ANALÎZ

Divê teqez gel bên ronîkirin

Ger DYE ji herêmê vekişe, wê Tirkiye bikeve tengasiyê. Ji ber wê jî bi lez û bez hewl dide bi Esad re li hev bike. Di vî warî de divê Rêveberiya Xweser û hemû hêzên demokratîk van tiştan bişopînin û ji gelên cihanê re ragihînin.

Em hewl didin polîtîkaya qirkirinê ya rêveberiya Erdogan ku li ser gelê Kurd dimeşîne û ji bo bi encam bike lez daye êrîşên xwe yên piralî û xebatên propagandayê vebêjin. Lingekî girîng ê vê xebatê Sûriye ye. Erdogan xwest bûyerên "Bihara Ereban" weke firsendekê bi kar bîne û bi rêya Îxwanan welatên Ereban têxe bin kontrola xwe. Ji bo vê jî bi rêxistinên çete yên weke DAÎŞ û El Nûsra re tifaq kir. Hesab kir ku dê rêveberiya Baasê hilweşe. Wî Sûriye kişand nava bagereke bixwîn a ku nikare ji nav derkeve. Erdogan di sala 2003'yan de gotibû, "Em ê heman xeletiya li Iraqê li Sûriyeyê nekin, em ê rê li ber statuya Kurdan bigirin." Bi vê re wê Îxwaniyan  bianiya ser desthilatdariyê û bi vî rengî wê Sûriye xistiba bin kontrola xwe.

Lê belê hesabên Erdogan bi ser neketin. Kurdan li ber xwe dan û di têkbirina DAÎŞ’ê de rola herî mezin lîstin. Vê berxwedanê di heman demê de hişt ku rêveberiya B. Esed li ser piyan bimîne. Her wiha Esed jî bi piştgiriya Rûsya û Îranê li ber xwe da û li ser piyan ma. Tevî van hemûyan jî Tirkiye artêşa xwe anî Sûriyê û herêmên weke Efrîn, Bab, Ezaz û Serêkaniyê dagir kir. Li van herêman aboriya talan û xenîmetê ava kir. Li vir bi dehhezaran hêzên çekdar bi rêxistin kir û bi ser gel de şand. Sûcên şer û dijmirovahiyê kirin.

Ji ber ku Erdogan encama ku dixwest bi dest nexist, niha jî ji Beşar Esad re dibêje “Were em li hev werin”. Aştiya Tirkiyeyê çawa dibe; em dikarin li Qibrisê binêrin û baştir fam bikin. Wek tê zanîn Qibris wek dewlet endamê Neteweyên Yekbûyî (NY) ye. Her wiha endamê Yekîtiya Ewropayê (YE) ye jî. Ji sala 1974’an û vir ve Qibris di bin dagirkeriya dewleta Tirk de ye. Li gel hemû biryar û hewldanên NY û YE’yê jî Tirkiye leşkerên xwe ji Qibrisê venekişand. Qibris a ku dewleteke giraveke biçûk e, çareseriyeke federal jî qebûl nakin. Ji bo dused hezar Tirkên Qibrisê dewleteke cuda li ser hemû cîhanê ferz dikin. Dibêjin ku bi israr mafê dewletbûnê ya Fîlîstînê diparêzin. Lê dema ku mijar dibe Kurd, bi gotina; “Na, Kurd li vê dinyayê nikarin hebin, kes nikare nav û statuya wan biparêze” qiyametê radike.

Çend roj berê salvegera dagirkirina Qibrisê bû. Hemû rêveberên dewletê û nûnerên partiyan  ji bo pîrozkirina dagirkeriyê li Qibrisê ketin rêzê. Ev klasîkek Tirkan e. Li gel ku di ser dagirkirina Stenbolê bi sedan sal derbas bûye jî hîn pîroz dikin! Bi van merasîman em dibînin ku Erdogan û Bahçelî aştiyeke çawa dixwazin. Bahçelî û mafyaya wî Alaattin Çakici bi du fermandarên qaşo yên OSO’yê re wêne kişand. Li kêleka partiyeke nijadperest û faşîst çi karê muxalefeta Sûriyê û OSO’yê heye? Ev wêne, aştiyeke çawa dixwazin radixe ber çavan.

OSO yan jî muxalefeta Sûriyeyê di destê Tirkiyeyê de bûne piyon û saziyeke cerdevaniyê. Nikaribûn bibin hêzeke ku pirsgirêkên gelê Sûriyê îfade bike û daxwaza demokrasiyê bike. Heta ku li ser lepên Tirkiyê rûnin ev yek pêk nayê. Ew nebûn hêzek ku karibe pirsgirêkên gelên Sûriyê yên demokrasiyê dixwazin çareser bikin. Heta di hembêza Tirkiyê de bin wê nikaribin vê yekê bi cih bînin. Vana tenê mîna kerê dişînin ser mayinê wê xizmeta Tirkiyê ya êrîş û dagirkirina herêman bikin. Nasnameya wan a siyasî û vîna wan nemaye. Hebûna wan girêdayî dagirkeriya dewleta Tirk e. Ji ber ku xwe naspêrin gel. Bi saya dewleta Tirk dest danîne ser mal û milkê gel û ketine rewşa axayên şer ên ku ji şer xwe xwedî dikin. Ketina nava fikara ger Tirkiye û Sûriyê li hev bikin, em ê her tiştê xwe winda bikin. Ji ber vê yekê jî xwe dispêrên faşîstên wek Bahçelî. Ketine pey gotegotên weke dawî li dagirkeriyê neynin û me li herêmê bi kar bînin.

Erdogan dixwaze bi rêveberiya Sûriyê re li hev bike û hem ji penaberan û hem jî ji Kurdan xelas bibe. Dibêje em ji Bakur tu jî ji Başûr em êrîşî Kurdan bikin û wan ji hev belav bikin. Li Sûriyê ne ji bo aştiyê, ji bo şer û pevçûnan dixebite. Ji bo vê îstîxbarata wî bi awayekî çalak dixebite. Gundên ser sînor her tim tên bombebarankirin. Bi taybetî jî ji bo ku di navbera gelê Ereb û Kurdan de nakokiyan çêbike û eşîran tehrîk bike, xebateke dijwar dimeşîne. Her wiha dizane ku çeteyên li herêma dagirkirî li dijî Kurdan in û wan ji şer re amade dike. Dibêje werin em wan deran dagir bikin, hûn ê bi cih bibin û bi hêz bibin. Sozên weke wê mal û milkên wan ji we re bimînin, ji bo efûyê ji we re derxe em ê bi bazariyê bikin û bi awayekî we têxin desthilatdariyê, didin wan.

Ger DYE ji herêmê vekişe, wê Tirkiye bikeve tengasiyê. Ji ber wê jî bi lez û bez hewl dide bi Esad re li hev bike. Weke ku tê dîtin, hewldan û planên Tirkiyeyê gelekî xeternak in. Di vî warî de divê Rêveberiya Xweser û hemû hêzên demokratîk van tiştan bi baldarî bişopînin û ji gelên cîhanê re ragihînin. Cîhan nizane bê niha li vê herêmê çi dibe. Tirkiye her tim propagandaya têkoşîna li dijî terorê dike. Dema ku bala cîhanê diçe ser şerê li Fîlîstîn û Ûkraynayê, faşîzma Tirk ji vê rewşê sûd werdigire û hewl dide li Sûriyê qirkirina Kurdan bi encam bike û Rêveberiya Xweser ji holê rake.