Bi boneya 10’emîn salvegera fermana 74'an, di 25’ê tîrmehê de li Bexdayê bi pêşengtiya Tevgera Azadiya Jinên Êzidî û tevlibûna pêkhateyên jinên Iraqê bi dirûşma ‘Bi têkoşîna hevbeş li dijî qirkirina jinê bibe dengê xweparastinê’ 3’yemîn Konferansa Jinên Iraqî pêk hat. Di konferansê de ferman, êrîş û tundiya li ser jinan, rewşa jinên Êzidî û Iraqî û hwd. hatin nîqaşkirin. Di konferansê de jinan helwesteke hevpar û xurt nîşan dan û banga têkoşîna hevpar kirin.
Lê rojek piştî konferansê li ser medyayên dîjîtal ji aliyê kesên ku di fermanê de Êzidî firotin, bi dijmin û dagirkeran re tevgeriyan û hê jî tevdigerin, konferans, jinên ku tev li konferansê bibûn bi taybetî jinên Êzidî hedef hatin girtin.
Lê belê beriya ku em derbasî sedema êrîşa li ser konferans û jinan bibin, divê destpêkê em pêvajoyên ku jinên Êzidî ji kîjan merheleyan derbas bûn û hatin asta pêşengtiyê, bi bîr bixin.
Beriya 10 salan çeteyên navneteweyî DAIŞ di 10’ê hezîrana 2014’an de êrîşê Mûsilê kirin ku di bin desthilatdariya hikûmeta Iraqê de bû û di nava rojekê de bêyî ku li pêşiya xwe astengiyekê bibîne Mûsil dagir kiribûn. Ji ber artêşa hikûmeta Iraqê li gor lihevkirineke navneteweyî, bêyî guleyekê biteqîne Mûsilê radestî DAIŞ’ê kir. DAIŞ piştî Mûsilê dagir kir vê carê di encama lihevkirin û îxaneta PDK-Iraqê de, di 3’yê Tebaxê de berê xwe da Şengalê. DAIŞ beriya ku êrîş bike 12 hezar hêzên PDK û 6 hezar hêzên Iraqê ku li Şengalê bûn, bêyî ku li pişt xwe binêrin Şengal terikandin û Êzidî di bin fermanê de hiştin. Lê beriya ku DAIŞ êrîşê Şengalê bike hêzên li vir hemû çekên di destê gel de bûn kom kirin. Ji ber dixwestin planên wan ên qirêj bê pirsgirêk bigihêje encamê. Di encamê de DAIŞ'ê di 3’yê Tebaxa 2014’an de bi çekên giran êrîşê Şengalê kir. Di êrîşa hov de çeteyan bi sedan kes bi hovane qetil kirin, bi hezaran jin û zarokan dîl girtin û Êzidiyên ku xwe ji qetlîamê xilas kirin jî berê xwe dan çiyê. Yekana armanca vê êrîşê ku êrîşeke navneteweyî û heremî bû, di şexsê jinên Êzidî de tinekirina civaka Êzidî bû û baweriya kevnar a Êzdayetiyê bû. Lê ev armanca qirêj bi yekser destwerdana hêzên HPG,YJA-STAR-YPG Û YPJ’ê ve hat astengkirin.
Di encama êrîşên DAIŞ’ê de yên herî zêde zirar dît, jin bûn. Ji ber jin li bazarên ku ji aliyê çeteyan ve hatibûn avakirin, hatin kirîn û firotin. A rast ev bazara ku çeteyan ji bo firotina jinan ava kiribû her çiqas di pêş perdeyê de wek bazareke çeteyan xuya bike jî di esasê xwe de ew bazar bazara hêzên ku çeteyan fînanse û xwedî dikirin bû. Ji ber bi sedan kesên derveyî cihên ku DAIŞ'ê dagirkiribû, hatin û di wan bazaran de bi beramberî pereyan jinên Êzidî ji çeteyan kirîn û çûn. Ji ber vê yekê hê jî aqûbeta bi hezaran jinên Êzidî nayê zanîn.
