Dengdan şeva Sêşemê, bi pêşengtiya serokê hikûmeta Kevneperest Rîshî Sunakî pêk hat û pêşnûma li Meclisa Avamê bi 313 dengên erê (269 dengên dijberî hebûn) hate qebûlkirin.
Bi vê pêşnûmeya binakok tê armanckirin ku koçberên bi rêyên neqanûnî hatine Îngilistanê dersînor bikin Rûandayê.
Qanûna berbehs Rûandayê weke welatekî sêyem ê ewle pênase dike û tê xwestin ku koçberan bişînin vî welatî.
Weke din ji bo sînordarkirina îtirazên qanûnî, di pêşnûmeyê de tê pêşniyarkirin ku hin madeyên Qanûna Mafên Mirovan di dersînorkirinê de neyên tetbîqkirin.
Alîgirên pêşnûmeyê vê yekê weke ‘’tundtirîn qanûna li dijî koçberan’’ pênase dikin, mixalefet û parêzvanên mafên mirovan jî ji hêla qanûnî û exlaqî ve vê pêşnûmeyê bifikar dibînin.
Versiyona pêşnûmeya beriya vê pêşnûmeyê ji aliyê Dadgeha Bilind ve hatibû redkirin. Pêşnûme ji aliyê komên mafên mirovan ve weke "bêrûmetkirina mirovan û derbeyeke giran a hiqûqî" tê nirxandin.
Rîshî Sunak, ku zêde li ser koçberiya neqanûnî disekine, li ser hesabê xwe yê X’ê bi parvekirinekê ev yek weke ’tundtirîn qanûna li dijî koçberan’ anî ziman.