Dewleta Tirk û Barzanî Behdînan kirine wargeha çeteyên DAÎŞ û El-Nusrayê

Barzanî û aliyên Çarçoveya Hevahengiyê ji bo parastina desthilat û kursiyên xwe bi dewleta Tirk a dagirker re li hev kirine. Ev komplo hem siberoja Herêma Kurdistanê, hem jî yekparçebûna Iraqê û di dema dirêj de jî pêkvejiyana gelên herêmê dê bike armanc.

Çeteyên DAÎŞ’ê, El Nusra û hin komên din ên çeteyan ên girêdayî dewleta Tirk a dagirker, di sala 2011’an de, di destpêka şoreşa rojavayê Kurdistanê de li herêmên Rojavayê Kurdistanê (bakurê Sûriyeyê) xwe bi rêxistin kirin û li Reqayê Dewleta Îslamî li Iraq û Şamê ragihandin. Di destpêka meha Tîrmeha 2014’an de dewleta Tirk a dagirker ala xelîfetiyê ji Qostentîniyê veguhast Reqayê û radestî Ebûbekir Bexdadî kir û paşê DAÎŞ’ê di 2’ê Tîrmeha 2014’an de êrîşî bajarê Kobanê kir û bi wêrankirina gund û gundewaran û nehiyeyên derdora Kobanê komkujiyeke mezin li vî bajarê Kurdan pêk anî.

Komên çeteyan bi giştî berhemên sîstema modernîteya kapîtalîst in, lewma hê bi destpêkirina şoreşa gelan li welatên Erebî û bi taybetî li Sûriyeyê, sîstema modernîteyê bi taybetî NATO û Emerîka û çend welatên Ewropî, ji bo ku bikarin hin encamên berbiçav li Sûriyeyê bi dest bixin û di demeke kurt de rejîma Beşar Esed hilweşînin, rasterast û bi rêya dewleta Tirk a dagirker alîkarî û piştgirî pêşkêşî komên çeteyan kirin.

Dewleta Tirk a dagirker jî bi wê alîkarî û piştgiriya navneteweyî rêxistina xwe di nav van komên çeteyan de ava kir û hefsarê çeteyan girte destê xwe û piştî ku DAÎŞ’ê dewleta Îslamî li Iraq û Şamê ragihand, dewleta Tirk berê van komên çeteyan da Kurdan û êrîşî bajarê Kobanê kirin û bi hezaran xelk qir kirin û bi hezaran kes neçar ma ji cih û warên xwe bibin. Lê belê bi mudaxeleya gerîlayên azadiya Kurdistanê û şervanên YPG û YPJ’ê û gelê welatparêz ê bajêr, di sedsala bîst û yekem de berxwedaneke bêhempa li dijî tirsnaktirîn koma çeteyan a dîrokê çêbû û çete hatin têkbirin û ji Kobanê û derdora wê hatin derxistin.

Dewleta Tirk a dagirker ji hêla din ve bi rêya çeteyên DAÎŞ’ê êrîşî bajarê Mûsil û derdora wê kir û di 3’ê Tebaxê 2014’an de êrîşî Şengal û Êzidiyan kir û komkujiyeke mezin li ser civaka Êzidî pêk anî. Lê li wir jî careke din bi hewl û têkoşîna şervanên YPG û YPJ û gerîlayên azadiya Kurdistanê, çete hatin têkbirin. Piştre çeteyan êrîşî derdora Kerkûk û Hewlêrê kir, careke din gerîlayên azadiyê li cihê xwe nesekinîn û ji Mexmûr û Giwêrê bigire heta Sediye û Celewlayê wek mertalekê çûn hawara gelê me û nehiştin ku komên çeteyan pêş ve biçin. Piştre çete ji Mûsilê hatin derxistin û dûvre Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) li Reqa û Baxozê dawî li xelîfetiya DAÎŞ’ê anîn.