Lê ji aliyê din ve jinên Êzidî ku ji aliyê şervanên azadiyê ve hatin rizgarkirin, yekser dest bi rêxistinbûna xwe û ya civakê kirin. Civaka Êzidî bi pêşengtiya jinên Êzidî pergala xwe ya rêveberiya xweser û meclisan ava kirin. Di nava 10 salan de jinên Êzidî ji her alî ve xwe bi rêxistin kirin, tenê ne li Şengalê, li Iraqê û li derveyî Iraqê jî pêwendî bi jinên civakên din re danîn û xurt kirin. Ev pêşketinên jinên Êzidî ji jinên din ên Iraqî re jî bû hêvî û jinên Êzidî anî asta pêşengiyê.
Lê ev asta jinên Êzidî û pêşengbûna wan, PDK û hikûmeta Iraqê di serî de hemû dijminên vê xakê tirsand. Ji ber vê yekê ji roja ku jinên Êzidî xwe bi rêxistinkirine heta niha her di hedefa hêzên wek PDK-Iraq-Tirkiyeyê de ne. PDK û hikûmeta Iraqê ku roja fermanê Êzidî di destê DAIŞ’ê de hiştin û rewiyan, bi dewleta Tirk re dixwazin Rêveberiya Xweser hilweşînin û her tiştî vegerînin rojên beriya fermanê. Yanî dixwazin jin û civaka Êzidî bê îrade bikin. Ji bo vê li dijî êrîşa dewleta Tirk bêhelwest û bêdeng in. Dixwazin jinên Êzidî û civakê bi dewleta Tirk bitirsînin, dixwazin di şexsê jinan de civaka Êzidî serî li hemberî wan bitewînin.
Ji ber jinên Êzidî bi helwest, sekn û berxwedana xwe hemû planên wan ên qirêj ên li ser axa Başûr û hemû Kurdistanê rawestand. Xeyalên wan ên dagirkeriyê têk birin.
Dewleta Tirk, PDK û hikûmeta Iraqê ku dîtin nikarin planên xwe yên li ser Şengalê pêk bînin, vê carê bi navê peymana 9’ê Cotmehê (jixwe roja diyarkirina peymanê bi tena serê xwe planên wan eşkere dike) xwestin planên xwe pêk bînin û dubare bi îxaneta xwe vegerin Şengalê. Lê ev plan jî bi pêşengtiya jin û dayikan têk çû û heta niha bi saya berxwedana jin û dayikan nikarin bixin meriyetê. Jixwe hê jî dîmenên berxwedana dayik û jinên Êzidî yên li dijî peymanê li ber çavên me hemûyane.
Dagirker û kesên ku îxanet li Êzidiyan kirin û ew di destê çeteyan de hiştin derveyî planên xwe yên piştperdeyan, li ser medyayên dîjîtal jî êrîşî jinên Êzidî dikin ku hatine asta pêşengiyê ji jinên Iraqî re bikin. Her wiha dixwazin bi vî awayî jinan ji têkoşînê dûr bixin.
Em dikarin bêjin, nenaskirina Rêveberiya Xweser a Şengalê, Tevgera Azadiya Jinên Êzidî (TAJÊ), jenosîdê û hwd. a ji aliyê hikûmeta Iraqê ve jî yek jê parçeya konsepta tunekirinê ye.
Ji aliyê din ve jî ferman ket 10 saliya xwe. Lê atmosfera sala 10’emîn ji salên din cudatir e. Her sal di salvegera fermanê de piranî êş û azar derdiketin pêş lê îsal ji êş û azaran zêdetir berxwedan li pêş e û pêşengtiya vê berxwedanê jî Tevgera Azadiya Jinên Êzidî (TAJÊ) dike.
Vaye sedema êrîşa li konferansê û jinên ku tev li konferansê bûye ev tişt e. Ji ber ditirsin.
Ditirsin, ji hêza jinên ku beriya deh salan xwestin bi destê DAIŞ’ê tune bikin. Ditirsin, ji ber niha kesên ku li hemberî wan radibin û textê wan dihejînin, pêşengtî ji paşerojê re dikin.
Ji ber zanin wê jinên ku beriya deh salan xwestin tune bikin wê wan tune bikin.
Û em jî ji wan re dibêjin tirsên we di cih de ne lê bes feydaya tirsê tune ye. Nêz an dûr dawiya dawî hûn ê bi hevgirtinan, têkoşîn, rêxistinbûyîn, bi deng û tilîliya jinan hilweşin.