AKP dîsa li pey dek û dolaban e

Welê xuya ye ku AKP mîna berê nikare bi hêsanî dek û dolaban bigerîne. Xuya ye Rêber Apo firsendê nade hewldanên bi vî rengî. Dikin nakin nikarin fenên xwe yên berê li ser Îmraliyê bimeşînin.

Hevseroka Konseya Rêveber a KCK'ê Besê hozat 16'ê Tîrmehê di bernameyeke televîzyonê de diyar kir ku Rêveberiya AKP'ê di berdêla hevdîtina malbat û parêzeran a bi Rêber Abdullah Ocalan re ji wan xwestine, ku 'hin tawîzan bidin'. Ev yek jî bi rêya hin 'navbeynkarên cihê baweriyê' ji wan re ragihandin. Gotiye, 'Eger PKK van xusûsan bi cih bîne wê hevdîtina malbat û parêzeran pêk were'. Yanî mafê herî hiqûqî yê Rêber Apo kiriye mijara şantajeke siyasî. Bêguman ev daxwaza bêexlaq ku tê wateya 'xwestina fîdyeyê' ji aliyê Rêveberiya KCK'ê ve bêteredût hatiye redkirin.

Yek ji mijarên girîng ku di nava deh rojên derbasbûyî de li nava raya giştî ya Kurd hate nîqaşkirin ev e. Ev pêşniyara ku ji gelek aliyan ve bêexlaq e, wate û sedemên wê têne nîqaşkirin. Hin saziyên Kurd ên welatparêz di vê mijarê de helwesta xwe eşkere kirin. Ya herî girîng jî ew e ku çalakiyên Pêngava Azadiyê ya Global a ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo hîn bêhtir bê berfirehkirin û mezinkirin.

Bi rastî jî ji aliyê hiqûqî û exlaqî ve mirov tiştekî nabîne ku di vê mijarê de bibêje. Têrê dike mirov tenê bibêje; li nava faşîzma AKP-MHP'ê tiştekî bi navê hiqûq û exlaqê nîne. Baş e ji bilî vê mirov dikare çi bibêje? Eşkere ye ku ev daxwaza AKP'ê tê wateya 'xwestina fîdyeyê'. Her kes zane ku fîdye jî ji bo wan mirovan tê xwestin, ku têne revandin û dîl têne girtin. Wê demê bi xwestina fîdyeyê re rêveberiya AKP'ê bi rengekî eşkere qebûl kiriye ku 'Rêber Apo revandine û li Îmraliyê dîl digire'. Heta niha me digot rewşa li Îmraliyê bi vî rengî ye, lê belê berpirsyarên vî karî ev rastî timî red dikirin. Niha AKP'ê bi xwe qebûl kiriye ku Rêber Apo dîlgirtiyekî siyasî ye û li Îmraliyê tê ragirtin. Xusûsa destpêkê ya ku bê gotin ev e.

Xusûsa duyemîn jî ew e ku diyar e Pêngava Azadiyê ya Navneteweyî rêveberiya AKP'ê ewqasî tengav kiriye ku bi zor û zehmetî tecrîdê dimeşîne. Ev yek jî hêza Pêngava Azadiyê ya Global radixe pêş çavan ku ji 10'ê Cotmeha 2023'an û vir ve ji aliyê gelê Kurd û dostên wan ve tê meşandin.

Diyar e berpirsyarên sîstema tecrîd, êşkence û qirkirinê ya Îmraliyê Pêngava Azadiyê ya Navneteweyî destpêkê girîng nedîtibûn. Lê belê pêngava ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo li nava welêt û derveyî welêt bi biryardarî hate meşandin û pêşvebirin. Taybetmendiya herî girîng a pêngavê ew bû ku bênavber hate meşandin û belav bû. Hêzên ku di asta navneteweyî de wijdan û aqlê civakan e, hîn bêhtir tevlî pêngavê bûn. Pêngav di 15'ê Sibata 2024'an salvegera komploya navneteweyî de di çalakiyên şermezarkirinê de gihîşt asta herî bilind û qonaxa destpêkê temam kir. Qonaxa duyemîn jî bi çalakiyên 8'ê Adarê û Newrozê gihîşt asta herî bilind. Berxwedana gerîla ya ji navenda Zapê, rewşa berxwedanê ya li zindanan, çalakiyên girseyî yên li çar parçeyên Kurdistanê û derveyî welat ên bi pêşengiya jin û ciwanan bênavber hatin kirin, Pêngava Azadiyê hem mezin kir hem jî daîmî kir.

Bêguman aliyekî girîng ê berxwedana di çarçoveya pêngavê de tê meşandin tevlîbûn sazî û kesên cuda ji pêngavê bû. Ji welêt û derveyî welêt bi hezaran parêzer û siyasetmedaran ji bo 'Çûyîna Îmraliyê û hevdîtina bi Rêber Apo re' serlêdan kirin. Ji hemû welatên Ewropayê rewşenbîr, siyasetmedar, nivîskar û kesayetên naskirî, di serî de sendîkayên karkeran gelek saziyan ji bo çûyîna Îmraliyê name ji CPT re şandin. Herî dawî 69 xelatgirên Nobelê, saziyên navneteweyî û kesayetan bi daxsaza azadiya fîzîkî ya Rêber Apo name şandin û li ser vê bingehê hewldan gihîşt asta herî bilind.

