CÎHAN
Hemû Nûçe
-
Mûzîkjenê rapê yê Îranî Toomaj Salehî dîsa hat girtin
Mûzîkjenê rapê yê Îranî û navdar Toomaj Salehî ku ji ber ku piştgirî dabû serhildana ‘’Jin Jiyan Azadî’’ ji salekê zêdetir di girtîgehê de ma û hat berdan, piştî 12 rojan dîsa hat girtin. -
Hamasê êrîşa li Qûdsê li xwe girt
Hamas a Fîlîstînî berpirsyariya êrîşa çekdarî ya li Qûdsê li xwe girt ku di encamê de 3 kes hatin kuştin û li dijî Îsraîlê banga 'mezinkirina berxwedanê' kir. -
Li Somaliyê ji ber lehiyê zêdeyî milyonek mirov ji cih û warê xwe bûn
Serokkomarê Somalî Hasan Şeyh Mohamûd diyar kir ku ji ber lehiya çend hefte ne li Somalî rabûye, zêdeyî milyonek mirov ji cih û warê xwe bûne. -
Li Qûdsê êrîşa çekdarî: 3 mirî, 6 birîndar
Agirbesta navbera Îsraîl û Hamasê rojeke din hate dirêjkirin. Li rojavayê Qûdsê li rawestgeheke otobusê di êrîşa çekdarî de 3 kes mirin, 6 kes jî birîndar bûn. -
Keştiya balafiran a Emerîkayê Kendava Hurmuzê derbas kir
Keştiya balafiran a Emerîkayê USS Dwight D. Eisenhower bi nasnavê 'Ike' rêveçûna xwe ya li Kendava Basrayê didomîne. -
WHO’yê hişyarî da ku li Xezzeyê enfeksiyona giran heye
Rêveberê Giştî ê Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanê (WHO) Tedros Ghebreyesus hişyarî da ku piraniya gelê Xezzeyê li sitareyên zêde qerebalix dijîn û enfeksiyon zêde dibin. -
Bahoza sedsalê: Li Rûsya û Ûkraynayê 18 kes mirin
Rayedarên Ûkrayna û Rûsyayê diyar kirin ku ji ber şert û mercên nebaş ên hewayê 18 kes mirine. -
Îsraîl 30 û Hemasê jî 12 dîlgirtî serbest berdan
Di çarçoveya peymana agirbestê de Îsrîlê 30 dîlgirtî û Hemasê jî 12 dîlgirtî serbest berda. -
Fînlandiya deriyê dawî yê ser sînorê Rûsyayê girt
Fînlandiyayê ku Moskovayê bi organîzekirina pêla koçberiyê tawanbar kir, ragihand ku ew ê deriyê sînor ê dawî bigire. -
Bîlançoya 'Bahoza Sedsalê' giran dibe
Ba û bahoza ku ji aliyê Rûsyayê ve weke 'Bahoza Sedsalê' tê binavkirin, bandoreke giran li Rûsya û Ûkraynayê dike. Li Ûkraynayê 10 kes mirin, 23 kes jî birîndar bûn. -
Serokkomarê Îranê serdana li Tirkiyeyê betal kir
Hate ragihandin ku serdana Serokkomarê Îranê Îbrahîm Reîsî ya ji bo Tirkiyeyê ku wê di 28'ê Mijdarê de bihata kirin, hatiye betalkirin. -
Îsraîl ji bo dirêjkirina agirbestê ‘vebijêrkek’ pêşkêşî Hamasê kir
Berdevkê hikûmeta Îsraîlê Eylon Levy ragihand ku ji bo dirêjkirina agirbesta di navbera Îsraîl û Hemasê de ku wê sibeha Sêşemê biqede, "vebijêrkek” pêşkêşî Hamasê kirine. -
Şerê Îsraîl û Hamasê: Pisporên NY’yê têkildarî sûcên şer lêpirsînê dixwazin
Pisporên mafên mirovan ên NY’yê banga lêpirsîneke serbixwe der barê "sûcên şer û sûcên li dijî mirovahiyê" de kirin. -
Li başûrê Rûsyayê 'Bahoza sedsalê': Elektrîk qut bû
Li gorî daxuyaniyên rayedarên xwecihî yên Rûsyayê, bahoza mezin a ku bi bayekî xurt û pêlên deryayê yên bilind rabû, bandoreke giran li başûrê welêt û nîvgirava Qirimê kir ku hatiye desteserkirin. -
Hamasê piştrast kir ku çar fermandarên wan hatine kuştin
Baskê çekdarî yê Hamasê ragihand ku li Şerîda Xezeyê fermandarê Tûgaya Bakurê Xezeyê Ahmed el Handûr jî di nav de çar fermandarên wan ên leşkerî hatine kuştin. -
Li peravên Yewnanistanê keştiyeke kargoyê noqî avê bû
Keştiyeke kargo ya bi ala Komorê roja Yekşemê li peravên Yewnanistanê tevî 14 kesan noqî avê bû. -
Agirbesta Îsraîl û Hamasê di roja 3'yemîn de ye: Pevguhertina dîlgirtiyan didome
Di roja 3’yemîn a agirbesta di navbera Îsraîl û Hamasê de tê plankirin ku girtiyên Fîlîstînî û dîlgirtiyên Îsraîlî bi hev bêne guhertin û bêne berdan. -
Paşînyan: Rûsya çeken ku pereyê wê hatiye dayîn nade
Serokwezîrê Ermenistanê Nîkol Paşînyan, bertek nîşanê wê yekê da ku Moskowa tevî ku pere hatiye dayîn jî çekan radest nakin -
Li Kubayê bi beşdariya Serokdewlet xwepêşandana mezin a ji bo Fîlîstînê
Li Havanayê ji bo piştgiriya Fîlîstîniyan xwepêşandanek hate lidarxistin ku Serokdewletê Kubayê Mîgûel Dîaz-Canel jî tevlî bû. Di xwepêşandanê de piştgiriya DYE'yê ya ji bo Îsraîlê hate şermezarkirin. -
Agirbesta Îsraîl û Hamasê kete meriyetê
Peymana agirbestê ya di navbera Îsraîl û Hamasê de li Şerîda Xezeyê kete meriyetê. -
WHO ji zêdebûna nexweşiyên bêhnê yên li Çînê fikar e
Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanê (WHO) diyar kir ku ew ji ber zêdebûna nexweşiyên bêhnê yên li Çînê bi fikar in û ji rayedarên Çînê der barê mijarê de agahiyên berfireh xwestin û bang li gel kir ku xwe baştir biparêzin. -
Li Afrîkayê belavkirina derziyên lerzetayê destpê kir
Belavkirina derziya nexweşiya lerzetayê destpê kir ku hîn jî yek ji wan nexweşiyan e ku li cîhanê herî zêde dibe sedema mirinan. -
Ev du hefte ne 41 karkerên li Hindistanê ji tunelê nehatine derxistin
Li Hindistanê ev nêzîkî du hefteyan e 41 karker di tunelekeke de asê mane. Tîmên rizgarkirinê ji bo ku xwe bigihînin karkeran asê mane xebatên xwe yên kolandinê didomînin. -
Agirbesta Îsraîl-Hamasê hate taloqkirin
Hate ragihandin ku peymana agirbestê ya navbera Îsraîl û Hamasê wê heta roja Înê nekeve pratîkê. -
Li Swêdê li hember Teslayê seferberiya boykotê
Li gel ku Li Swêdê kêm xebatkarên Teslayê hene jî, li hember çêkerên wesayetan tevgerek dest pê dike. Bi hezaran karker ji bo boykotkirina markayê tên ba hev.