ANALÎZ
Dewleta Tirk bi tasfiyekirina pêşengên tevgera me, plansaziya wê dike ku jinên Kurd û gelê me bêpêşeng bihêle, bi vî rengî dixwaze gelê me dîsa bike kole. Lê ev hewldaneke pûç û beredayî ye.
PDK beriya serdana Serokwezîrê Iraqê Kazimî ya Enqerê bi gotina ‘YPG’ê êrîşî Pêşmergeyan kir’ dest bi operasyonên qirêj ên li dijî Rojava kir. Starta vê provakasyonê ya piştgiriyeke tam dide dewleta Tirk berî niha bi du rojan Mesûr Barzanî dabû.
Rêberê Gelê Kurd Abdullah OCalan karakterê Tevgera Kurd a li Iraqê analîz kiribû û destnîşan kiribû ku bêyî KCK'ê şoreşeke Kurd nepêkane...
Endamê Konseya Rêvebir a KCK’ê Karasû: 1’ê Gulanê ne tenê cejna karker û kedkaran e. 1’ê Gulanê heman demê roja civakîbûn û sosyalîzmê ye. Roja ku pêxistina zanabûna civakî, nûjenkirin û li ser vî bingehî xurtkirina vîna têkoşînê ye
"Kurdan bi vî Rêberî re li koka xwe ji nû ve vejiyane. Vê vejînê di her rojên 50 salên dawî de nirxên nû li xwe zêde kiriye, hîn bedew bûye û veguheriye rastiya gelekî ku li nava tevahiya mirovahiyê dibirqîne."
Nûçeyên Dawî
-
Şewata li Îmraliyê
Dema ku mijar bû tenduristî, ewlehî û azadiya Rêberekî/e Kurdan divê tevgerên siyasî yên Kurdan hemû, rêxistinên wan tevî kesayetên welatparêz bi hev re bikevin nav liv û tevgerê. Divê ev bibe helwesteke neteweyî ya Kurdan.
-
-
-
Xiyanet
Bi wê hêviyê ku xiyaneta Kurdî ya bi Harpagosî dest pê kiribû, bi têkoşîna azadiya gelê Kurd bi dawî bibe…
-
Ji hev belavkirina tevna desthilatdariyê
Di vê demê de ku xwediyên desthilatdariyê kursî dagir kirine û gelek xwîn rijiya ye, yên ku bi wêrekî ber bi vê kursiyê ve dimeşin, bêguman ew kes in tevna desthilatdariyê ji hev belav dikin.
-
Faşîzm bi tifaqa demokrasiyê têk diçe
Gelekî girîng e ku hêzên demokrasiyê hemû piştgiriyê bidin HDP'ê ji bo xurt bibe. Yên dixwazin li ber faşîzma AKPMHP'ê rabin, divê di nava tifaqa bi HDP'ê re bikevin nava serdemeke nû ya têkoşîna li dijî faşîzma AKP-MHP'ê.
-
Kurd tecrîdê qebûl nakin
Rêber Apo li Îmraliyê di şertên esaretê de ev tespîtê kir; 'Komployên dîrokî nikarin pêşketinan rawestînin, heta bi lez dikin.'Ev tespît di nava 21 salan de hat îspatkirin. Pirsgirêka Kurd îro bûye pirsgirêka esasî ya Rojhîlata Navîn divê were çareserkir.
-
-
Dema ku Kurd bi ser ketin wê mirovahî bi ser bikeve
"Eger em xwe ji vê xakê dibînin, xwe weke mirovên vê çand û nasnameyê dibînin, hingî dîlgirtina Rêber Apo ya li Îmraliyê divê em weke rûreşiyê bibînin. Heta ku têkoşîna me Rêber Apo azad neke li peşberî mirovahiyê wê serê me bilind nebe."
-
Komploya navneteweyî û paradîgmaya nû
Netewe-dewlet komploya herî berfireh e ku li ser gelan hatiye ferzkirin. Herî zêde ji bo Kurdan komployeke. Netewe-dewlet bi xwe komplo ye. Ji ber vê yekê divê neyê gotin 'komplo dewam dike', sîstem bi xwe ji xwe komplo ye.
