Şoreşa Rojava şoreşa şehîdan e
Ger şoreş bibe şoreşa gel wê mîsogertir bibe û wê gel şoreşê biparêze. Heqîqeta şoreşê di pêkanîna gotinên xwe de ye, ji dijî paradîgmaya xwe derneketine. Ji bo pêkanîna vê heqîqetê gelek hevalên me xwe feda kirin.
Ger şoreş bibe şoreşa gel wê mîsogertir bibe û wê gel şoreşê biparêze. Heqîqeta şoreşê di pêkanîna gotinên xwe de ye, ji dijî paradîgmaya xwe derneketine. Ji bo pêkanîna vê heqîqetê gelek hevalên me xwe feda kirin.
Di van 100 salên dawiyê de projeya dewlet netewe li ser Rojhilata Navîn tê ferzkirin. Em çima dibêjin hatiye ferz kirin? Ji ber ku dewlet netewe ne projeyeke resen a Rojhilata Navîn e û ne jî li gor rastiya gelên Rojhilata Navîne. Nexasim Rojhilata Navîn gelek çandên cihereng di nava xwe de dihewîne, lewma ev projeya dewlet netewe bû sedema gelek babetên pirsgirêk û aloziyan ango aloziyên heyî kûrtir kir. Lewma gelek çand ji holê rakirin û di qirkirinê re derbas kirin. Çand û ziman hatin qedexekirin. Gelek ji wana ji Rojhilata Navîn reviyan û xwe spartin welatên dinê. Yên ku mane hatin helandin, çewisandin û înkarkirin da ku nikaribin tu awayî bi navê xwe henaseyê werbigrin. Hemû çand û netewên dinê kirin qurbanê neteweyên serdest û rojane di binê zext û perçiqandinê de hiştin û gotin me pirsigirêk çareser kir. Lê ya rast ev ne çareserî bû. Bi darê zorê ne pêkane ku çareserî pêk were û mirov kesek dinê bipejirîne. Ya ku hatî kirin tenê pirsgirêk ji bo dem kurtî dida rawestandin ango pirsgirêk taloq dibûn ku wekê êşekê xwe didomîne û kengê derfetek bidest ket wê careke dinê xwe bide der û bibe aloziyekî hîn mezintir.
Her wiha ji bo çîna serdest jî nebû amûrekî çareseriya pirsgirêk û aloziyan. Ne dewletên Ereb ji bo gelê Ereb, ne dewlet Tirk ji bo gelê Tirk, ne jî dewlete Farisan ji bo gelê Fars jiyanekî bi rûmet û azad ava nekir. Lewma rewşa jiyanê di warê aborî, siyasî û civakî de baştir nebû û tu pêşketin ava nebûn. Di warê sinaî, zanist, çand, hûner, perwerde, kar, xizmet û hwd. Ji tu aliyê ve ê çareserî ava nekir. Di siyasetê de demokrasî, di aboriyê de dewlimendî ava nebû. Hêjarî, bêkarî, cehalet li her derê serwer bû û tu bersiv nedan daxwazên civakê. Di tu cihê de cih ji gel re nehat veqetandin da ku bikaribin daxwazên xwe bînin ziman û nîqaş bikin.
Di salên destpêkê yên avabûna ê de propagandaya nijadperestiyê û bilindkirina hêstên nijadperest bi bandor bû û ên Rojhilata Navîn dixwestin ji vê yekê sûd werbigirin. Wê ev hêst ji bo parastina desthilata xwe bikirana çeper, lewma nijadperestî amûrekî baş bû di destê wana de. Ji ber wê kesê ne dikarî rexneya vê yekê li dewletê bikira, ger bikira jî weke sîxûrê hêzên dijmin dihat tawanbar kirin. Ev rexne li dewletê kirin xiyaneta herî mezin e. Kesê rexnegir ji kîjan netewê be, ji vî aliyê ve tu ferqa xwe nîne, serdest an jî bindest tu ferqa xwe nîne. Ya girîng ew e ku wêrekiya xwe nîşan daye û ji dewletê maf xwestiye.
Li Rojhilata Navîn dewlet pîroz tê zanîn. Wisa fêrî mirovan kirine ku, divê bi tu awayî rexne li dewletê neyê kirin. Ev pîrozbûn di nava feraseta me de gelek bi tesîr bû. Me digot, “Ji ber ku ji hemû pirsgirêkên me dewlet ne berpirsyar e û her tişt di destê xweda de ye. yê hêjar hêjar e, ji ber ku xweda qedera me bi vî awayî nivîsandiye. Yê nezan nezane, yê dewlimend dewlimend e, ji ber ku xweda ev yek bi vî awayî nivîsandiye û divê her kesek bi qedera xwe razî be û li dijî qedera xwe ranebe. Rabûna li dijî qederê, rabûna li dijî xwedaye û ev kufreke ku tê cezakirin.”
