Iraq li pey şopa dewleta Tirk a li dijî Êzidiyan e!

Gelo çima heftê û çar ferman bi ser civaka Êzidî de hatine û tên qirkirin? Ji ber wê yekê ye ku dest ji îradeya azad, bawerî û çanda xwe ya resen bernadin û teslîmbûn û bindestbûnê qebûl nakin.

Sala 2014’an dema ku DAÎŞ’ê di 3’yê Tebaxê de êrişî ser Êzidiyan kir, ji bo vê yekê bû; xwest civaka Êzidî bi temamî ji holê rake û wan neçar bike ku dev ji çand û bawerî û dab û nerîtên xwe yên civakî berde, lê ew hewla wan bi ser neket û bi berxwedana şervanên YPG û YPJ û QSD û gerîlayên azadiya Kurdistanê û keç û xortên wêrek û fedakar ên Êzidî û kesên xwebexş û fedakar ên civaka Kurdistanê, Êzidî ji qirkirin û tunebûna yekcarî hatin parastin.

Ew Êzidiyên ku ji destê çeteyên DAÎŞ’ê rizgar bûbûn, ji xweliya xwe û bi îradeya xwe ya rastîn, kesayetiya xwe ya nû ava kirin û di gel vê yekê saziya birêvebirinê û hêza parastinê û rêxistinbûn û xizmetguzariya civaka Êzidiyan damezrandin û dest bi vejîna xwe kirin. Ango tekane alîkar û piştgirê vê civakê fikir û ramanên Rêber Apo bûn, ne tiştekî din bû. Lê tevî van hemû astengî û malwêranî û komkujiyan jî, dewleta Tirk a dagirker û hêzên kirêgirtî yên PDK û dewleta Iraqê li ser Êzidiyan bêyî ku îradeya Êzidiyan wek bingehê bigirin, li hev kirin. Di 9’ê Çileya sala 2020’an de peymaneke sê-hêlî li dijî hebûna îradeya serbixwe ya Êzidiyan ji aliyê her sê hêzên teslîmbûyî yên sîstema modernîteya kapîtalîst (dewleta Tirk - DAÎŞ - PDK - dewleta Iraqê) ve li dijî civaka Êzidî hate îmzekirin û ji wê demê ve bi hesin û agir êrişî ser Êzidiyan û cih û warê wan dikin.

Dewleta Tirk a dagirker ji asimanan û bi rêya îstîxbarata PDK û hikûmeta navendî û kirêgirtiyên herêmî, kadro û kesayetiyên pêşeng ên Êzidiyan dikin armanc û wan qetil dikin. Bi gotineke din ew Êzidiyên ku pêşengên civaka Êzidî ne, bi her awayî wan dikin armanc û wan tune dikin. Ji aliyekî din ve bi rêya komên çete û kirêgirtiyên herêmî hewl didin dubendî û fitneyê çêkin û civaka Êzidî ji hev dûr bixin da ku Êzidî belav bibin û yekgirtî nebin. Bi heman awayî û bi hezar û yek hîleyî hewl didin ku ew ciwanên Êzidî yên di nav refên YPJ û YPŞ û asayişa Êzdîxanê de ne, wan bêbawer bikin û dûr bixin û hêza parastina Êzidiyan belav bibe û bê hêz bibe.

Ev kiryarên nemirovî û dijminane yên li hember Êzidiyan hemû li ber çavên dewleta navendî ya Iraqê pêk tên. Dewleta Iraqê jî li şûna ku li hember van kiryar û siyasetên çewt ên ku li dijî hebûn û nasnameya Êzidiyan tên kirin, helwest û nêzîkbûneke exlaqî û wîjdanî nîşan bide û bibe bersiv û bertekê nîşan bide, ew bi xwe hêsankariyê ji bo qirkirina civaka Êzidî dike. Deh sal di ser komkujiya Êzidiyan re derbes dibin ku bi destê çeteyên DAÎŞ’ê hatibû kirin, lê heta niha herêma Şengalê wek kavilekê maye û tu hêsankarî û xizmetguzariyek jê re nehatiye kirin û birînên wan her roj nû dibin. Tu hewldanek ji bo vegerandina wan Êzidiyan tune ye ku di destê çeteyên DAÎŞ’ê de mane yan jî ji ber wan çeteyan li bazarên kirîn û firotinê û li welatan koçber bûne û hatine derbederkirin, û tevî vê yekê jî dewleta Iraqê û saziyên wê xwe ji vê yekê vedidizin.

