ANALÎZ

Îtirafên Mukriyanî yên têkildarî Barzanî û roja me ya îroyîn

Van rojan dema ku mirov bi metoda berovajî li hemû gotinên Barzanî dinêre, mirov rastiyan dibîne. Yek ji baştirîn mînaka vê yekê risteyên Hêmin Mukriyanî ne.

Ji dîrokeke berovajî avakirina pêşerojeke maqûl, di hemû şerên heya niha pêk hatine de tekane rêya ku hêza serwer û aliyê hevkar serî lê dane ye. Hevkarî; hemû deriyên xiyanetê vedike ku her çend li ser demeke dirêj derbas bibe jî tu tişt nikare bibe asteng ku rastî xwe nîşan bide. PDK’ya ku van rojan hewl dide ku li dijî herka dîrokê ferasteke berovajî ava bike û bi hemû hêza xwe hewl dide ku ‘’dîrokeke Kurdistanê’’ ya nû binivîse.

Van rojan dema ku mirov bi metoda berovajî li hemû gotinên Barzanî dinêre, mirov rastiyan dibîne. Yek ji baştirîn mînaka vê yekê risteyên Hêmin Mukriyanî ne.

Tespîta ‘’lêkolînkirina yekem pêngavan’’ a ji bo fêmkirina hemû detayên bûyerekê, ew tespît e ku van rojan ji bo eşkerekirina rewşa Kurdistanê tê bikaranîn. Kiryarên Barzaniyan yên van rojan xwe dispêrin beriya niha. Çawa ku di sala 1946’an de Qazî û hevrêyên wî li erdê hatin hiştin, yên ku îro pêk tên weke dewama mijara berbehs xwe nîşanî me didin.

Ji destana ku bi reva Mele Mistefa Barzanî ya ji Komara Kurdistan a Mahabadê destpê, dike heya ‘’agahiyên’’ ku Mesûd Barzanî di pirtûka xwe bi navê ‘’Têbiniyên ji Dîrokê re’’ de parve dikin, ji vir heya lehengiyên roja me ya îroyîn jî di nav de berhemên xwe dispêrin dezenformasyonê weke encama hewldanên navborî tên pêşxistin. Girêdayî vê yekê hewlên veguherandina xiyanetê bo têkoşînê yan jî veguherandina revoketiyê bo şerekî dijwar her ku diçe zêdetir dibin.

Taktîk, rê û rêbazên ku serî lê tê dayîn jî yek ji mezintirîn çeka Dîreya Leşkerî ya Taybet e ku ji aliyê gel ve tê naskirin. Ev polîtîka li Tirkiyeyê bi navê AKP xwe nîşan dide û ger mirov bi berfiehî jî lê binêre jî li Rojhilata Navîn xwe weke dagirkirina herêmê nîşan dide.

Tevî ku dewleta Tirk ji bo dîroka nû ku li erdnigariya Ereban girêdayî zîhniyeta Neo-Osmantiyê pêş xistiye, hemû derfetên xwe bi kar tîne jî têkildarî mijarê di navbera Erebistana Siûdî û Tirkiyeyê de şerekî mezin ê serweriyê rû dide. Serokê Sûidî Muhammes bîn Selman ku li dijî dagirkeriya dewleta Tirk serî rakiriye; di vê qadê de girêdayî polîtîkayeke ‘’modern’’ ji bo têkbirina hewl û monopoliya dewleta Tirk  di rêzêfîlman de pereyekî mezin xerc dike. Siûdî bi vê yekê li dijî feraseta dibêje erdnigariya Erebistanê xaka Tirkan e jî şerek daye destpêkirin.

Lê belê rêyên hevşib yên PDK serî lê dide jî weke xirabtirîn awayê kopyakêşiyê xwe nîşan didin.

Beriya ku em li Bûyera Seîdan ya li Aşbetalê binêrin heya bûyerên weke Dagirkirina Hewlêrê ya li gel BAAS’ê, qetilkirina pêşengên Şoreşa Başûr Elî Esker û Şêx Hisên Babexş Êzidî, tasfiyekirina têkoşîna Rojhilat ya di şexsê Dr. Qasimlo, Suleyman Mûînî û Mela Awara de, şerê li hemberî Tevgera Azadiyê ya Kurdistanê, ambargoya Mexmûrê ya bi salan e berdewam dike, terikandina Şengalê û bi hinceta referandûmê berdana Kerkûkê em li risteyên helbestvan Mukriyanî binêrin, em ê bi hin belgeyên din re rû bi rû bîmînin.

