BIRYARÊN GIRTINA PARTIYAN ÊN LI IRAQÊ
Di encama hewldanên dewleta Tirk de hewldanên ji bo krîmînalîzekirina Tevgera Azadiyê ya Kurdistanê li Iraqê û Başûrê Kurdistanê zêde bûn. Piştî şewata li Hewlêr û Kerkûkê, weke dewam sûcdarkirina PKK'ê; PKK li lîsteya 'rêxistinên qedexekirî' yên li Iraqê hate bicihkirin. Piştre jî Encûmena Dadgeriya Bilind a Iraqê bi hinceta têkiliya bi PKK'ê re biryar da ku Partiya Azadî û Demokrasiyê ya Êzidiyan (PADÊ), Tevgera Azadî û Eniya Neteweyî ya Demokratîk bigire.
DAXWAZ JI ERECÎ HAT
Serkêşê şerê taybet ê li Iraq û Başûrê Kurdistanê tê meşandin, 'odeya operasyonê ya hevpar e' ku dewleta Tirk serkêşiyê jê re dike. Daxwaza ji bo girtina saziyên ku li dijî polîtîkayên dagirkerî û îlhaqê kar dikin, ji aliyê Şêwirmendê Ewlekariya Neteweyî ya Iraqê Qasim Erecî ve ji dadgeriya Iraqê re hate ragihandin ku yek ji endamên odeyê ye.
BERTÎLA JI DEWLETA TIRK
Li gorî hin îdîayên ketin rojevê, Erecî ji bo polîtîkayên dewleta Tirk li Iraqê bi cih bêne anîn 300 milyon dolar bertîl ji hikumeta Erdogan wergirtiye. Rola ku Erecî ji bo bicihanîna şerê taybet ê Enqereyê dimeşîne jî îdîayan piştrast dike.
RABIRDÛYA ŞÊWIRMENDÊ EWLEKARIYA NETEWEYÎ YA IRAQÊ
Erecî kî ye, li Iraqê roleke çawa dilîze, ev bûne mijara meraqê.
Erecî ku di dema hikumeta Haydar Ebadî de Wezîrê Karên Hundir ê Iraqê bû, sala 1964'an li rojhilatê Iraqê li bajarê Kût ê herêma Wasîtê ji dayik bû. Perwerdeya xwe ya destpêkê li vê derê qedand, di dema Şerê Kendavê yê Yekemîn de çû Îranê. Li vê derê di bin sîwana Tûgayên Bedir de li nava refên Îranê şer kir. Piştî ku DYE'yê Iraq dagir kir vegeriya welêt û tevlî nava 'hêzên muxalefetê' bû.
DYE'YÊ DU CARAN EW GIRT
Erecî ku ji aliyê DYE'yê ve sala 2003'an hate girtin, piştî demeke kurt ji girtinê hate berdan. Di sala 2007'an de careke din ji aliyê hêzên DYE'yê ve hate girtin û heta sala 2010'an weke dîlgirtiyê şer girtî ma. Erecî ji walîtiyên Wasît û Basrayê destpê kir û li Iraqê di gelek qedemeyan de cih girt, piştre bi banga Alî Sîstanî tevlî nava hêzên Heşdî Şebî bû.
DEMÊN 'XUMAMÎ' YÊN LI BUCCA'YÊ
Erecî ku weke kesekî nêzî Tehranê tê naskirin, girtina wî ji aliyê DYE'yê ve û berdana wî hîn jî di nava raya giştî de mijara nîqaşê ye. Erecî li Kampa Bucca ya li ser sînorê Qûweytê di nava girtiyên DYE'yê de bû, tê gotin, wê demê ji aliyê CIA ve hatiye xistin. Kampa Bucca jî weke wî cihî tê naskirin ku efserên Baasî û El Qaîdeyî lê bûn û bingeha DAÎŞ'ê lê hate danîn.
Ji xwe piştî dagirkirina Iraqê Erecî di nava rêxistina Bedir de bû ku weke 'muxalîfên' karibin polîtîkayên DYE'yê li Iraqê bimeşînin hate destnîşankirin.
Niha jî bi destûra DYE'yê ku hevalbendê wan e ji bo desteserkirina Başûrê Kurdistanê têkiliyeke xurt bi dewleta Tirk re datîne û weke wî kesî xwe nîşan dide ku îlhaqa Tirk li nava hikumeta navendî fermî dike.
BIRYARA GIRTINÊ PIŞTÎ HEVDÎTINA BI BARZANÎ RE HATE DAYIN
Heyeta bi serkêşiya Erecî bi fermana Sûdanî di 11'ê Tîrmehê de ji bo lêkolînkirina operasyonên dagirkeriyê yên Tirkiyeyê çûbû Hewlêr û Silêmaniyeyê. Li şûna ku biçe Behdînanê Erecî di serî de Mesrûr Barzanî bi gelek kesan re axivî û dihate payin raporê li ser hevdîtinên xwe pêşkêşî Sûdanî bike. Piştî hevdîtina bi Barzanî re xwestibû peymana 9'ê Cotmehê bi cih bê anîn ku ji bo desteserikrina îradeya gelê Şengalê ye. Hîn 26 roj di ser re derbas nebûn, PADÊ jî di nav de ku weke îradeya siyasî ya Êzidiyan a Iraqê tê naskirin, biryara girtina çend partiyan hate dayin.
ÎTIRAZ LI DADGEHA TEMYÎZÊ DIKARE BÊ KIRIN
Biryara ku ji aliyê dadgeriya Iraqê ve hate dayin, bû sedema gelek derdoran bi taybetî jî Êzidiyan. Eger 3 partiyên ku biryara girtina wan hate dayin îtiraz bikin, wê karibin serî li Dadgeha Temyîzê ya Iraqê bidin.
BANDORA PDK'Ê
Ji rayedarên payebilind ên PDK'ê Hoşyar Zebarî û endamê Komîsyona Parastin û Ewlekariyê ya Parlamenta Iraqê Segvan Sîndî kêfxweşiya xwe ya ji ber biryarê anîn ziman ku ev yek jî bandora PDK'ê ya li ser biryarê nîşan dide.
Tê gotin endamên PDK'ê û Sûnî yên di nava dadgeriyê de li ser dayina biryarê bi bandor bûne. Di nava dadgeriyê de yên ku di girtina partiyan de bi bandor in; Ramazan Hesen Abîd endamê PDK'ê ye, Hakîm Celîl Adnan jî endamê Sûniyan e.
ANF'Ê JI RAYA GIŞTÎ RE RAGIHANDIBÛ
Di nava 'Odeya Operasyona Hevpar' de ku ANF'ê beriya niha xistibû rojevê bi navê Wezareta Karên Derve ya Tirk Hakan Fîdan, Musteşarê MÎT'ê, endamên Parastinê, Wezîrê Karên Derve yê Iraqê Fûad Huseyîn ê PDK'yî, Şêwirmendê Ewlekariya Neteweyî ya Iraqê Qasim Erecî, Îstîxbarata Iraqê, Wezîrê Karên Hundir ê Herêma Kurdistanê Rêber Ehmed, Pêşmergeyên Roj ên ser bi wî ve û hêzên Zerevanî hene ku Azîz Veysî serkêşiyê jê re dike.