Artêşa dagirker ji bilî sûcên şer nikare şer bike
Li gel êrişên bi çekên kîmyewî, bombeyên taktîk nukleer, teqemeniyên qedexekirî û êrişên hewayî û bejahî dagirker dikin nakin nikarin xeta berxwedanê ya gerîla derbas bikin.
Li gel êrişên bi çekên kîmyewî, bombeyên taktîk nukleer, teqemeniyên qedexekirî û êrişên hewayî û bejahî dagirker dikin nakin nikarin xeta berxwedanê ya gerîla derbas bikin.
Şervanên azadiyê yên Kurdistanê di meha Tîrmehê de jî ji Gabar, Zap, Heftanîn û heya Xakurkê li gelek qadan derbên giran li dewleta Tirk a dagirker xistin. Gerîlayên ku di meha Tîrmehê de serketinên mezin bi dest xistine, hêz û morala xwe ji berxwedêrên rojiya mirinê ya 14’ê Tîrmehê distînin. Li Gabarê şehîd Herekol û Ekîn, li Katoyê Benda, Destîne û Baran bi nîşandana wêrektiyeke mezin serketin bi dest xistin. Li Metînayê şehîd Newal, Dijwar û Jiyan li hemberî hemû êrîşên artêşa Tirk a dagirker ji sekna xwe tawîz nedan û parastina xaka xwe ya pîroz kirin. Her wiha li Zapê bi pêşengtiya Şehîd Sîdar ji lehengî û fedaîtiyê re girîngiyeke mezin hate dayîn. Ji roja berê xwe dan çiyayên Kurdistanê heya nefesa xwe ya dawî sozên xwe yên dayîn bi cîh anîn û bûn bingeha serkeftin û sedema tolhilanînê.
Dewleta Tirk a dagirker tim û tim li dijî gerîla û gelê herêmê sûcên şer dike. Sûcên şer binpêkirinên cidî yên yasayên şer in ku bi peymanên navneteweyî yên weke Peymana Cenevreyê hatine pênasekirin. Em dikarin ji bo sûcên şer mînakên weke; êrîşên bi qestî yên li dijî sivîlan, bikaranîna çekên qedexekirî, êşkence û gelek cureyên êrîşan ên din bidin. Artêşa Tirk a dagirker gelek ji van sûcên şer pêk aniye. Eger tenê yek ji van êrîşan li welatekî din pêk bihata, wê cezayên aborî û dîplomatîk bihatana birîn. Lê belê li Kurdistanê derbasdarbûna qanûnan nîne. Tekane qanûna rayedaran heye ku ew jî serbestbûna êrîşan e. Li hemberî vê yekê jî li Kurdistanê qanûna jiyanê, têkoşîn e.
Artêşa Tirk a dagirker li dijî Herêmên Parastinê yên Medyayê bi bikaranîna çekên kîmyewî, bombeyên nukleer ên taktîkî û teqemeniyê qedexekirî ji bejayî û hewayî ji 520’î zêdetir êrîş pêk anîne. Her wiha tê zanîn ku bandora van çekan gelekî mayînde ne. Nexweşî, zirardayîna xwezayê û felaket hin ji van bandoran e. A niha li herêmê şer heye û artêşa Tirk îdîa dike ku ew şer dike lê belê ji bilî van sûcan delîlek tune ye ku artêşek şer dike. Artêşa Tirk a dagirker li Kurdistanê serî li rêbazên qirêj û dermirovî yên weke qetilkirin, tunekirin, talan û wêranê dide. Baş e çima ev artêş rasterast li dijî gerîlayan şer nake û çima serî li van cure êrîşan dide? Ev tê wê wateyê ku artêşa Tirk a dagirker li qada şer teslîmî çalakiyên gerîlayan bûye.
ÇALAKIYÊN STRATEJÎK TÊN KIRIN
Hêzên gerîlayan li hemberî dagirkeran baskên xwe yên êrîşên aktîftir kirine. Di nava mehekê de 205 êçalakiyên bejayî û hewayî hatin lidarxistin. Bi taybetî jî çalakiyên weke xistina SIHA û 2 helîkopteran hatin lidarxistin. Yanî di meha berxwedanê de çalakiyên bihêz û bibandor hatin lidarxistin. Ev çalakî bûn sedem ku bi gel re hêviyeke mezin peyda bibe, biryarbûna berxwedanê bihêztir kir. Êrîşên hewayî yên gerîlayan li gel leşkerên artêşa faşîst bandoreke psîkojîk ava kir. Çimkî gerîlayan di êrîşên hewayî de biryardariya xwe parastiye û hemû tedbîrên dagirkeran ên ewlehiyê pûç kirine. Aliyekî din ê van çalakiyan stratejîkbûna van çalakiyan e. Gerîlayan dubare bi taktîkên dewlemend û dahêneriya xwe serketina stratejiya xwe îspat kiriye. Pêşbîniyên tevgera azadiyê îspat kirin.
Gerîla TV’yê bi raya giştî re bi parvekirina dîmenên têkildarî van çalakiyan her tişt bi awayekî zelal belge kiriye. Ev dîmen di çapemeniya herêmî û cîhanî de bûn rojev. Lê belê tevî van yekan jî dewleta Tirk a dagirker xwe bêdeng kir û hewl da ku rastiyan veşêre. Em dizanin ku hemû leşkerên li Enqereyê ji yê herî nû bigirin heya serfermandaran van dîmenan temaşe dikin. Bi veşartî yan jî weke kom li hûrgiliyên van çalakiyan nêrîne. Her wiha em baş dizanin ku çi qasî hesreta artêşeke fedakar ya ku nikarin bi tu awayî bi dest bixin, dikşînin.
Di meha Tîrmehê de li Metînayê çalakiya sabotajê ya gelekî bi bandor hate lidarxistin. Di vê çalakiyê de binefser Abdullah Cem Demîrkan û koma li gel wî hatin cezakirin. Abdullah Cem Demîrkan di navenda fermandarî ya tevgera dagirkeriyê ya li dijî Zap û Metînayê de cih digirt. Yanî bi çalakiya sabotajê ev navend hate hedefgirtin. Ev derbeyeke wisa giran bû ku dewleta Tirk neçar ma ku di saet 00.00’an de daxuyaniyekê bide. Dewleta Tirk xwedî li fermandar û artêşa xwe derneket. Ev ji bo leşkerên dagirker jî peyamek e. Dewleta ku xwedî li fermandarê xwe jî dernakeve, bi tu awayî xwedî li wan jî dernakeve.