Li ber siya dagirkeriya Tirk paşeroja siyaseta Iraqê
Rewşa heyî ji bo Iraqê işaretê bi qadeke tevlîhev a siyasetê dike. Sekna li dijî pîlan û ajandaya dagirkeriya Tirk wê di diyarkirina paşeroja dînamîkên welêt de diyarker be.
Rewşa heyî ji bo Iraqê işaretê bi qadeke tevlîhev a siyasetê dike. Sekna li dijî pîlan û ajandaya dagirkeriya Tirk wê di diyarkirina paşeroja dînamîkên welêt de diyarker be.
Bandora polîtîkaya dagirkerî û desteserkirinê ya Tirkiyeyê ku mehên dawî li Iraqê û Başûrê Kurdistanê dimeşîne, li herêmê dewam dike. Hikumeta Erdogan ku dixwaze şerê li dijî Kurdan hîn mezin bike, ji bo karibe armanca xwe pêk bîne, bi rêveberiyên Hewlêr û Bexdayê re konseptek ava kir û ev konsept nîşan dide ku şer pir alî ye. Bandora hewldanên leşkerî û siyasî yên mehên dawî li ser siyaseta zirav a Iraqê cihê meraqê ye. Paşeroja hikumeta Sûdanî jî ku bi helwesta xwe ya sist a li dijî dagirkeriya Tirk tê naskirin, yek ji wan mijaran e ku rojên bê herî zêde bibe mijara nîqaşê.
HEWLDANA BEHDÎNANÊ YA DÎPLOMASIYA TIRK
Di serî de 'Rêya Pêşvebirinê' têkiliyên bi hikumeta navendî ya Iraqê re hatine danîn, pêwendiya xwe bi wê yekê heye ku dewleta Tirk dixwaze tevlîheviya li Iraqê ji bo xwe bike firsendek. Hewldana herî mezin a sala 2024'an a dîplomasiya Tirk ew bû ku li ser bingeha 'alîkariyên' aborî û enerjiyê dagirkirina Kurdistanê bi Bexdayê da 'qebûl'kirin. Enqere ku hîn jî dawî li hewldanên bi vî rengî nîne, dixwaze pêşî li nerazîbûnên gengaz ên li Iraqê bigire ku xwedî siyaseteke piralî ye. Ji xwe karên niha li Behdînanê têne kirin, weke encameke van polîtîkayan bi kêrî dewleta Tirk têne nîşandan.
NAKOKÎ Û PEVÇÛNÊN BLOKA ŞÎA-SÛNÎ
Her çend bi rêya hemû qenalan hewl tê dayin welê bê nîşandan ku hemû aliyên li Iraqê li dijî Tevgera Azadiyê ya Kurdistanê ne, li herêmê şerê wekaletê yê navbera dewletên Tirk û Îranê dewam dike. Tehran di çarçoveya pêngavên xwe de ku li dijî dagirkeriya Enqereyê ya li Iraqê di sala 2021'ê de da destpêkirin, li Iraqê operasyonê li hemberî hemû partnerên dewleta Tirk dike. Di hilbijartinên heman salê de Tevgera Sadr, Partiya Teqaddûm a Iraqê ya bi lîderiya Mûhammed Helbûsî û PDK, weke tifaqa dewleta Tirk a li Iraqê bi rêxistin bûn.
Îranê jî ev yek weke bloka Sûnî ya li dijî xwe nirxand û hêza xwe ya li Iraqê ji bo hilweşandina vê tifaqê bi kar tîne.
OPERASYONÊN TEHRANÊ YÊN LI DIJÎ 'TIFAQA ENQEREYÊ'
Tehran ku piştî hilbijartinan kete nava liv û tevgerê, destpêkê berê xwe da Tevgera Aadr ku beşa herî mezin a tifaqê ye. Îran ku Sadr û derdora wî ji nava siyaseta Iraqê dahf da, piştre berê xwe da hin avaniyên siyasî û leşkerî yên ser bi Sadr ve. Sadr ku piştî navbera du salan bi navê 'Tevgera Şîa ya Neteweyî' işaretên vegera li siyaseta Iraqê da, dervehiştina wî ya li qada siyasetê bandorê li guhertina hevsengiyên di siyasetê de dike.
ZEXTA SEROKATIYA PARLAMENTÊ
Tehranê piştre bi rêya Dadgeha Federal a Iraqê ku bandorê li ser dike, Helbûsî yê ji bo Serokatiya Parlamenta Iraqê hatibû hilbijartin ji wezîfeyê xist. Zextên xwe yên siyasî û leşkerî dike û 9 meh in nahêle hilbijartinên Serokatiya Parlamenta Iraqê bêne lidarxistin.
