Xelkê herêmê ti carî li hemberî bomberan û wêrankirinê serî netewandiye. Cardin li ser kavilan gundên xwe ava kirine. Ji ber vê ev ax jî ev asîman jî xwediyên xwe baş nas dikin. Ji ber ku ev ax bi pîroziyên xwe re di bin êrîşên herî xedar de jî bi ewladên xwe yên jêhatî re her serî rakiriye, ti carî ji neyaran re nabin yar.
Ew in (Xiyaneta PDK'ê) welatê xwe difroşin û bi çarenûsa gelekî dileyîzîn, ew in dixwazin xiyaneta xwe veşêrin, ji bo vê jî bêrehmiya herî mezin ên hevkarên xwe yê kîrêt erê dikin û warên herî pîroz a vî welatî pêşkeşî dagirkerên faşîst dikin. Ev xakên qedîm ku bûye dergûşa qehremanî û lehengiya Kurdên bi rûmet di roja îro de wekî ku bêxwedî mabe dibêje; “Ax axa me ye lê bi êrîşên xwe ve dibêjin ne xak ne jî asîman ne ya we ye.” Ev gotin têrî dike ku dilê mirovan bisoje, agir bikeve hinavê mirovan.
YÊ KU DIAXIVE ÊŞ Û AZARÊN DÎROKÎ YA GELÊ KURD E
Ew mirovên ku dixwazin li warê xwe, li ser xaka kal û pîrên xwe bijîn cardin bi rûyên herî reş, bi rûpelên herî tarî ya dîrokê re rûbirû tên, lewre êşên xwe yên dîrokî jî wiha tînin ziman. Bi darê zorê ji gundên xwe tên derxistin, keda wan a bi salan tê wêran kirin, şewitandin, di bin potînên qirêj ên dagirkeran de tên pelçiqandin. Lewma dibêjin “êdî wekî ku ev ax û asîman ne ya me ye.” Di vir de yê ku diaxive êş û azarên dîrokî ya gelê Kurd e, yê ku bilêv dibe encama kiryarên xayînan ango vegotina rastiya kûrmên darê ye. Ku wek mîkrobekî herî qirêj di her serdemê de derdikeve pêşiya gelê Kurd û li ser hebûna wê dibe xetereye herî mezin.
Ji ber êrîşên faşîst yên dewleta Tirk û palpişta wan a malbata Barzanî, serî de xelkê herêma Behdînanê yên ku ew jî jana herî kûr a Enfalê jiyane cardin heman jandariyê bi wan didin jiyîn û neçar dihêlen ku ji warên xwe koç bikin ango hewl didin dîroka resen a vî gelî ji holê rabikin. Gelo gengaz e ax û asîmanê ji eslê xwe derxin, ji kokê de hilweşînin, heqîqeta wê bidin jibîr kirin? Bêguman na. Her çiqasî dewleta Tirk a faşîst û dagirker bi êrîşên xwe yên bêhed û bêhesap, difikire ku ew dikare çiyayan zeft bike, asîmanan tarî bike jî lê ewledên herî binirx û dilwêrek ên gelê Kurd, gerîlayên azadiyê ev xeyalên pûç û vala wek herî carî di qirikê wan de dihêle, ji Metîna û Zapê vedigerîne.
