Hilbijartina Serokê Meclîsê ya Iraqê ji bo demeke nediyar hate taloqkirin

Hilbijartina Serokê Meclîsê ya Iraqê ku diviyabû vê Çarşemê bihata kirin, ji ber ku hilbijartinên 18'ê Kanûnê yên encûmenên parêzgehan ji bo demeke nediyar hate taloqkirin.

Li gorî ajansa nûçeyan a fermî INA'yê, Parlamenta Iraqê hilbijatrina Serokê Meclîsê ku diviyabû roja Çarşemê bihata kirin, ji ber hilbijartinên encûmenên parêzgehan ên 18'ê Kanûnê ji bo demeke nediyar taloq kiriye.

Li gorî agahiyên di çapemeniyê de belav bûne, aliyên Çarçoveya Hemahengiya Şîe ji bo namzetê serokê nû yê Parlamentoya Iraqê li ser Mehmûd Meşhedanî hemfikir bûn.

Biryar bû ji bo hilbijartina serokê nû yê Parlamentoya Iraqê roja Çarşemê rûniştek taybet bê lidarxistin.

Lê li gor daxuyaniya dezgeha ragihandinê ya Serokatiya Parlamentoya Iraqê, sedema paşxistina vê meclisê ji ber mijûlbûna parlamenteran ji ber kampanyaya hilbijartinên encûmenên parêzgehan bûye û got; “Partiyên siyasî naxwazin di vê dema hestiyar de ku çend roj ji hilbijartinên encûmenên parêzgehên Iraqê re mane, bikevin nava têkoşînê ji bo hilbijartina serokê parlamentê. Tê çaverêkirin ku piştî proseya hilbijartinan kar ji bo diyarkirina roja hilbijartina serokê nû yê parlamenta Iraqê bê kirin.”