Ji ber van rastiyan desthilata netewe heyanî salên 2010’an dikarîbû xwe bi vî awayî biparasta. Di heman demê de ev dewlet ji bo hêzên hegemonîk jî dibûn bar û li pêşiya planên wan dibûn asteng. Bi rastî jî ev dewletên ku xwe serbixwe dizanin û hin caran serî li dijî pergala ku bi xwe avakirine radikin. Mînaka vê yekê êrîşa Sedam Hiseyîn a li ser Quweytê û gefên wî yên ji bo Îsraîlêne. Lewma gelê Iraqê jî di nava tirs û xîzaniyê de bû. Dîsa Qedafî yê ku her roj rexne li çanda Ewrûpa dikir û di siyaseta xwe ya hundirîn de jî tu gavên demokratîk ji bo gelê xwe ne diavêt, dihat dîtin. Yanî ne ji bo hêzên ji der ve, ne jî ji bo gelê xwe tu fêyda wana nebû. Li gel vê yekê dewletên ku ji bo gelê xwe tiştek pêş nexistin, lê ji bo hêzên hegemonîk xizmetkarên gelek başbûn jî hebûn. Lewma jî ev dewlet hîna jî li ser lingane û têne parastin.
Ya rast şoreşa Rojhilata Navîn di sala 2000’î de destpê kir. An jî bûyerên ku rûdan pêşî li şoreşê vekir. Li beramberî siyaseta hundirîn hemû gel bi hêrs bûn. Lê ji ber tirsa ku serwer bû tu tevgerîn çênedibûn. Di cihanê de gelek guhertin çêdibûn, êdî civak jî zane dibûn û dixwestin di Rojhilata Navîn de jî nûbûn çêbibin. Ev yek daxwazekî mafdare ku gelek direng mabû û li benda firsendekî bû.
Di sala 2003’an de Emerîkayê mudaxeleyî Iraqê kir. Sedema vê mudaxeleyê bi hincetan tije bû, lê ya rast ev destpêka mudaxeleya ji bo Rojhilata Navîn bû. Girtina Sedam Hiseyîn û darvekirina wî bûyerek gelek bi bandor bû. Rêber Apo ji bo vê yekê dibêje; “ma qey Emerîkayê dizanî ku benê îdamê yê hatî kişandin, ne benê Sedam Hiseyîn bû. Ya rast ev benê hatî kişandin benê wê bû.” Li ser vê nirxandina Rêber Apo gelek şîrove dikare werin kirin. Me di destpêkê de gotibû ku dewlet hatibû pîroz kirin û lewma hikûmeta ku dewletê birêve dibe jî xwe pîroz dike. Ev tê wê wateyê ku kes nikare dest li wana rabike û ew dê her hebin. Lê darvekirina Sedam Hiseyîn rê li ber vekir ku di hişmendiya gelan de hejandin çêbibin. Lewma hemû gelan rastiya bûyerê fêm kirin û cesaret kirin ku li beramberî desthilatan rabin û guhertinan ava bikin. Hinek kes dibêjin ev yek bi mudaxeleya hêzên navneteweyî pêkan bû. Dibe ku ji aliyekî ve ev yek rast be. Lê van hêzan tenê ji bo armancên xwe pêk bînin ev yek pêkan kirin. Lê ev yek rastiya daxwaza gelê herêmê ya ji bo guhertin, azadî, demokrasî û wekheviyê ji holê ranake. Hinek daxwazên hemû gelan hebû û bi rastî jî daxwaza guherînan dikirin. Tu hêz nikare vê yekê înkar bike. Ger ne bi destê gelan be tu hêzên dinê nikarin desthilatan têk bibe.