Dawî anîna li xelîfetiya DAÎŞ’ê dewleta Tirk a dagirker dîn û har kir. Lewm bi rêya balafirên şer ên bêmirov êrîşî Şengal û Rojavayê Kurdistanê kir. Di 2018’an de paşmayiyên çeteyên DAÎŞ û El Nusrayê û artêşa Tirk û hin ketîbeyên din ên girêdayî dewleta Tirk êrîşî Efrînê kirin û piştî nêzî du mehan ew herêm dagir kirin. Ji wê demê ve, roj nîn e ku em nebihîzin ku jin û ciwanên Kurd li wê herêmê ji aliyê komên çeteyên girêdayî dewleta Tirk a dagirker ve neyên revandin û windakirin. Bi heman awayî di 2019’an de çeteyên girêdayî dewleta Tirk êrîşî Girê Spî û Serê Kaniyê kirin û ew herêm jî dagir kirin. Lê belê Rêveberiya Xweser a Demokratîk a Rojavayê Kurdistanê û Hêzên Sûriyeya Demokratîk û şervanên YPG û YPJ’ê diyar dikin ku berdêl çi dibe bila bibe, ew ê wan komên çeteyan ji herêmên dagirkirî derxin û di her firsendê de derbeyê li wan didin. Dewleta Tirk a dagirker û îtifaqa AKP-MHP û kontrgerîla HUDAPAR’ê li hev kirine ku bi temamî Kurdan ji nav bibin.

Dewleta Tirk a dagirker bi dagirkirina Efrîn, Girê Spî û Serê Kaniyê ranewestiya, ev herêm bi çeteyan dagirtine û qirkirineke cografî û etnîk li van herêman pêk tîne. Lê belê ji ber berxwedana Rêber Apo li zîndana Îmraliyê û berxwedana bêhempa ya gelê me di qadên têkoşînê de û derbeyên giran ên gerîlayên azadiya Kurdistanê yên li dû hev ku di eniyên şer û berxwedanê de, dewleta Tirk a dagirker ketiye nav tengasiyê û aramî ji zîhniyeta faşîst re nemaye. Bi heman awayî serê sîstema modernîteya kapîtalîst a dagirker a bi pêşengiya Emerîka, Îsraîl û Ewropayê li Rojhilata Navîn li kevir ketiye û ji ber radestnebûna Kurdên azad û berxwedana cewherî ya nirxên demokratîk ên gelên Rojhilata Navîn careke din dixwazin bi komployeke herêmî û navneteweyî derbeyê li tevgera azadîxwaz a gelê Kurdistanê bidin û bi vî rengî di kesayetiya gelê Kurd de ber bi projeya dagirkirina rojhilata Navîn biçin.

Ji destpêka meha Hezîranê ve dewleta Tirk a dagirker bi hevkariya xeta teslîmiyet û xiyanetê ku mala Barzanî û PDK’ê ye, li herêmên Avaşîn, Garê, Metîna û Zapê bi sedan wesayîtên zirxî û hezaran leşker derbasî Behdînanê kirine. Beşeke zêde ya van hêzan li ser navê artêşa Tirk anîne Behdînanê, piraniya wan paşmayiyên çeteyên DAÎŞ û El Nusrayê ne. Ji ber ku AKP-MHP-HUDAPAR’ê li hev kirine ku di eniyên şer de ji leşkerên Tirk zêdetir sûdê ji wan wergirin û hewl didin li dijî gerîlayan van herêman bikin wargehên çeteyan. Ev plan bi rênîşanderiya mala Barzanî û PDK’ê tê meşandin. Anîna çeteyên DAÎŞ’ê bo vê herêmê, tê wataya girêdana xeta Efrînê bi Serê Kanî û Girê Spî û Behdînanê ve, tê wateya çêkirina koorîdoreke çeteyan ji bo veqetandina Kurdan û derxistin û valakirina gundên Behdînanê û radestkirina vê herêmê bo dewleta Tirk a dagirker. Ev komplo komployeke navneteweyî  û herêmî ye. Gelê me li Behdînanê li ber metirsiya qirkirinê ye û sedema serekî ya vê metirsiyê jî mala Barzanî û Hikûmeta Herêma Kurdistanê û PDK ye. Ji ber ku heta vê demê jî, aliyên siyasî li hember vê dagirkeriya dewleta Tirk dengê xwe dernexistine. Dewleta Iraqê jî bi dewleta Tirk re li hev kiriye, tenê ji ber ku Barzanî û ew kesên ku niha di nav hikûmetê de, naxwazin hilbijartina pêşwext li Herêma Kurdistan û Iraqê çêbe. Barzanî û aliyên Çarçoveya Hevahengiyê ji bo parastina desthilat û kursiyên xwe bi dewleta Tirk a dagirker re li hev kirine. Ev komplo hem siberoja Herêma Kurdistanê û hem jî yekparçebûna Iraqê û di dema dirêj de jî pêkvejiyana gelên herêmê dê bike armanc.