Van hemûyan zext li ser wan hêzan kir ku ji sîstema qirkirin, tecrîd û êşkenceya li Îmraliyê berpirsyar in û rêveberiya AKP'ê jî xweş tengav kir. Mijar kete rojeva Komîteya Mafên Mirovan a Neteweyên Yekbûyî û ji Rêvebreiya dewleta Tirk bersiveke şênber hate xwestin. Rêveberiya AKP'ê ku li ser bingeha van hemûyan gelekî tengav bûye, dît ku sîstema Îmraliyê ya heyî nikare hîn bêhtir bê dewamkirin, hesabê wê yekê dike ku hin destketiyan bi dest bixe û vê rewşê biguherîne. Weke bibêje, 'Madem ez ê vê rewşê biguherînim, hingî di berdêla vê yekê de hin tiştan bi dest bixim' dixwaze bazirganiyê bike. Ji xwe nikare ji kesî re îzah bike ku 41 meh in ti têkilî bi Îmraliyê re nayê danîn. Encama şênber a Pêngava Azadiyê ya Global ev e. Ev jî xusûsa duyemîn a girîng e.

Bêguman di vê nuqteyê de divê ev rewş jî bê dîtin. Welê xuya ye ku AKP mîna berê nikare bi hêsanî dek û dolaban bigerîne. Xuya ye Rêber Apo firsendê nade hewldanên bi vî rengî. Dikin nakin nikarin fenên xwe yên berê li ser Îmraliyê bimeşînin. Dixwaze bi rêya hin derdorên ji derve vê rewşê ji holê rake. Rêber Apo di van mijaran de gelekî baldar e û rê û firsendê nade ti fenan. Divê her kes û em hemû vê rewşê baş fêhm bikin, bi baldarî nêzîk bibin û firsendê nedin ti fenên AKP'ê.

Bêguman li pişt hewldana AKP'ê divê mirov li sedemên cuda jî bigerin. Mînak bi rêya endamê şerê taybet Hakan Fîdan û PDK'ê derewa 'PKK'ê li Hewlêrê şewat derxist' belav kir û xwestin, êrişên dagirkeriyê yên li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê ku di asta îlhaqê de ne veşêre. Niha jî bi rêya heman hêzan derewa 'PKK li tevahiya Iraqê belav bûye û xetere ye' belav dikin û hewl didin nerazîbûnê li hemberî êrişên dagirkeriyê û îlhaqê kêm bikin. Bi rêya Rûsyayê dixwazin hevdîtinê bi Beşar Esad re bikin û zemîneke nû ji bo êrişên dagirkeriyê yên Bakur-Rojhilatê Sûriyeyê biafirînin.

Gelo ev hemû têne çi wateyê? Eşkere ye ku polîtîkaya faşîzma AKP-MHP'ê ya li ser Sûriyeyê bi temamî têk çûye. Bi rengekî eşkere dibîne ku bûyerên nû yên li Sûriyeyê rû bidin wê wan tengav bikin. Her wiha êrişên dagirkerî û îlhaqê yên li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê li pêşberî berxwedana gerîla nikarin bi ser bixînin. Ya rast li cihê ku ketine çikiyane. Dibînin ku eger şer dirêj dewam bike wê ji Iraqê û derve nerazîbûnê hîn xurt bên.

Bi kurtasî hem li Herêmên Parastinê yên Medyayê hem jî li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê êrişê komkujiyê dikin, lê belê bi hêsanî nikarin encamê bi dest bixin. Ji du aliyan ve ji aliyê leşkerî û siyasî ve tengav bûne. Nizanin wê çi bikin, nizanin bê çawa ji rewşê rizgar bibin. Li rê û rêbaza wê yekê digerin ku ji çirava tê de çikiyane rizgar bibin û dixwazin bi dizîna ji Rêber Apo û PKK'ê bi dest bixin. Rewşenbîr û siyasetmedarên cîhanê tim û tim dibêjin 'Pêwîstiya her kesî bi fikrên Rêber Apo heye'. Diyar e ji her kesî bêhtir pêwîstiya hêzên qirker bi vê yekê heye ku tengav bûne. Hevdîtina bi Rêber Apo tevî ku bi şantaja mîna fîdyeyê ve girê didin, diyar e ku ji her kesî bêhtir ew pêwîstiyê bi vê hevdîtinê dibînin. Bi dizîna fikrên kûr ên Rêber Apo dixwazin xwe ji çirava ku li Iraq û Sûriyeyê tê de çikiya ne, rizgar bikin.

Herî dawî em vê bibêjin: PKK li ti cihî û li hemberî ti gel û hêza demokratîk gef û metirsî nîne. Ev rastî bi taybetî ji bo Tirkiye, Sûriye, Iraq û Îranê derbas dibe. Ji bo civakên li van welatan metirsî nîne, berevajî vê yekê hêza çareseriya demokratîk e. Lê belê li her derê gef û metirsiya herî bingehîn tifaqa AKP-MHP-PDK-DAIŞ e. Divê her kes bi vê rastiyê zanibin. Her wiha ev tifaq li gel êrişên komkujiyê serî li her cûre derew û fenan dide, hewl dide yên li derveyî xwe bixapînin. Divê gel û hêzên demokratîk di vê mijarê de baldar û hişyar bin û her cûre derew û fenan têk bibin.

Çavkanî: Yenî Ozgur Polîtîka