Ya dinê hewceye em bandora bûyeran ji hevdû qut negirin dest. Mijara gotinê şoreşa 19’ê Tîrmehê ye. Lê bêyî ku em Bihara Ereban binirxînin, derbasî şoreşa 19’ê Tîrmehê bibin bê guman wê kêm bimîne. Çirûskeke agir ku li Tûnisê destpê kirî bandora xwe li hemû Rojhilata Navîn kir. Sedema vê çirûskê bêkarî, xîzanî û binpêkirina rûmeta mirovahiyê bû. Ji Tûnis heya Misrê, ji Lîbya heyanî Sûdan û Sûriyê daxwaza gelan hemû jî yek bû. Daxwaza hêzên hegemon hilweşandina desthilata Lîbya, Sûriye û Îranê bû. lewra ev hêz nediketin jêr xizmeta hêzên hegemon. Lê divê em xwe şaş nekin. Ev dewletên mijara gotinê ne azad in, ne jî serbixwe ne. Van dewletan ji gelê xwe re tu rêka azadî, wekhevî û dewlimendiyê venekiriye. Lê ji ber nakokiyên xwe bi hêzên dinê yên hegemonîk re jî nedibûn yek. Lewma jî hêzên hegemon dixwest desthilata van dewletan birûxîne. Daxwaza gelan ne tenê li 3 dewletan derketibû. Li hemû dewletên Rojhilata Navîn gel rabû li ser lingan, hinek dewletan jî ji bo gel ranebe serhildanê dest bi guhertin û hinek reforman kirin. Bi vî awayî temenê xwe hinekî dinê dirêj kirin. Li Tûnis, Cezaîr, Misir, Sûdan û Sûriyê serhildanên gel çêbûn. Lê ya girîng ev bû; yan wê sîstema heyî têk bibirana, yan jî wê desthilata heyî birûxandana. Ger sîstem bihata rûxandin wê şûna wê sîstemek bi çi awayî ava bibe? kesê nedizanî, ango tu dewletê di derbarê vê yekê de amadekarî nekiribû. Lewma jî şûna sîstemê desthilatên heyî têk çûn. Şûna wan desthilatan jî desthilatên nû derketin holê. Desthilatên nû hemû desthilatên Îslamî bûn, lewma jî piraniya wana ket destê Îxwanê Mûslimîn. Li Misrê bi lez û bez dest danîn li ser şoreşa gel û deshilatek Îxwanî ava kirin. Helbet ev yek bi piştgiriya Erdogan pêk hat. Belavkirina Îslama nerm li Rojhilata Navîn projeya hêzên hegemonîk bû û Erdogan jî ev proje birêve dibir. Heman rewşê xwe li Tûnis, Sûdan û Cezaîrê jî da der. Lê yên li van welatan negihîştin encamê. Ji ber ku Îxwanê Mûslimîn ne nerm in, tenê xwe nerm didan nîşan dan. Ew Selefî ne û Radîkal in. Lewma hêzên hegemonîk rê nadin ku Îxwanî di Rojhilata Navîn de bibin desthilat û serweriya xwe ava bikin. Lewma projeyek nû ya bi şeklê a Îslamî danîne. Yanî hem nijadperest, hem jî olperest bi hev re dibin dewlet. Mînaka vê yekê jî Îran û Efqanîstan ku rewşa mirovî ya li van dewletan tê jiyan kirin, tê zanîn. Ev her du dewlet jî bi şerîata Îslamê têne birêve birin, rojane pirsgirêkê civakî kûrtir dikin û bi îdaman dixwazin van pirsgirêkan çareser bikin. Ev ne tiştek nû ye, ji ber ku gelên Rojhilata Navîn ev rengê dewletê berê dîtiye û tu xêr û çareserî jê nehatiye. Lewma gelên Rojhilata Navîn vê projeya dembihûr naxwaze, vê projeyê ji xwe re weke çareserî nabîne.
Nebûna projeyên nû rê li ber vekir ku li van welatan tu guhertin çênebin. Bi vî awayî an xwe dûbare birê xist, ên ku hatin guhertin jî tenê hikûmet bûn. Ger çareseriyeke nû xwe hîn zûtir rêxistin bikira, wê bikarîba bibûya alternatîf.
Projeya sêyemîn jî projeya Netewa Demokratîk e. Helbet ev projeyeke nû ye û xwe li her derê bi rêxistin nekiribû. Bi salane Rêber Apo ji bo avakirina rêxistinê û hişyar kirina gelê Kurd di nava têkoşînê de ye. Ev xebat li her çar perçeyê Kurdistanê dihat birêvebirin. Lewma jî bingehek rêxistinî hatiye ava kirin. Parçeya ku herî zêde para xwe ji vê rêxistiniyê girtiye jî Rojavayê Kurdistanê ye. Rêber Apo yekser bi xwe bi perwerdeya gel re mijûl bû û kedek gelek mezin da. Di warê xwe birêxistinkirinê de gelek tecrûbe derketine holê. Ji jinan heya zarokan, ji karkerî, cotkarî heyanî hûner û perwerdeyê sazîbûn hatine avakirin û gel bi xwe di gelek qadan de xwe bi xwe rêve bir. Vê yekê bingehekî gelek bihêz dabû avakirin. Rêxistina Jinê jî bi salan bû xwe bi rê xistibû û bi jinê re astek bilind hatibû avakirin ku dikare hebûna xwe bi wate bike. Ev yek bi keda salan a Rêber Apo û partiya me PKK’ê hat avakirin.
