Trump û Biden ne hêjayî serokatiya Amerîkayê ya siberojê ne

Ev sedsal sedsala jinan e, sedsala demokrasiya gelan e û cîhanîbûna daxwazên gelan e. Sedsala ekolojî û çareserkirian pirsgirêkên ekolojîk e û sedsala siyaseta demokratîk û exlaqî ye.

Çend aliyên navxweyî û derveyî yên êrişa li ser Donald Trump hene. Her çend dixwazin wisa nîşan bidin ku ew xortê bîst salî alîgirê partiya Trump e û ji ber bêzarbûna ji Trump hewl daye wî bikuje, lê belê di rastiyê de naveroka êrişê û dane û agahî tiştekî din nîşan didin. Êrişa li ser Trump bi taybetî rojek piştî bidawîbûna civîna NATO’yê ya li Amerîkayê pêk hat, ev jî ne tiştekî tesadufî û basît e. Dibe ku ew êrişa li ser Trump wisa ne bi tesadufî be û destpêka pirsgirêkên navxweyî yên her du partiyên desthilatdar ên Komarî û Demokrat ên di nav Amerîkayê de be û dibe ku bi awayekî plankirî û di dema civîna NATO’yê de biryar li ser vê êrişê hatibe dayîn. Her çend di wê hewldanê de serokê berê yê Amerîkayê û berbijêrê Komariyan bi selametî rizgar bû, lê dibe ku biryar li ser kuştina wî nehatibe dayîn, tenê ji bo tirsandinê be. Yan jî bi tesadufî gule li serê wî neket û nehat kuştin. Ya girîng ew e ku Demokrat ji Biden aciz in û naxwazin ew bibe serokê Amerîkayê yê siberojê. Yan jî dibe ku dewleta kûr a Amerîkayê ji bidestxistina serokatiya Amerîkayê bi fikar e û naxwaze Trump beşdarî wê pêşbirkê hilbijartinê bibe û hilbijartinê qezenc bike.

Di serdema serokatiya Trump de, Trump pir êrişî NATO’yê kir û bêwate û bêkêr kir. Ji ber ku bi baweriya wî piraniya xerciyên vê saziyê ji hêla Amerîkayê ve tê dabînkirin. Lewma bi her awayî fişar dixiste ser welatên endam li NATO’yê ku budçeyeke zêdetir ji NATO’yê re terxan bikin û ji bo vê yekê jî çi ji destê wî hat, kir. Niha jî NATO ku rabûye ser pêyan û bi gotina Biden NATO niha ji her demê bihêztir û rêxistinkirîtir e û çend welatên din di dema wî ya serokatiyê de beşdarî vê saziya navneteweyî bûne, lewm welatên endam li NATO’yê naxwazin Trump wekî berê li ser NATO’yê xeber bide yan wan plan û komployên NATO’yê bêkêr bihesibîne. Ev yek xala serekî ye ku welatên endam li NATO’yê li dijî hatina Donald Trump in û bi taybetî ji ber ku gelek dosye li dadgehên Amerîkayê li ser Trump hene û Amerîka jî wî wek gefekê li ser siyaseta xwe ya siberojê dibîne. Ji hêla din ve têkildarî şerê navbera Ukrayna û Rûsyayê jî bi aşkera dibêje ku ew şerê ku li dijî Rûsyayê li Ûkraynayê tê kirin, bê sûd e û ne di berjewendiya Amerîkayê de ye. Vê yekê jî li ba welatên Ewropayê fikar çêkirine, bi taybetî ew welatên ku endamên NATO’yê ne.

Ez di wê baweriyê de me ku ev êriş destpêka pirsgirêkên navxweyî yên sîstema modernîteya kapîtalîst a Amerîkayê ne ku li ber teqînê ne. Ji ber ku ew dosyeyên ku li dadgehên Amerîkayê li ser Trump vebûne, dosyeyên gelek biçûk û bê nirx nîn in. Ev yek wê demokrasiya lîberal a sîstema modernîteya kapîtalîst wisa di nav xwe de dihêre ku parçeyên wê yên mezin dibe ku tenê guhên Trump bi xwe bin. Ev yek jî derî ji gotûbêjan re vedike û serberjêrbûn û likumîneke nû ye di sîstema modernîteya kapîtalîst de. Ew şan û meziniya ku Amerîka pê pesnê xwe dide, lîberalîzma wê ye û bi hatina Donald Trump a bo nav pêşbaziya hilbijartina serokatiya Amerîkayê, êdî ew propagandaya Amerîkayê ya veguhastina demokrasiya xwe bo nav welatên dagirkirî jî nayê bihîstin.

Trump ji ber wan sozên ku di siyaseta navxweyî de dide Amerîkiyan, piştgiriya wî tê kirin. Bi taybetî di mijara refah û kêmkirina baca li ser xelkê û astengkirina hatina koçberan bo Amerîkayê û hin pirsên têkildarî aborî û civakî. Lê belê ji hêla dewleta kûr a Amerîkayê ve piştgiriya Trump zêde nayê kirin. Bi heman awayî gelê Amerîkayê ji siyaseta Joe Biden zêde ne razî ye, çunku gelê Amerîkayê di wê baweriyê de ku Biden nikare li cîhanê nûnertiya hêz û desthilatdariya Amerîkayê bike û vê yekê ji bo xwe wek eybekê dibînin û ji hêla temen ve jî wî guncaw nabînin û li gorî wan temenê Biden zêde ye û pirsgirêkên wî yên tenduristiyê hene. Ev pirsgirêk jî pirsgirêkên cidî ne û Amerîka hesabê vê yekê dike û wisa bi rehetî di ber re derbas nabe.

Di asta navneteweyî de jî û bi taybetî li wan welatên ku têkiliya Amerîkayê bi wan re rasterast heye, bi her awayî dixwaze destwerdanê di hin dewlet û sîstem û rejîman bike û gelek guherîn û werçerxan hatine holê. Ji ber vê yekê jî divê Amerîka serokekî hilbijêre ku bikare ji bin van hemû guherînan were, bi taybetî di mijara rejîma Îran û Rûsyayê de. Ji ber ku gel û bi taybetî berê jin û ciwanan êdî wekî berê li Amerîkayê nîn e û bi derew û fêlên vê sîstemê wisa bi rehetî naxapin.

Ev sedsal sedsala jinan e, sedsala demokrasiya gelan e û cîhanîbûna daxwazên gelan e. Sedsala ekolojî û çareserkirian pirsgirêkên ekolojîk e û sedsala siyaseta demokratîk û exlaqî ye. Sedsala diyalog û jevfamkirin û lihevkirinê ye, ne sedsala pevçûn û zext û bilindkirina asta şîdet û nakokiyan e. Ev hemû ew faktor in ku roj bi roj berbiçavtir dibin û ev yek jî wisa dike ku Amerîka zêdetir li ser kesayetiyekî bifikire ku bikare ji bin van hemû guherînan derkeve û bikare van pirsan di nav hev de îdare bike.