-
Koalîsyona Faşîst a 15'ê Tîrmehê diheje
Siyaseta pir alî ya serketî ya Erdogan (1), wê neçar bimîne ku di nava du êgirî de yekê hilbijêre. Rejîma zordar a AKP-MHP'ê ku koalîsyona 15'ê Tîrmehê ye, gav bi gav hîn bi dijwarî diheje ku ev hejandin wê rejîmê hilweşîne.
-
Wijdan û exlaqê Ewrûpayê
Piştî biryara dadgeriya Belçîkayê, lazim e Kurd li kîjan welatê Ewrûpayê bin, vê biryarê mînak nîşan bidin û di warê hiqûqê de bi xurtî têbikoşin.
-
-
Serdema dîrokî û şoreşa gelên Rojhilata Navîn
Li şûna êrişên faşîzmê yan jî destwerdana hêzên derve, girîng e bala mirovan li ser wezîfeyên şoreşgerî be. Şoreşa Rojhilata Navîn ku navenda wê Kurdistan e, ji her demê bêhtir xwe ferz dike.
-
-
Li Şengalê hevkariya Dewleta Tirk-PDK'ê -Analîz
Dewleta Tirk dijminê Kurdan e. Dewleteke sosret e ku dîn, îman, mezhebê xwe nîne û dijminê mirovahiyê ye. Lê belê eger rola PDK'ê ya di êrişa li Şengalê neyê dîtin, wê rastî neyê fêhmkirin û bê nixumandin.
-
Şerê cîhanê û Kurd
Dîrok dibêje ku di şerê cîhanê yê 3’emîn de wê gel şoreşê bikin û berê dîktatoran bide xwekuştinê.
-
Rabûna li dijî tecawiza faşîst
Li ser civaka Kurdan zext û êrîşên normal nayên kirin, berevajî wê faşîzm û qirkirineke li ser esasê tecawiz û fihûşê tê kirin. Karakterê dewleta Tirk û faşîzma AKP û MHP’ê wisa ye. Diyar e ku faşîzm û qirkirin bi her awayî tê wateya rejîma tecawizê.
-
-
Di sala 2019'an de Kurdistan bû mîna Vîetnamê
Destketiya herî mezin a sala 2019'an ev e: 2019 sala Vîetnambûna Kurdistanê ye. Berdêlên ku di dîroka Kurdistanê de li hemberî komkujiyan hatin dayin gerdûnî bûn û vê yekê jî careke din nîşan da ku ev têkoşîn wê teqez bi ser bikeve.
-
Qetlîama Parîsê û rastiya cîhanê
Heke kesên ku qetlîama Parîsê kirine bihatina darizandin wê îro cîhan ne di vê rewşê de bûya. Ango wê faşîzma AKP û MHP’ê evqasî teror û qetlîam nekira, wê êrîşî Rojava nekira û leşker neşanda Lîbyayê, wê çeteyên wekî DAÎŞ’ê qetlîamên hovane nekirina.
-
Sakîne cewher û dîroka Dersim û Kurdistanê ye
Ya ku Sakîne ev çend xurt kirî, li bara êşkenceyên giran jî kirî ku serê xwe netewîne ev Kurdatiya gewherî ye ku li Dersimê çêbûye. Sakîne gewhera Kurdistanê û Dersimê, dîroka wê ye.
-
Şerê Îranê û DYE'yê û Rojhilata Navîn a demokratîk
Bi vê êrîşê re rewş wê zêdetir tevlîhev bibe û ji bo xwediyên wê, wê ti encamê neyîne. Çareseriya pirsgirêkên Rojhilata Navîn bi çarçoweya demokratîkbûnê û Konfederalîzma Demokratîk a Rojhilata Navîn pêkan e.
-
Di sala 2020'an de rola Kurdan
2020 wê bibe saleke welê ku AKP wê têk biçe, ji bo yekîtiya neteweyî ya Kurdan wê gavên girîng bên avêtin, Kurd wê bibin xwedî statu û jin wê bi ser bikevin.
-
Şerê Sûriyê û Libyayê wê bibe dawiya Tayyîp?
Ji niha û pê de zehmet e ku rêveberiya Tayyîp meşa xwe ya li gel Rûsya û Îranê weke berê bidomîne. Şerê Libyayê ku kişandine nav jî weke ku wê têkçûna mîsoger û berbiçav diyar bike.