Sedemên serhildana gelê Sûriyê her hebûn û pirsgirêkên civakî, siyasi, aborî yên ku dewletê avakiribûn, her ku diçû rewşa jiyanê giran dikir û çareserî jêre nedihat dîtin. Lewma jî hemû gelê Sûriyê guhertin dixwest. Lê belê li vê herêmê planên hêzên hegemon ên cidî hebûn. Gelek hêz hatibûn amadekirin da ku mudaxeleyê Sûriyê bikin. Di serî de Îxwaniyan xwe amade kiribû, li pişta wana jî Erdogan û AKP hebû. Erdogan dixwest Sûriyê bi dest bixe. Ji aliyekê dinê ve jî Daiş’ê êrîş dikir û dewlet li beramberî van êrîşan têk diçû. Vê yekê xeteriyek mezin li gelan ava dikir. Ji ber ku DAİŞ’ê bi kiryarên xwe gelek qetlîam pêk anîn.
Di nava van hemû pêkhateyan de yê herî amade gelê Kurd bû. Lewma însiyatîf girt destê xwe û pêşengiya şoreşa gelan kir. Ger ev yek pêk nehata wê li Rojavayê Kurdistanê û li hemû hêrêmê li ser gelan qetlîamên mezin pêk bihatana. Di serî de ji keç û xortên ciwan ên herêmê hêzên parastinê hatin damezirandin. Li kêlekê vê jî di nava gel de xebatên sazîbûnê hatin kirin. pêwîst bû ku gel valatiya dewletê hiştî bi xwe dagirta û pêwîstiyên xwe pêk bianiya. Ev yek bi qasî artêşbûnê girîng bû. Lewra hewcebû gel hêza xwe jî bidîta û bizaniya vaye dikare bê dewlet jî xwe rêve bibe û xwe bi hêza xwe ava bike. Gerek gotina “bê dewlet parastin û jiyan nabe.” vala bihata derxistin. Ger ev yek bi temamî serbikeve wê bibe şoreşa hişmendiyê û li Rojhilata Navîn jî gelek pêwîstî bi şoreşa hişmendiyê heye.
Ya dinê jî divê bihata fêm kirin ku ev şoreş ne şoreşa yek netewê û yek miletê ye. Ev şoreşa hemû netewan e. Yadin jî gerek bihata famkirin ku ev şoreş ne şoreşa yek netewîye û yek miletîye. Paradîgmaya ku heya wê demê di nava gelê Kurd de dihat nîqaşkirin gerek derbasî nava hemû pêkhateyên Rojava bibe. Lewma divê xebatên perwerde û nîqaşên paradîgmayê bi lez û bez, bi hemû gelan re were rêxistin kirin da ku her kes para xwe di nava şoreşê de bigre. Ji ber ku hişmendiyeke bi awayê “kê pêşengtiya şoreşê kir, şoreş a wî ye û yan dibin desthilat an jî dibin bindest.” bi gelên Rojihilata Navîn re heye. Ev nêzîkbûneke bi hezaran salane xwe didomîne heman demê nêzîkbûna Netew Dewletê ye. Lê ev ne paradîgma û ne jî çareseriyek bi vî rêbazî ye. Lewma diviyabû ev yek rast bihata fêm kirin, diviyabû giranî ji perwerdahiyê re bihata dayîn, hemû netewan di nava şoreşê de bi rengê xwe, bi çand û baweriya xwe û bi rêxistinên xwe hebûna xwe nîşan dabûna.
