ANALÎZ
Endama Koordînasyona KJAR'ê Peyman Viyan got, "Gelekî ku xwedî van pêşeng û şehîdên mezin be, teqez wê bi ser bikeve. Wexta wê ye ku her kes xwedî li nirxên xwe û hebûna xwe derkeve; di vê demê de bêrefleks mayîn mirine."
Di çarçoveya konsepta şer de ku sala 2015'an li dijî gelê Kurd kete meriyetê, dewleta Tirk kapasîteya xwe ya çekên nukleerî zêde kir. Demên dawî 'çekên nukleerê yên taktîkî' ji bo tunekirina herêmê bi kar tîne.
Di temamî salê de PDK’ê dev ji tevgera xwe berneda û li gelek deveran li dijî gerîla ket tevgerê. Bi taybet li Xelîfan kemîn li pêşiya hêzên gerîla danîn û di encamê de 2 komên gerîla xistin kemînê û şehîd kirin.
Sedema ku êrişên dagirker ên dewleta Tirk negihiştiye hedefa xwe, berxwedana dîrokî ya gerîlayan e. PKK ne sedema êrîşan e. PKK tevgereke wisa ye ku nahêle rûmeta hemû gelên li Kurdistan û Iraqê were binpêkirin.
Endamê Komîteya Rêveber a PKK'ê Dûran Kalkan: 2022 sala şoreşê ye, sala Şerê Gel ê Şoreşger e. Lewma divê ev têkoşîn li ser bingeha serketinê bê meşandin.
Nûçeyên Dawî
-
Dema fikir, zikir û çalakiyê
Keç û xortên ku di çeperên çiyayên bedew de hêlîna jiyanê çêkirine, mirovan dike heyranê her kêliya jiyana xwe. Ev dem dema fikir, zikir û çalakiyê ye. Dema parastina nirxên mirovahiyê ye.
-
Berxwedana topyekûn tevî gerîla
Ji bo berxwedana fedayiyane ya gerîla bigihe serketin û zaferê, divê têkoşîneke pirralî pêk were. Şaş e ku mirov hêviya berxwedan û têkoşînê tenê ji gerîla bike... Di vê rewşê de lazim e Kurdên li 4 beşên welat û derve, dost hemû çalaktir tevbigerin.
-
-
-
Peywirên sereke yên welatparêziyê -4-
Welatheziya rastî encex bi parastin, li dijî her êrîşê bi parastina welêt dibe. Naxwe yek ji peywira herî kêm a welatparêziyê, belkî jî ya sereke ew e ku mirov li dijî her êrîşê parastina welêt bike.
-
Em PDK'ê ji rehînbûnê xilas bikin
Herku gelê Kurd û hêzên demokrastiyê têkoşînê xurttir dikin, desthilata Tirkiyê şerê qirêj û dagirkeriyê berfirehtir dike. Ev jî dihêle berxwedan û têkoşîn berfirehtir bibe, dawiya vê desthilata dagirker nêzîktir bibe.
-
Peywirên welatparêziyê yên herî kêm -III
Tehcîra Kurdan a dused salî wê dîasporaya herî giran a cîhanê bi xwe re bîne an têkoşîna azadiyê wê beşekî girîng ê civaka Kurd vegerîne Kurdistanê? Îro pirsa herî giran a li rojevê ev e.
-
Peywirên sereke yên welatparêziyê – II-
Welatparêzî tê wateya ku li hemberî hebûna civakê û jiyana azad de xwe berpirsyar bibîne, tevlê bibe û çalak be. Asta welatparêziyê ya kes û civakê bi qebûlkirina nirxên civaka polîtîk û exlaqî û pêkanîna wê diyar dike.
-
Divê xelk xayînan tecrîd bike
Dozên Roboskî, Şenyaşar, Îzol û Kurkutan dozên civakî ne. Bi hêviya Kurd hemû, hêzên demokrasiyê û parêzvanên edaletê li van dozan xwedî derkevin, kujer hesab bidin û cezayên heq kirine li wan bên birrîn.
-
Ewrûpa vediguhere koma bênirxan
Divê Kurd bang li Ewrûpayê bikin û bêjin, nebin hevkarên qirkirina Kurdan, nebin şirîkê vî sûcê li dijî mirovahiyê. Li ber polîtîkayên qirkirinê yên dewleta Tirk rabin. Yan jî mîna koma bênirxan, hûnê nikaribin xwe ji têkçûn û hilweşandinê rizgar bikin.
