ANALÎZ

Li Kerkûkê çi diqewime?

Hemû aliyên ku li ser Kerkûkê re hesabê dikin, bi rengekî bi kontrol destûrê didin tiştên diqewimin û li ser nakokiyan jî bingehê xwe xurt dikin. Bûyer dibe heta Bexda, Mûsil, Tîkrît û Hawîce jî belav bibin.

HESABÊN LI SER KERKÛKÊ HATINE KIRIN

Li Rojhilata Navîn yek ji çavkaniyên kaos û şerê ku ev 100 sal in dewam dike, bi Peymana Lozanê re şikil girt. Kerkûk ku yek ji madeyên sereke ya Lozanê ye, hîna jî di çarçoveya peymanên ku di wan rojan de hatine diyarkirin de, dibe şahidê bûyeran. Biryarên ku li ser Kerkûkê hatine dayîn, di bingehê çarçoveya dagirkeriya îro ya li Kurdistanê de destpê kirin. Tirkiye, Îran, Iraq û hêzên din ên herêmî ku hesabên wan li ser herêmê hene, dawî li lêgerînên xwe neanîne.

JI MÎSAQ-Î MILLÎ HETA ‘QADA BI NÎQAŞ’

Girîngiya Kerkûkê ya li herêmê û çavkaniyên wê yên binerd, hêzên desthilatdar çavbirçîtir dike. Ji wan jî yê ku xwedî ajandayeke bi plan û nava hesabên dîrokî de, Tirkiye ye. Yek ji armancên sereke ya tevgera dagirkeriya Artêşa Tirk a ji bajarokê herî biçûk ê Başûrê Kurdistanê heta Herêmên Parastinê yên Medyayê, ew e ku car din bibe xwediyê Kerkûkê.

Li gorî doktrîna Mîsaq-î Millî ya dewleta Tirk, Kerkûk di bingehê polîtîkaya îlhaqê de cih digire. Enqere li ser Neo-Osmanîtiyê hewl dide jinûve belavî herêmê bibe. Ji xeynî polîtîkayên ku li ser hemû dînamîkên herêmê dimeşîne, bi Çeperê Tirkmen Iraq (ITC) re pêngavan pêş dixe.

Pirsgirêkên li Kerkûkê diqewimin; çavkaniya xwe ji vê yekê digire: dema ku Iraq ji aliyê DYE’yê ve hate dagirkirin, piştre di statuya “herêmên bi nîqaş” de hate hiştin. Yek armancên esas ên hêzên hegemon ew e ku li Iraqê qadên bi nakok biafirîne û li ser van qadan mudaxilê herêmê bike. Hebûna vê siyasetê cihê xwe yê li qadê diparêze.

DAÎŞ’Ê TEVILHEV KIR

Di sala 2014’an de berê DAÎŞ’ê li ser Iraq û Sûriyeyê re, dan Rojhilata Navîn. Bi vê yekê re di serî de Kerkûk, hat xwestin ku gelek herêm jinûve werin dîzaynkirin. Lê DAÎŞ ji sînorên diyarkirî derket û ji dervey polîtîkayên hêzên navneteweyî û herêmî tevgeriya. Vê yekê bûyer hîn tevilhevtir kir. Dewleta Tirk hewl dida Kerkûkê bi DAÎŞ’ê bi dest bixe; lê rastî nerazîbûna hêzên mîna DYE û Îranê hat. Yanî di tabloyê de her kes bi ajandayeke cuda daket qadê; piştî 18 salan hilbijartinên meclîsa bajêr a ku 18’ê Kanûna 2023’yan hatin kirin û encamên wê, hîna bi nîqaş in. Ev jî nîşan dide ku hilbijartin hîna bi encam nebûne.

PIŞTÎ 2005’AN HILBIJARTINÊN KU CARA EWIL HATIN KIRIN

YNK’ê di hilbijartinan de 5 kursî bi dest xistin û karî bibe partiya yekemîn. YNK li Kerkûkê weke partiya Kurd a herî xurt tê zanîn. Lê belê, pêkhateyên li bajêr di konsensustekî de li hev kirin û ji ber vê yekê walîtiya bajêr nehat hilbijartin. Di namzeteke diyar de lihevkirin çênebû, yek ji sedemên vê yê herî mezin jî ew e ku dewleta Tirk li ser walîtiyê re li Kerkûkê Tirkmenan dike serwer.

NÎQAŞÊN LI DORA WALÎTIYÊ ŞÊWE GIRTINE

Li Kerkûkê yek ji bûyerên ku agir geş dike jî, menşeîlê MÎT’ê Erşad Salîhî yê ITC’î ye. Salîhî diyar kir ku wan li bajêr bi PDK’ê re lihev kir û ragihand ku di çarçoveya peymanê de wezîfeya walîtiyê wê salekî di destê Kurdan, salekî destê Tirkmenan û salekî jî destê Ereban de be. Ev daxuyaniya Salih yek ji xwestekên esas ê Enqereyê ye, tişta esil tê mereqkirin jî îhtimala pêk hatina vê peymanê çi ye.