Dewleta Iraqê diviyabû di nav van deh salan de yên ku destê wan di komkujiya civaka Êzidî de hebûn, çi bi awayekî rasterast û çi nerasterast, mehkeme bikirina û cezaya pêwîst bidaya wan. Lê di vê mijarê de jî bi awayekî siyasî û durû nêzîk dibe û naxwaze bi tu awayî xwe nêzîkî darizandin û cezakirina van kesan bike; ji ber ku beşa wê ya sereke di stûyê dewleta navendî bi xwe de ye.

Li şûna qerebûkirina civaka Êzidî, hewl didin ku Êzidiyan zêdetir ji cih û warê wan derxin û hêsankariyê dikin da ku ji cih û warê pêşiyên xwe derkevin.

Welatên Ewropayê jî bi heman eqliyetê nêzîk dibin, li şûna ku alîkariya Êzidiyan bikin da ku li cih û warê xwe bimînin û hebûn û dab û nerît û çand û bawerî û nasnameya xwe biparêzin, ew jî li ser navê alîkariyê,  Êzidiyan dikişînin derveyî welêt. Ji bo wan Êzidiyên ku bi alîkariya hêzên Sûriyeya Demokratîk û hêzên YPG û YPJ’ê ji destê çeteyên DAÎŞ’ê bi hatine rizgarkirin, li herêma Êzidiyan saziyeke alîkarî û bijîşkî ava nakin. Ji bo vegerandina wan rizgarkiriyên destê DAÎŞ’ê bo nav hembêza civakê, bi lez û bez bi rêya Nêçîrvan Barzanî û PDK’ê û bi rêya saziya ku qaşo “Navenda Rizgarkiriyên Kurdên Êzidî yên ji Destê DAÎŞ’ê” ye, ku navendê wê li Duhokê ye, wan dişînin welatên derve û Ewropayê û belgeyên zindî yên vê komkujiyê ji nav dibin. Armanc ji vê yekê ew e ku ew rizgarkiriyên destê komên çeteyên DAÎŞ’ê di bin navê parastinê de bi awayekî din wê komkujiyê ji bîr bikin û ji aliyekî din ve jî ji bo ku rûyê rastîn ê welatên Ewropayê û dewleta Tirk û sîstema kapîtalîst dernekeve û di dadgeheke adil de kiryarên wan eşkere nebin, wan derdixin derve; û tevî wê hemû daxwaza ji bo dadgehkirina wan çeteyan, dewleta Iraq û Sûriye û Tirkiye û Amerîka û Ewropa xwe ji vê yekê vedidizin.

Dewleta Iraqê wê saziya civaka Êzidî ku li ser navê Xweseriya Demokratîk a Şengalê hatiye damezrandin û nûnertiya îradeya rastîn a civaka Êzidî dike, qebûl nake û dixwaze bi awayekî wê hilweşîne û belav bike û naxwaze Êzidî xwedî sîstema xwe ya birêvebirin û parastin û aborî û çandî bin; ji ber ku di rastiyê de dewleta navendî ya Iraqê û PDK û dewleta Tirk dixwazin wî tiştê ku DAÎŞ’ê nekarî bi zorê û komkujiyê pêk bîne, temam bikin. Du meh berî niha di dema serdana Tayyip Erdogan a Bexda û Hewlêrê de, di navbera her sê aliyan de xalek jî jinavbirin û bêîradekirin û teslîmgirtina civaka Êzidî bû; ji bo vê yekê jî peymanek îmze kirin. Projeya Korîdora Besra - Mûsil - Rebîa - Tirkiye bi armanca parçekirina civaka Êzidî û dorpêçkirina civaka Êzidiyan û fetisandina sîstema xweseriya Êzidiyan e.