NE LI SER VÊ AX Û NE JÎ LI BIN VÊ AXÊ CIH JI WAN RE NEMAYE
Gelê Kurd gelekî bihêz e ku li hember her tofanekî rabûye, car bi pêşengtiya Şêx Seîdan ji bo serxwebûna xwe şer kiriye, carna bi serî rakirina Qazî Mihemedan li hember komployên dijminan bi serbilindî serkeftina gelê xwe raberî dost, dijmin herkesî kiriye û niha jî bi PKK’ê re li hember hemû hêzên komploger şer dike. Gelê Kurd ku bi Enfalan re rû bi rû ma, bi komî hatin qetlkirin, bi dehan caran gundên wan hatine şewitandin, di rêyên koçberiyê de êşên herî jandar re rû bi rû hatin lê cardin li ser kokên xwe hêşîn bûne. Gundên Dergelê, Mîska û yên din yê ku rojê bi dehan caran tên bombardimankirin, ne carekî bi dehan caran hatine wêrankirin, xira kirin lê xelkê herêmê ti carî serî netewandiye. Cardin li ser kavilan gundên xwe ava kirine. Ji ber vê ev ax jî ev asîman jî xwediyên xwe baş nas dikin. Ji ber ku ev ax bi pîroziyên xwe re di bin êrîşên herî xedar de jî bi ewladên xwe yên jêhatî re her serî rakiriye, ti carî ji neyaran re nabin yar. Lewma çiya, gund û gundewarên herêma Behdînanê bi taybetî jî çiyayên Metîna û Amêdiyê ku her roj tên bombardiman kirin, şewitandin, wêran kirin ti carî tine nabin. Her êrîşekî de zêdetir bihêz tolê rabike. Ev rastiyekî wiha ye ku zû-dereng hem faşîzma dewleta Tirk hem jî xîyanetkarên PDK pê re rû bi rû bimînin. Ji niha ve diyar e ka kî were kîlît kirin. Lewre radibin û dirûnin, bi derewên xwe yên bê bingeh dibêjin, “Di vê havînê de em ê operasyonên Pençe-Kîlît bidawî bikin.” Lê tê dîtin çiqasî rewşekî belengaz û perîşan de ne. Ji Metîna heta Sergelê, Amêdiyê û Rojavayê Zapê rojane derbên wiha ji gerîlayên HPG-YJA Starê dixwin ku êdî ne dikarin pêş de biçin ne jî dikarin paş de birevin. Ango ne di vê axê de ne jî di bin vê asîmanê de cih ji wan re nemaye.
HER KÊLÎ ŞERÊ MAN Û NEMANÊ TÊ MEŞANDIN
Ne di vê axê de ne jî di bin vê asîmanê de cih ji dagirkeran re nîne.
Rêber Apo dibêje; “Li Kurdistanê bêyî têkoşîn pel jî nahêje.” Dema em dakevin kûraniya vê hevokê û di roja xwe ya îro de rastiya şer ya tê jiyîn deynîn holê em ê bibînin ku ev gotinekî çiqasî dîrokî û watedar e. Bi taybetî di rastiya Kurd û Kurdistanê de heqîqetekî wiha ye ku ne mirov dikare ji nedîtî were ne jî piştguh bike. Lewre ji bo azadiya gelekî, ji bo hebûna netewekî her kêlî şerekî man û nemanê tê meşandin. Ev şer şerekî wiha ye ku herkes xwe ker, kor û lal bike jî heqîqeta şerê milîtanên Apo’yî ti carî nayê veşartin. Ji ber ku kokê wan ji dîrokê heta niha bêyî ku lewaz bibe her diçe bihêztir dibe. Bi vî rengî tê dîtin ji bo ku hebûna gelekî were misoger kirin tenê rêyekî heye ew jî têkoşîn kirin e. Di rastiya Kurdistanê ya vî serdemê de zelal e ku tenê Tevgera Apoyî û gerîlayên azadiyê ji bo parastina hebûna gelê xwe têdikoşin. Ne tenê li hember dijminê xwe jê zêdetir beramberî Kurdên xayîn di nava têkoşînekî bêeman de ye.
Lewma ez ê bi gotinên herî giranbûha ya Qazî Mihemmed ku di oxira rizgarî û serxwebûna gelê Kurd de çûye sêdarê, vê rastiyên dîrokî ya herî zelal dûbare bînin ziman; “Di dawiya de xiyaneta xayînan vedigere ser xwediyên xwe. Dijmin dijmin e. Bêrehm û bêwîcdan e. Lê eger kesekî berpirsiyar nêz bibe ji bo parastina axa xwe pêşiya wê negirin, nebin asteng, keviran neavêjin. Lewre çi ji wê qenctir û hêjatir nîne ku mirov ji bo gelê xwe canê xwe feda bike. Ev mirin, mirina herî pîroz e.”