Li bajêr ti pêkhate ne di wê rewşê de ne ku bi tena serê xwe walîtiyê diyar bikin. PDK bi ITC û Ereban re li hev bike jî, eger YNK li dijî derkeve peyman ji bo diyarkirina waliyekî têrker nabe.

PDK bersiva zexta ku li ser hilbijartinan re ji YNK’ê dibîne, bi lihevkirina ITC’ê re dide. Ku ITC li Kerkûkê pêkhateyeke MHP’ê ye. Her wiha YNK û PDK tevî hemû lihevnekirinan jî, di sedan 80’ê bazariya bajêr de bi peyman tevdigere û ev jî hûrgiliyeke din e ku mala mirov dikişîne.

ŞERÊ DEWLETA TIRK-ÎRAN

Li Kerkûkê şerê dewleta Tirk û Îranê li ser walîtiyê re bûyîna xwedî hêz û herikîna petrola Kerkûkê ya ji Tirkiyeyê re, tund dibe. Dewleta Tirk dixwaze li ser ITC’ê re li Kerkûkê serwer bibe, di vî warî de her cure rê diceribîne.

Dewleta Tirk li Kelha Kerkûkê, navenda bajêr û derdora wê hewl dide nifûsa Tirkmen zêde bike, ev weke ajandayeke bi plan tê pêşxistin. Ji dervey cihên navborî bi razemeniyên şîrketên Tirk dibistan, nexweşxane, qadên jiyanê yên civakî, navendên dikanan û rêyên oto û her wiha gelek binesazî û tesîs tên avakirin. Bi vî rengî Enqere hewl dide bi her cure rêyê li Kerkûkê bi cih bibe. Tê pêşbînîkirin ku di pêvajoyên li pêşiya me de, wê giraniyê bidin planên têkildarî Kerkûkê.

Îran jî li ser Heşdî Şebî re planan dixe dewrê, di vê çarçoveyê de endamên Heşdî Şebî yên li bajêr li Kerkûkê di rêjeyeke mezin de malan digirin. Ev yek weke hewldana zêdekirina nifûsa Şîa ya li Kerkûkê, tê nirxandin.

Dadgeha federal a Iraqê di bin bandora Îranê de ye. Ji ber ku PDK’ê bê destûra Bexdayê bi rêya Xeta Petrolê ya Kerkûk-Ceyhanê petrol difirot Tirkiyeyê, par Dadgeha Federal a Iraqê vê yekê dervî qanûnî dîtibû û biryara rawestandina firotinê dabû. Li gorî vê yekê, bicihkirina hêzên Heşdî Şabî ji aliyê Îranê ve li ser rêya xeta boriyê ya ji Kerkûkê heta Mûsilê, heman peyamê didin.

TENGEZARIYA BI KONTROL

Li aliyê din li ser dînamîkên Kerkûkê re herêm zindî tê hiştin. Hem hikûmeta navendî ya Iraqê, hem YNK hem jî pêngavên aliyên din ên siyasî weke rêyeke din a hêsan, tê bikaranîn. Hemû alî destûr didin ku bûyer bi kontrol biqewimin, li ser nakokiyan jî bingehê xwe xurt dikin.

Îhtimala belavbûna bûyeran a heta Bexda, Mûsil, Tîkrît û Hawîceyê jî li berçav tê girtin.

LIV Û TEVGERA MÛSIL

Mîna Kerkûkê, Mûsil jî xwedî girîngiyeke navendî ye. Liv û tevgera rojên dawî ya li Mûsilê, têkildarî geşedanên navborî ye. Tê diyarkirin ku li Mûsilê bi pêşengiya artêşa Tirk, hêzeke mezin tê bicihkirin û tê destnîşankirin ku ev hêzên navborî ji DAÎŞ’iyan pêk tê. Tê îdîakirin ku DAÎŞ’î li baregehên dewleta Tirk ên li Başîkayê jî hatine bicihkirin û hat ragihandin ku li dijî vê yekê jî hêzên Heşdî Şebî jî li dora Mûsilê bi cih bûne. Hêzeke ayîdê ewlehiya Iraqê ku ji 2500 kesan pêk tê, hatiye bajêr. Hat destnîşankirin ku geşedanên li Mûsilê gelek alî xistine nav liv û tevgerê.

Liv û tevgera li Mûsilê di kêliyên nîqaşên berdewam ên têkildarî hebûna hêzên koalîsyonê yên li Iraqê de jî, derbarê geşedanan de hin rastiyên din nîşan didin. Ku ev nîqaş di navbera Bexda û Washingtonê de pêk tên.