Parlamenterên PE’yê ji bo Jîna Emînî bang li Îranê kirin

Ji zêdetirî 100 endamên Parlamentoya Ewropayê bang li Tehranê kirin rê bide malbata jina Kurd Jîna Emînî ku ji bo wergirtina Xelata Sakharovê were Fransayê.

Xelata Azadiya Ramanê ya Sakharovê di meha Cotmehê de ji Jîna Emînî û Tevgera Jin Jiyan Azadîyê re hat dayîn.

Xelat wê roja Sêşemê li Strasbourgê ji Parlamentoya Ewropayê re bê pêşkêşkirin. Lê ji parêzerên malbata Jîna Emînî Chirinne Ardakanîyê ya li Fransayê roja Şemiyê ji AFP’yê re axivî û got: ‘’Rejîma Îranê ji bo malbata Jîna Emînî beşdarî merasîma xelatdayinê nebe derketina wan qedexe kirîye.’’

Ji alîyê 118 endamên PE’yê nameyeke vekirî hat îmzekirin û di nameyê de helwesta rejîma Îranê ya li hember vê bûyerê, binpêkirina mafên bingehîn ên jinan û mirovan şermezar kirin.

Di nameyê de hat bibîrxistin ku rejîmê heman tişt li ser xwediya Xelata Aştiyê ya Nobelê ya 2023'an Nergîs Muhammedî jî kiribû.

Nêrgîs Mihemedî ku li Îranê li dijî ferzkirina şerpaya jinan û cezayê îdamê li ber xwe dide, ji sala 2021’an ve li girtîgeha Êvîn a Tehranê tê girtin û nekarî beşdarî merasîma Xelata Nobelê ya Aştiyê ya li Osloyê bibe.

Endamên Parlamentoya Ewropayê gotin: ‘’Em nikarin vê yekê qebûl bikin. Divê rastî neyên bêdengkirin û tevgera azadiyê ji hêla Ewropa û cîhanê ve bê naskirin.’’

Parlamenteran bang li rayedarên Îranê kirin ku dev ji vê biryara xwe berdin û rê bidin malbata Jîna Emînî ku roja Sêşemê li Strasboûrgê seredana Parlamentoya Ewropayê bike.

Serokê Parlementoya Ewropayê Roberta Metsolayî jî li ser hesabê xwe yê X derbarê vê yekê de nerazîbûnên xwe anîn zîman û kiryarên rejîma Îranê şermezar kir.