Gelê Misrê serokkomarê xwe yê nû hildibijêre

Hilbijêrên Misrî ji bo hilbijartina serokkomariyê bi dema herêmî saet di 09:00 de dest bi dengdanê kirin.

Hilbijartin wê sê rojan dewam bike. Li ser encamên hilbijartinê jî surprîzek nayê hêvîkirin. Di encama dengdana 12'ê Kanûnê de tê payin ku Abdulfettah El Sîsî ji bo dema sêyemîn a ji şeş salan ji nû ve bê hilbijartin.

Tişta ku nayê zanîn rêjeya tevlîbûna gel e ku xemsariya xwe ya ji bo hilbijartinê bi şênberî nîşan dide.

El Sîsî ku Serokê berê yê îstîxbarata leşkerî û piştre jî wezîrê parastinê bû, di sala 2014'an de piştî darbeya ku endamê Biratiya Misilman Serokkomar Mûhammed Mûrsî ji desthilatdariyê hate xistin, bû desthilatdar.

Mareşal El Sîsî sala 2019'an reformeke destûra bingehîn erê kir ku ji bo dema sêyemîn bibe namzet, destûr dida.