Îro 10’emin salvegera komkujî û jenosîda Şengalê ye. Ew komkujiya ku yek ji qonaxên sereke yên siyaseta înkar û jinavbirina gelê Kurd bû û gelê Êzidî kir armanc. Ew hêzên ku di wan rojên teng de gelê Êzidî bê parastin radestî DAÎŞ’ê kirin û reviyan, îro di bin navê dirûşmeyên birîqonek ên wekî “avakirina Şengalê”, “asayîkirina rewşa Şengalê”, “seqamgîriya Şengalê” û “peymana Şengalê” û hwd de peymanên curbicur îmze dikin û bi bêşermiyeke mezin wekî ku tinazê xwe bi bîranîna dîrokî ya vî miletî bikin, xwe wek dilsoz û rizgarkerê Şengalê nîşan didin. Ji vê jî bêşermtir ew e ku ev xwediyên “peymana Şengalê” bi dehan hincetên curbicur wê hêza ku di wan rojên zehmet de bi hawara gelê Êzidî ve çû û bi sedan hezar kes ji komkujiyê rizgar kirin, wek neqanûnî û biyanî û qedexe nîşan didin. Hêza ku reviya, îro xwe wek leheng û xwediyê malê dizane û ew hêza ku ji bo parastina Êzidî û Êzdîxanê bi sedan şehîd û birîndar dan, neqanûnî û qedexe tê nîşandan. Hemû ev hewldan ji bo veşartina wî sûcî û wê şermezariyê ne.
Heman hêzên xwediyê “peymana Şengalê” niha îmzeya xwe li ser şermezariyeke nû danîne. Ew jî ew e ku bi peymaneke nû careke din komkujî û enfaleke din bi ser Kurdistanê de ferz dikin. Ev peyman jî heman ew peymana ewlehiyê ya di navbera PDK, Iraq û dewleta Tirkiyeyê de ye ku encama wê dagirkirin û enfala Biradost û Berwarî Balayê ye. Armanca wê jî qirkirin û jinavbirina wê hêzê ye ku bi berxwedana xwe rûyê rastîn ê dagirkeran, kirêgirtî û xayînan ji bo her kesî eşkere kiriye. Ew tiştê ku niha li Biradost û Berwarî Balayê çêdibe, berdewamiya wê jenosîd û enfalê ye ku 10 sal berê li Êzîdxanê çêbû. Eger em bên û bîreweriyên xwe yên dîrokî nû bikin, em ê bibînin ku yên ku rola sereke di komkujiya Şengalê de lîstin dewleta Tirkiyeyê bi serokatiya Erdogan, PDK bi serokatiya Mesûd Barzanî û DAÎŞ bi serokatiya Ebûbekir Bexdadî bû. Wê demê Mesûd Barzanî li ser navê wê peymana veşartî serdana paytexta welatê Urdinê Emmanê kir û li wir li ser navê Kurdan îmzeya xwe di bin peymana damezrandina dewleta îslamî ya DAÎŞ’ê û komkujiya Şengalê de danî. Fuad Husên wê demê li ser navê Mesûd Barzanî welat bi welat digeriya da ku aliyên têkildar îkna bike ku “cîranekî nû yê Herêma Kurdistanê heye”.
Deh sal piştî komkujiya Şengalê di 3’yê Tebaxê de, vê carê jî Mesûd Barzanî û PDK’ê çawa ku berê rê ji xelîfeyê DAÎŞ’ê re vekiribû, di 3’yê Tîrmeha 2024’an de rê ji xelîfeyê Osmanî yê nû re vekirin ku bi sedan tank û zirxan ji Kanî Masî, Batîfa, Amêdî, Dêrelok û Şêladizê bigire heta Sîdekanê herêmên Biradost û Berwariyê dagir bike. Di heman rojê de, wekî civîna Urdunê ya 10 sal berê, vê carê Mesûd Barzanî li Bexdayê bû da ku hemû aliyên siyasî yên Iraqê, nûnerên piraniya welatên Erebî û hêzên nêzîkî Îranê îkna bike ku li dijî dagirkeriya Tirkiyeyê helwestê nîşan nedin. Careke din Fuad Husên li ser kar bû da ku vê carê li ser navê Wezareta Derve ya Iraqê hemû aliyan îkna bike, ya ku Tirkiye dike ne dagirkerî ye, “liv û tevgera leşkerî ye”. Tirkiyeyê bi qasî welatê Lubnanê li başûrê Kurdistanê û Iraqê herêmek dagir kiriye, bi dehan hezar leşker lê bi cih kirine, bi sedan baregehên leşkerî yên tekûz û bi sedan kîlometre rê çêkiriye, bi sedan gund vala kirine û bi dehan hezar gundî koçberî bajarên mezin bûne. Fuad Husên hê jî vê yekê wek “liv û tevgera leşkerî” dizane. Ev yek wê rastiyê nîşanî me dide ku dezgeha dîplomasiya Iraqê bi rêya Fuad Husên ji aliyê Tirkiye û MÎT’ê ve hatiye dîlgirtin. Ev dezgeh li şûna ku berjewendiyên gelê Kurd û hemû gelên Iraqê biparêze, dagirkeriya Tirkiyeyê rewa dike û xizmeta siyaseta Tirkiyeyê dike. Biradost û Berwarî ji gel hatiye valakirin, mehane bi sedan caran bi balafiran tê bombebarankirin. Bi hezaran caran bi top, hewan û katyoşayan tê bombebarankirin, donimek erd û daristan nemaye ku neşewitiye. Ya ku niha bi ser Biradost û Berwariyê de tê, êrişeke nû ya enfalê ye li ser destê Erdogan, Barzanî û Sûdanî. Çawa ku di 3’yê Tebaxa 2014’an de Şengal firotin DAÎŞ û Ebûbekir Bexdadî, bi heman awayî di 3’yê Tîrmeha îsal de li Bexdayê Berwarî Bala û Biradost jî firotin xelîfeyê Osmaniyê nû Erdogan ku hevalê Ebûbekir Bexdadî ye. Li gorî raporên îstîxbaratê bi sedan çekdarên DAÎŞ’ê niha li Berwarî û Biradostê di gel leşkerên dewleta Tirk a dagirker hatine bicihkirin.
Xaleke din ji bo lêkolîn û vekolînê cih û rola hejmara 3’yê ye di koda îstîxbarî ya partiya Barzanî de. Di dîroka piraniya xiyanetên PDK’ê û Mesûd Barzanî de hejmara 3’yê heye. Di 31’ê Tebaxê de (1996) Sedam Hisên tîne Hewlêrê, di 3’yê Tebaxê de (2014) Şengalê difiroşe DAÎŞ’ê, di 3’yê Adarê de (2017) bi fermana MÎT’ê êrişî Xanesorê dike, di 3’yê Tîrmehê de (2024) Biradost û Berwariyê difiroşe Erdogan.