Li Sistan-Belûcistanê êrîş: Herî kêm 11 polîsên Îranê mirin

Li eyaleta Sistan-Belûcistan a Îranê di êrîşeke li ser qereqoleke polîsan de herî kêm 11 polîs mirin.

Li gorî televîzyonoa dewletê, alîkariyê walî Alîreza Marhamatî diyar kir ku êrîş li ser qereqola polîsan a Raskê hatiye kirin û 11 polîs mirine, gelek jî birîndar bûne.

Êrîş şeva Pêncşemê li eyaleta Sistan-Belûcistanê hate kirin, ku li ser sînorê Pakistan û Efganistanê ne.

Li gorî televîzyona dewletê ya Îranê, koma çekdar a Bellûcî Ceyş El Adl (Artêşa Edaletê) berpirsyariya êrîşê li xwe girtiye. Ev kom di sala 2012'an de ji aliyê endamên rêxistineke Sûnî ve hate avakirin.

Televîzyona dewletê diyar kir ku di şer de endamên komê jî hatine kuştin, lê hejmar nehate eşkerekirin.

Ceyş El Adl bi taybetî di Cotmeha 2018'an de bi revandina 12 polîs û leşkeran bal kişandibû ser xwe.

Di Tîrmeha derbasbûyî de li bajarê Zahîdan ku navenda eyaletê ye, êrîş biribû ser qereqoleke polîsan û 2 polîs hatibûn kuştin.

Eyaleta Sistan-Belûcistan yek ji eyaletên herî xizan ên Îranê ye û bi giranî Belûcî lê ne.