Gumanên li ser kuştina Îsmaîl Heniye li Tehrana paytexta Îranê, gelek nîqaş bi xwe re anîn. Çima Serokê Buroya Siyasî ya Hemasê li Tehranê hat kuştin? Kuştina Îsmaîl Heniye li Tehranê di berjewendiya kê de ye? Çima Îsraîl li ser kuştina Îsmaîl Heniye tu nêrînekê nayne ziman? Kî ji cihê mayîn û vehesîna Heniye li Tehranê agahdar bû? Bi çi hatiye armanckirin? Ev pirs û bi dehan pirsên din ên bi vî rengî ji bo mirina Serokkomarê Berê yê Îranê Îbrahîm Reîsî û Wezîrê Derve yê wî welatî Elî Ebdulahiyan jî hebûn. Dema ku helîkoptera Îbrahîm Reîsî li Azerbaycanê ket xwarê, her kesî ew pirs dikir ka destê kê di xistina helîkoptera wan de heye?
Eger destê rejîma Îranê bi xwe di kuştina wan de hebe, çima li Azerbaycanê hekîkopter xiste xwarê? Gelo nedikarî li nav Îranê vê yekê bike? Gelo nedikarî li welatekî din wekî Iraq yan Pakistanê yan jî li welatekî Ewropî Îbrahîm Reîsî û Elî Ebdullahiyan bi wî awayî bihatina armanckirin? Ev hemû pirsên têkildarî kuştina van kesayetiyan pirsên navendên lêkolînan in. Niha jî ku Îsmaîl Heniye li Tehranê hat armanckirin, hemû fokûs û pirs li ser wê yekê ne ka çima Heniye li Tehranê hat kuştin, lê ne li cihekî din? Gelo kî ji vê kuştinê zêdetir sûdê werdigire?
Her çend heta niha berpirsên Îsraîlê kuştina Îsmaîl Heniye negirtine ser xwe, lê awir zêdetir li ser wî welatî ne. Ji ber ku Hemas bi Îsraîlê re di şer û pevçûneke rasterast de ye û ev şer jî zêdetirî neh mehan e berdewam e û nêzîkî çil hezar kes bûne qurbanî. Îsmaîl Heniye di nav Hemasê de yek ji wan kesan e ku ji piraniya serokên Hemasê zêdetir alîgirê danûstandin û çareseriya siyasî û diyalogê bûye li gel Îsraîl. Ji aliyekî din ve niha Îsraîl û Hemas di nav diyalog û danûstandinan de ne ji bo ragihandina agirbestê û guherandina dîlan. Baş e, kuştina Heniye di vê demê de çi dê ji bo Îsraîlê çi qezenceke siyasî bîne? Gelo şerekî dijwar ê Îsraîlê bi rejîma Îranê re di vê demê de çi qas di berjewendiya Îsraîlê de ye? Gelo Îsraîl bi lêdana Îsmaîl Heniye li Îranê dê çi bi dest bixe?
Qezencên vê lêdanê ji bo Îsraîlê dê çi bin? Gelo kesê ku cihê Heniye di nav Hemasê de bigire, dê çi qas ji Îsmaîl Heniye çêtir be ji bo Îsraîlê? Niha gotegot hene ku Serokê Berê yê Hemasê Xalid Meşel dê cihê Heniye bigire. Îsraîl bi xwe li Filîstînê bi Hemasê re, li Lubnanê bi Hizbullahê re, li Iraqê bi Koma Miqawemeyê re û li Sûriyeyê bi Ketaîbên Zeynebiyûnê re di nav şerekî rasterast de ye, lewma derxistina şer û vekirina eniyeke din a şer ne di berjewendiya Îsraîlê de ye. Ji aliyekî din ve Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê mijûlî pêvajoya hilbijartinê ye di meha yazdehan a îsal de, lewma dibe ku ev yek derfetê nede Amerîkayê ku wekî berê piştgiriya lojîstîkî û leşkerî û îstixbarî û siyasî bide Îsraîlê. Her wiha ew qas karîna Îsraîlê ya leşkerî û amûrên wê yên leşkerî yên wisa tune ne ku hemû pêdiviyên eniyên şer peyda bike. Yanî ji her hêlê ve gava ku li hevsengiya hêza Îsraîl û Îranê were nêrîn, bi awayekî giştî şerekî wisa ji bo Îsraîlê sûdê bi xwe re nayne. Sûda vî şerî di vê demê de ne tenê ji bo Îsraîlê, her wiha ji bo Amerîkayê jî tune ye.