GAVA HERÎ DAWÎ: PDK
Tehranê ku herî dawî berê xwe da PDK'ê, di ser hilbijartinên Başûrê Kurdistanê re bi rêya heman dadgehê gelek biryar da wergirtin. Têkilî û hewldanên PDK'ê yên bi hikumeta Erdogan re bûn sedem ku xelkê Başûrê Kurdistanê ji aliyê siyasî û aborî ve derbên giran bixwe. Piştî 30 salan statuya Başûrê Kurdistanê bû mijara nîqaşê ku ev pêvajo hîn jî dewam dike.
BANDORA NAKOKIYÊN ŞÎA YÊN NAVBERA KÛM Û KERBELAYÊ
Pirsgirêka herî mezin a Îranê ya bi Şîayên Iraqî re ew e ku Îran ferz dike, ku navenda Şîa bajarê Kûmê yê Îranê ye. Erebên Şîa yên li ber vê yekê radibin, diyar dikin ku siyaseta Îran ferz dike Şîatiya Fars e û destnîşan dikin ku divê Kerbela û Necef esas bêne wergirtin. Ev herdu nêrîn dem bi dem dibe sedem ku derdorên siyasî yên Şîa yên li Iraqê tifaqên siyasî, leşkerî û aborî bi cîhana Ereb a Sûnî re dîne. Ji ber nêrînên cuda yên navbera aliyan her tim di partner û tifaqan de guhertin çêdibin.
VEGERA SADR
Eger Sadr di dema nû de bi danîna têkiliyên bi DYE'yê re li qada siyasî vegere, dibe ku di krîz û nakokiyên li Iraqê de bibe xwedî rol. Lewma têkiliyên Sadr ên dema dawî bi Erebistana Siûdî û Mîrnişînên Ereb re daniye, bi van pêşketinan re dimeşe. Di heman çarçoveyê de Barzanî jî di ser hilbijartinan re têkiliyê bi Mîrnişînên Ereb re datîne. Lewma ev yek weke pêngavên aliyê din têne nirxandin.
HEVKARIYA BI DAGIRKERIYÊ RE WÊ BIKE KU HIKUMETA SÛDANÎ HILWEŞE
Rewşa heyî ji bo Iraqê işaretê bi qadeke tevlîhev a siyasetê dike. Sekna li dijî pîlan û ajandaya dagirkeriya Tirk wê di diyarkirina paşeroja dînamîkên welêt de diyarker be. Ev rewş wê beriya her tiştî bandorê li hikumeta Sûdanî bike, ku niha guh nade dengê gelê Iraqê. Hikumeta Sûdanî ku xwe ji bo hilbijartinên giştî yên Iraqê yên sala 2025'an amade dike, bi 'hevkariya xwe ya bêdeng' a li pêşberî dagirkeriyê di nava gel de dibe sedema nerazîbûnan. Gelê Iraqê ku dagirkeriya Tirk hîn di bîra wan de ye, bi bîr dixîne ku eger hikumet hîn bêhtir gavan neavêje wê karibe rabe protestoyên hîn mezin. Ev rewş ji bo paşeroja hikumeta Sûdanî xwedî roleke diyarker e. Gavên ku heta niha hatine avêtin nîşan dide ku hikumeta heyî wê nikaribe careke din bibe hikumet.
DANÛSTANDINÊN NAVBERA ENQERE Û BEXDAYÊ
Mijareke din a ku ji bo aliyan girîng e, aqûbeta peymanên li ser bingeha planên dagirkeriyê yên nû yên dewleta Tirk ên li Iraqê ye, ku li Iraqê hikumet timî tê guhertin. Enqere ku li ser bingeha projeya 'Rêya Pêşveçûnê' hewl dide têkiliyeke kûr bi Bexdayê re dîne, civîna duyemîn ji bo projeyê lidar xist û ber bi Iraqê ve jinûve dest bi firotina elektrîkê kir. Di berdêla vê yekê jî liv û tevgera artêşa Tirk a li xaka Iraqê û Başûrê Kurdistanê ji nedîtî ve tê. Her wiha hewldanên krîmînalîzekirina Tevgera Azadiyê ya Kurdistanê ya li nava raya giştî ya Iraqê, encamek ji têkiliyên herdu aliyan e.
EGER SÛDANÎ BIÇE WÊ ÇI BI PEYMANÊN BI ERDOGAN BÊ
Enqere ku dixwaze peymanên mohr kiriye mayinde bike, hesabê wê yekê dike ku eger hevsengiyên siyasî yên li Iraqê bê guhertin, ku rojane têne guhertin, zêde xisarê nebîne. Li aliyê din dane hemû nîşan didin ku hikumet wê biguhere. Li Bexdayê bûye rewşeke karakterîstîk, ku hikumeteke nû xwe nade ber 'peymanên' hikumeta beriya xwe. Yek ji tirsên herî mezin ên Enqereyê jî ev e. Hewl dide tavilê hemû sazî û dînamîkên dewleta Iraqê ji vê re qanih bike.