Pûtîn: Aştî yan bi muzakereyê yan jî bi zorê!

Serokê Rûsyayê Vladîmîr Pûtîn piştî niyeta xwe ya mayîna li Kremlînê herî kêm heta sala 2030’an ragihand hefteyek şûnde, bi civîna salane ya li Moskovayê maratona pirs-bersiva bi rojnamevan û raya giştî re bal kişand.

Pûtîn piştî salek û 9 mehan şer tekez kir ku armancên wî yên li Ukraynayê neguheriye.

Pûtîn israra xwe ya çareserî wê "bi muzakereyê an jî bi hêzê pêk were” didomîne û ev tişt anî ziman: "Dema em bigihêjin armancên xwe wê aştî pêk were."

Pûtîn îdia kir ku 617 hezar leşkerên artêşa Rûsyayê li Ukraynayê hene û ji wan 244 hezar leşker di Îlona 2022’an da seferber bûne û li herêma tevgera taybet hatine bicihkirin.

Pûtîn windahiyên Rûsyayê ji destpêka êrîşa 24’ê Sibata 2022’an vir ve eşkere nekir.

Emerîka texmîn dike ku 315 hezar leşkerên Rûsyayê birîndar bûne yan jî hatine kuştin.

Pûtîn armanca xwe ya li Ukraynayê dubare kir û diyar kir ku ew li çareseriya “bêçekkirin", "statûya bêalî" û "bi muzakereyan an jî bi bikaranîna hêzê" pêk bîne digere.

Pûtîn diyar kir ku niha li Ûkraynayê seferberiyeke nû ya leşkerî nayê plankirin.