Rejîma Îranê jî ku bi xwe nû hilbijartina serokomariyê çêkir û kesayetiyekî bi nav reformxwaz derxistiye pêş, derxistina şer nakeve xizmeta berjewendiyên rejîma Îranê yên demdirêj. Ji ber ku rejîma Îranê bi anîna Mesûd Pizişkiyan dixwaze siyaseteke hevseng li hundir û derve bêyî pevçûn cih bi cih bike. Bi gotineke din dixwaze bi parastina hevsengiya hêz û vekirina deriyê diyalogê li ser hin dosyeyên têkildarî siyaseta navneteweyî û li hundir jî bi hin dirûşme û sozan demeke zêdetir qezenc bike û temenê desthilatdariya xwe dirêj bike. Lewma ne aqilane ye ku rejîma Îranê di vê demê de bi Îsraîlê re bikeve şerekî ku dizane encama wê dê ji bo wê zerar be.
Heta ku Îsraîl bi fermî kuştina Îsmaîl Heniye negire ser xwe, tu alî û hêz cesaret nake ku rasterast Îsraîlê bike armanc û saziyên navneteweyî û herêmî jî vî mafî rewa nabînin. Lewma pirs ev e, sûda kê di kuştin û armanckrina Îsmaîl Heniye de heye û çima li Tirkiye û Qeterê, ku Heniye ew qas diçû van her du welatan û dihat, nehat armanckirin û kuştin? Dewleta Tirk a dagirker bi xwe endamekî çalak ê NATO’yê ye, aliyek ji wan aliyên serekî bû ku Hemas teşwîq kir ku êrişî Îsraîlê bike, têkiliyeke wê ya xurt û neguher bi Îsraîlê re heye. Ne aqilane ye ku du endamên NATO’yê piştî wê civîna giran û kûr a meha borî ku li Washingtonê hat kirin, rûbarî hev bibin û li dijî berjewendiyên hev ên hevpar derkevin. Qeter jî roleke wê ya navneteweyî heye, hem cihê hêzên NATO’yê ye û hem baregeha hêzên Amerîkayê li wir e û hem welatekî Ereb e ku Amerîka çend sal in hewl dide di navbera Îsraîl û welatên Ereb de hevpeymanî û aştiyê saz bike û encama wan hewlan jî Peymana Îbrahîmî û damezrandina NATO’ya Erebî bû. Lewma jî Qeter ji bo cihbicihkirina planeke wiha guncan nabe û qezenca tu kesî tê de nedibû eger Îsmaîl Heniye li van her du welatan bihata kuştin. Lewma baştirîn û guncantirîn vebijêrk û cih,Îran û paytexta wî welatî bû. Lê ya girîng ew bû ku kî û dê çawa ev planê bi cih bianiya.
Çawa ku berê di mirina gumanbar a Îbrahîm Reîsî de dewleta Tirk tekane alî bû ku guman jê dihat kirin ku bi hevkariya destekî navxweyî ev kiryar pêk aniye, bi heman awayî di kuştina Îsmaîl Heniye de jî dewleta Tirk a dagirker û hetta heman ew destê navxweyî ku berjewendiya wan di şer û kûrkirina nakokiyan de heye li Rojhilata Navîn û cîhanê, ne dûr e ku wan kiryareke wiha pêk neanîbe.
Ji aliyekî din ve, di vê mijarê de girîngiya ronîkirina rastiyeke din heye. Dewleta Tirk a dagirker ji bo ku astengiyê bixe pêşiya wê korîdora bazirganî û enerjiyê ya cîhanî ku ji sala 2023’yan ve plana wê tê kirin ku ji Hindistanê ber bi Îmarat û Erebistana Siûdî û Îsraîl û Qibris û Yûnanistan û Ewropayê dirêj bibe. Dixwaze di navbera rejîma Îran û Îsraîlê de şer derxe. NATO, Amerîka û Îsraîl heta vê gavê mijara Hemas û Xezeyê ber bi çareseriyê birine, li ser Hizbullahê jî kar dikin. Amerîkayê bi hinceta tehdîdên Hizbullahê keştiyên xwe yên şer anîne ber peravên Lubnanê û Deryaya Aram, eger wê astengiyê jî derbas bikin, wê demê korîdor dê bigihêje Qibrisê. Dewleta Tirk ji bo ku çareseriya pirsa Qibrisê li gorî plana xwe bimeşîne, baweriya wê bi damezrandina du dewletên cuda ji bo Qibrisê heye. Lê Yekîtiya Ewropayê, Amerîka û NATO vê plana dewleta Tirk qebûl nakin û tenê dixwazin dewletek ji bo her du neteweyên nav Qibrisê were damezrandin. Dibe ku li wir nakokî bi dewleta Tirk re kûr bibin, ji bo ku ew plana Ewropa, NATO, Amerîka û Îsraîlê bi ser nekeve, dewleta Tirk hemû hewla xwe dide ji bo ku şer û nakokiyên navbera rejîma Îran û Îsraîlê gur bike û kûr bike. Ji ber van sedeman kuştina Îsmaîl Heniye li Qeter û Tirkiyeyê di berjewendiya sîstema modernîteya kapîtalîst de nebû, ne li Tirkiyeyê û ne li Qeterê û ne jî li tu welatekî din ê Erebî.