi coş û moraleke bilind derbasî navendên dengadyînê dibin da ku em dengê xwe bidin jina Kurd û ew jî ji bo gelê xwe kar bike û di her aliyekê li kêleka gelê xwe be.  

Hacer Hesen, di dawiya axaftina xwe de bang li jinan kir ku ew jî derbas navendên hilbijartinan bibin û dengê xwe bidin jinê û wiha domand, ''Divê jin di her sindoqê de vîna xwe nîşan bide. Li dijî dagirkerî û êrîşan rêxistinbûn û hevgirtin hêz e. Em ê her hebin û tu carî teslîmbûnê qebûl nakin.''  

Di dawiyê de Zêneb Mehmûd Mehmûd jî navê xwe ji bo hilbijartinan li gundê Wehşiyê a girêdayî navçeya Fafînê daye got ku ew ji coşa gel coş digirin û wiha domand, ''Ji seatên sibê de hejmara ku gel pê derbas bûye û coşa ku pê tevlî van hilbijartinan dibin û dengê xwe didin coş û moraleke mezin ji bo me jî dan avakirin. Jin ji bo xwe kîjan namzet hilbijêre ew ê ji bo xizmeta gel xebata xwe bimeşîne.”