Di dehemîn salvegera komkujiya Êzidiyan de, li şûna ku dewleta Iraqê komkujiya Êzidiyan bi fermî wek jenosîd nas bike û sîstema xweseriya demokratîk a Êzidiyan bi fermî qebûl bike û hêzên parastina Şengalê (YBŞ û YJŞ û Asayişa Êzidiyan) û saziyên siyasî û sivîl û civakî yên Êzidiyan bipejirîne, bi hin soz û peymanên bêbingeh dixwaze gelê me (Êzidiyan) bixapîne. Serokwezîrê Iraqê Sûdanî bangeşeya dabeşkirina erdan li ser Êzidiyan dike û soza avakirina heft heşt hezar xaniyên rûniştinê li Şengalê dide. Ango Sûdanî dixwaze erdên Êzidiyan li ser Êzidiyan dabeş bike û ji bo wan kesên ku ji dewletê re stûyê xwe xwar dikin û daxwazên wê û teslîmbûnê qebûl bikin, xaniyan ava bike, lê heman dewlet ji aliyekî din ve bi biryareke siyasî û neniştimanî Partiya Azadî û Demokrasiyê ya Êzidiyan (PADÊ) bi hinceta ku nêzîkî PKK’ê ye, qedexe dike. Hikûmeta Iraqê ketiye dû siyaset û şerê taybet ê dewleta Tirk a dagirker û dixwaze bide dû wê. Dewleta Iraqê bi xwe jî baş dizane ku li herêmê alîkar û piştgirê DAÎŞ’ê dewleta Tirk û PDK ye, û di dema êrişa li ser Iraqê de tekane hêza ku parastina yekparçeyî û rûmet û şerefa gelê Iraqê û hikûmet û saziyên wê kir, gerîlayên azadiya Kurdistanê û ew kes bûn ku hilgirê ramanên Rêber Apo bûn.

Partiya Azadî û Demokrasiyê ya Êzidiyan (PADÊ) hilgirê ramanên azadî û hizra felsefî ya Rêber Apo ye û tu têkiliyeke wê ya rêxistinî bi PKK’ê re tune ye û ew biryara Dadgeha Bilind a Iraqê, bi temamî biryareke siyasî ye û bi fûtika dewleta Tirk a dagirker û PDK’ê hatiye derxistin û tu bingeheke wê ya hiqûqî û exlaqî tune ye. Ev biryara siyasî ya dewleta Iraqê wekî wan daxuyaniyên manîpulatîf e ku îstîxbarata PDK’ê û hikûmeta navendî li ser şewitandina dikan û bazarên herêma Kurdistanê û Iraqê derxistibûn.

Yê ku rûmet û şerefa dewleta Iraqê di dema êrişa komên çeteyên DAÎŞ’ê de, bi taybetî li deverên madeya 140, parast PKK û fikir û ramanên Rêber Abdullah Ocalan bûn, lê niha ew dewlet bi bêşermî partiya Êzidiyan PADÊ ji ber qebûlkirina fikir û ramanên Rêber Apo qedexe dike.

Dewleta Iraqê wê yekê jî dizane ku ew serokên Iraqî yên ku di dema êrişa çeteyên DAÎŞ’ê de alîkarî û piştgiriya DAÎŞ’ê kirin ji bo dagirkirina axa Iraqê, hemû reviyane Tirkiyeyê û dewleta Tirk wek stargehek ji xwe re hilbijartine û Barzanî û PDK’ê jî bîeta xwe dabû xelîfeyê DAÎŞ’ê Ebûbekir el-Bexdadî. Niha jî ji bo ku xwe ji pirsgirêkên navxweyî û derve rizgar bikin û gelên Iraqê bixapînin, pena dibin ber çêkirina derew û buxtanan.

Dewleta Iraqê û berpirsên hikûmetê û kesayetiyên olî - mezhebî û siyasî li şûna ku bertekê nîşanî hewldanên dagirkirinê yên dewleta Tirk a dagirker bidin û serwerî û yekparçeyiya axa Iraqê û rûmeta gelê Iraqê biparêzin, bûne rênîşanderên artêş û cendirme û komên çete yên dewleta Tirk a dagirker. Eger Iraq wek dewleta Tirk nêzîkî civaka Êzidî û gelê Kurd bibe, ev yek bêrêzî û bêhurmetî û çewtiyeke siyasî ye û dûr ji hemû pîvanên mirovî ye û şikandina rûmet û şerefa gelê Iraqê ye bi giştî. Ji ber ku ev rê, rêya dewletên dagirker û faşîst ên wekî dewleta Tirk e û rêya rejîma gorbigor a Sedam Hisên e û siberoja dagirkerî û dîktatorî û zordarî û faşîzmê jî hilweşîn û jinavçûn e.