-
Divê Iraq xweseriya Şengalê ragihîne
Tenê du hêz hene dikarin derbarê Şengalê de biaxivin. Ya yekê gelê Êzîdî bi xwe ye. Ya duyem jî rêveberiya Iraqê ye. Lihevkirin û peymana ku ev herdu hêz çêkin, divê bi rêzdarî were pêşwazîkirin.
-
-
Ewrûpa jî şirîk e
Eşkere ye ku, yekîtiya Ewrûpayê di warê demokrasî, hiqûq û mafê mirovan de ezmûna xwe di meseleya Kurd û Îmraliyê de dide. Ewrûpa niha destûrê dide dewleta Tirk ku Kurdan qir bike.
-
Newrozê paşeroj diyar kiriye
Bi bandora serkeftina Garê di serî de jin û ciwanan, gelê Kurd di Newrozê de qad tijî kirin. Bi vîn, bawerî û hêvî çalakiyên xwe pêk anîn. Newrozê ji niha ve mizgîna serkeftina gelê Kurd û azadiya Rêber Apo da.
-
Li her derê Newroz
Di Newroza 2021’an de divê Kurd ne tenê li çend bajarên mezin meydanan dagirin, lê li her bajarî, navçe, gund, tax û her kolanê bikin qadên Newrozê. Divê li her taxê agirê Newrozê geş bibe û bibe warê Newrozê.
-
Roja jinan bi ruhê Newrozê
Jinan li qadên 8’ê Adarê Rêber Apo ku bûye çavkaniya pêşketina têkoşîna azadiya jinê û kiriye ku jina azad û xweşik bibe hêza herî çalak ya şoreşê, bi çalakiyan silav kirin.
-
Braîm û Ferec: Garê Tirkiye û PDK derizand
Pisporê siyasetê Niyaz Hamed Braîm diyar kir ku berxwedana gerîla ya li Garê ji bo gelê Kurd 'mîladek' bû. Nivîskar Letîf Fatîh Ferec destnîşan kir ku Garê hem Tirkiye hem jî PDK derizandiye.
-
-
Jin dê 8ʼê Adarê li qadan bin
8’ê Adara 2021’an jî jin dê nehêlin hêzên deshilat Covid-19 mîna amûrekî şerê taybet ji bo astengkirina têkoşîna azadiyê bi kar bînin. Jin dê 8’ê Adarê li qadan bin, dê hesabên desthilata dewleta mêr serûbin bikin.
-
Li Garê bi bin ketin
Êdî yên ku hebûna gerîla mîna bahaneya êrişên Tirkiyê nîşan dide rûreş bûne. Ev berxwedana gerîla wê li çar aliyên welat hesta yekîtiyê xurttir bike. Bi vê berxwedanê li dijî van hêzên dagirker û qirker ruhê yekîtiya neteweyî bihêztir bûye.
-
Komploger xisirî ne
Di serî de pêşengên ku gotin ‘hûn nikarin roja me tarî bikin’ û xwe feda kirin, şehîdên têkoşîna 22 salan, li her devera dinyayê şoreşger û demokratên ji bo azadiya Rêber Apo têdikoşin, derfet û hêza têkbirina komployê afirandine.
-
Berxwedana li dijî qirkirin û komployê
Hebûna Kurdên azad di şexsê Rêber Apo û PKK'ê de şênber bûye. Gelê Kurd li çar parçeyên Kurdistanê û li derveyî welat ev rastî baş dît, lewma li dora Rêber APo û PKK'ê civiya û li dijî komployê û komplogeran têkoşîna demokrasî û azadiyê bilind dike.
-
Li dijî hevkariyê helwêst divê
Divê gelê Kurd û hêzên siyasî li dijî PDK’ê bibin xwedî helwêst. Helwêsta ku di dema wê de neyê raberkirin jî dê bi Kurdan bide windakirin. Êrişa pêk bê, wê tenê ne li dijî gerîlla an jî şoreşa Rojava be. Ev êriş li dijî Kurdan hemûyan e.
-
Romana Kurdên azad
Rêzeromana 'Vejîna li welatê rojê' di şexsê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan de qala bûyîn û vejîna Kurdên azad dike. Lewma li her cihî bûye romana dîroka azadiyê ya Kurdan.
-
MHP'ya Başûrê Kurdistanê
Ev jî nîşan dide ku PDK ketiye xeta kavilbûnê. Ji ber ku zemîna pêlê dike ne saxlem e, xurt pê li erdê nake, ji her tiştî ditirse, li dijî her tiştî yekreng e, desthilataxwaz e û bi şêwazeke antîdemokratîk tevdigere.