Ev şoreş bi qasî ku ne ya yek netewê ye, ne ya yek zayendê ye jî. Li beramberî zayendperestiyê jî divê şoreşê cudabûna xwe danîba holê. Bîrdoziya azadiya jinê ya ku bi salan xwe rêxistin kir û berdêlên giran buha gelek ezmûn komkiribû di nava şoreşa Rojava de bû xwediyê rolek mezin. Di hemû qadên jiyanê de jî bû têkbirina hişmendiya zayendperestiyê û jin jî ket nava têkoşînê. Her qadekî ku wekî qada mêr dihat dîtin û ji jinê re hatibû qedexekirin gerek bihata fetihkirin û qedexeyên li ser jinê bihatana rûxandin. Lewma jî diviyabû her gavek bi zanebûnekî bîrdozî û bi israrek mezin bihata avêtin. Ji ber ku ya dihat jiyankirin pevçûna di navbera du hişmendî û bîrdoziyan de bû. Li ser vê hêmanê jinê hêzên xwe yên parastinê YPJ ava kirin û li gel vê di asayîşê, Aborî, Siyaset, Edaleta civakî, Hûner, Perwerde, Ragihandin, Şaredarî, Komîn, Meclîs, Ewlekarî û di nava hemû rêveberiyê dinê de bi pergala hevserokatiyê cihê xwe girt. Ji Sinaî heya şer jin li her derê di nava kar de hebûna xwe nîşan da. Lewma şoreşa 19’ê Tîrmehê bi rastiya jinê hat binavkirin.
Ya ku zor bi hişmendiya kevnar da kişandin û di hilweşandina wê hişmendiyê de rolek dijwar leyîst hebûna jinê ya di nava şer de û rola wê ya di çeperan de bû. Berê jî jin di nava artêşan de hebûn, lê weke elemanên teknîkî cihê xwe di nav de digirtin. Yanî di eniyên paş de karên teknîkî dikirin û qedexe bû ku bikevin nava şerê singe sing. Lewra şer karê mêran bû. Ev hişmendî li hemû derên cihanê serwer e. Fermandar hemû mêr in û ew jin jî di binê fermandariya mêr de şervanin. Di nava artêşê de tu xweseriya wana nîne û bi her tiştê xwe divê weke mêran tevbigerin. Yanî ger jin wê di nava artêşê de hebe, hewceye weke mêr be, lê dîsa jî ew jine wê di hemû qadan de cihê xwe negire.
Cara yekem bû ku cihanê artêşa Jinê ya di nava şerde û di çeperên herî pêş de didît. Vê yekê qalibên civakî li her derê dişkand. Me ev yek bi salan li çiyan jiyankiribû. Lê em li çiyan bûn û giraniya cihanê xebera xwe ji me nebû. Di şoreşa Rojava de em di nava gel de bûn û her tiştekê li ber çavan rû dida. Lewma tesîra wê gelek mezin bû. Artêşa jin li dijî çeteyên hov ên wekî DAİŞ’ê ku dewletan nedikarî li ber raweste, di çeperên şer de li ber rawestiya û li ber xwe dan. Ev berxwedan bû sedema gelek guhertinan û di her qadê de rê li ber jinan vekir. Di şoreşa Rojava de jinan bi berdêlên mezin rêya xwe vekirin. Bi xwînê ev yek hat jiyan kirin. Bi xwîna Warşînan, Evînan, Ozgûran, Hebûnan, Zehrayan, Jiyanan, Sosinan, Şervanan, Toprakan û sedan jinên dinê xwe feda kirin da ku rêya jiyana nû ji jinan re vekin.
Şoreşa 19’ê Tîrmehê şoreşa hemû gelan e û ya herî girîng parastin û serxistina wê ye. Ji ber gelek hêz hene ku vê şoreşê ji bo xwe wek xeterî dibînin. Ya rastir hemû hêzên statûkaperest dixwazin vê şoreşê têk bibin. Lewra ev şoreş alternatîfa têkçûna pergala kevin û alternatîfek nû ye. Wê demê dê ev hêz desthilatiyên xwe winda bikin. Ji ber wê jî di serî de dewleta Tirkiyê û rejîma Sûriyê hemû desthilat dixwazin wê têk bibin û ji bo vê jî rojane di nava planên nû de ne. Xeterî li ser şoreşa 19’ê Tîrmehê hîna jî heye û divê li gorî vê yekê em xwe tevger bikin. Lewma parastin beriya her tiştî tê. Li aliyekê ava kirin û ji aliyê dinê ve jî parastin wê bihêlê ku gel xwedî li şoreşê derbikeve. Ger şoreş bibe şoreşa gel wê mîsogertir bibe û wê gel şoreşê biparêze. Heqîqeta şoreşê di pêkanîna gotinên xwe de ye, ji dijî paradîgmaya xwe derneketine. Ji bo pêkanîna vê heqîqetê gelek hevalên me xwe feda kirin û jiyana xwe danîn holê. Ji Perweran heya Hîwayan, Loranan, Karker û Bahozan bûn tov û sembolên şoreşa 19’ê Tîrmehê û ji me re jî barekî giran hiştin. Ew bar jî parastina Şoreşa Şehîdan e.