Helbestvan Hêmin Mukriyanî ku di sala 1921’an de li gundê Laçîn ê girêdayî Mahabadê ji dayîk bûye, di nava Komeley Jiyanewey Kurd de dest bi xebatê dike ku di sala 1946’an de navê xwe weke Partiya Demokrat a Kurdistanê guherandiye. Mukriyanî di Komara Kurdistanê a Mahabadê de ku di heman salê de hatibû avakirin, di warên siyasî û çandî de xebatan bi rê ve dibe û sekreteriya Serokwezîrê Komarê Hecî Baba Şêx jî dike.

Mukriyanî piştî hilweşandina Komarê derbasî Başûrê Kurdistanê dibe û li wir di warê edebiyatê de mohra xwe li binê gelek berhemên serkeftî dixe û piştî 28 salan di pirtûka xwe de qala bûyerên ku wê serdemê pêk hatine, dike. Mukriyanî di kurtebiyografiya xwe bi navê ‘’Bargehî Yaran’’ de cih dide agahiyên balkêş ku di vê xebata xwe de navên kesên têkildarî bûyerê ji ber ewlehiyê diyar nake. Mukriyanî bi van gotinan qala hatina artêşa Îranê, bê ka kengî jê agahdar bûye, standina biryara têkoşînê û rewşên guherîne, dike:

‘’Qazî ji bo partî û komarê li odeya xebatê ya partiyê heya derengî kar dikir. Dema ku ne li wir jî bû ji bo rewşên awarte kesek dihişt li şûna xwe. Wî kesî karên weke neqilkirina raporan û ger hebin biryar radigihandin. Wê şevê dora mana odeya xebatê ya partiyê ya li şûna Qazî ya min bû. Min ji bo Rojnameya Kurdistanê gotarek amade dikir. Piştre hevalekî min ê pilêdar hate li cem min. Li ser maseya di odeyê de radyoyek hebû û weşana Radyoya Tehranê vekirîbû. Dema ku hevalê min dest da radyoyê bala min a ser nivîsê têk çû û min dev ji nivîsandinê berda…’’

‘’Piştî demeke kurt li ser radyoyê telgrafa ku Artêşa Şah ketiye Tebrîzê weke şahiyekê dihat dayîn. Li hemberî vê telgrafê em matmayî bûn. Ez demildest li Pêşewa (Qazî Mihemed) geriyam û min ew agahdar kir. Pêşewa jî ji min xwest ku ez li rêveberên din bigerim û ji wan re bibêjim ku bila derbasî mala Pêşewa bibin…’’

‘’Ez jî di nav de wê şevê em hemû derbasî mala Pêşewa bûn. Birayê Pêşewa Sedr Qazî nûreê Komarê yê li Tehranê bû lê belê wê rojê li Mahabadê bû. Herî zêde jî ew dilnerehet bû. Çawa ku ji rewşê agahdar bû derbasî Tehranê bû lê belê di rê de ji aliyê artêşa Şah ve hatibû binçavkirin. Piştî ku Tebrîz ket, her çar perçeyên Kurdistanê hate dorpêçkirin. Wê şevê hemû rêveberên PDK-Î’yê li mala Pêşewa bûn û moralê hemûyan jî baş bû. Di heman şevê de di pêşengtiya Hecî Baba Şêx de Konseya Şer hate avakirin. Girteya yekem; biryara têkoşînê hate dayîn û girte hate mohrkirin.  Lê belê beriya ku hibra mohra navborî ziwa bibe, gotin ku endamekî wê konserê reviyaye. Roja din rewş guherîbû. Biryara têkoşînê nehate bicihanîn û pêşmerge li eniyên ku divîya lê şer bikin, vekişiyabûn.’’

Tê zanîn ku di dîroka Komara Kurdistan a Mahabadê de Mele Mistefa Barzanî tevî ku Serfermandarê komarê jî bû tekane kes e ku li gel leşker û heyeta xwe reviyaye.

Her wiha di wê serdemê de di çarçoveya sînorên Îranê de li gel Mahabadê jî tecrûbeya Rêveberiya Xweser a Azerbeycanê hebû ku navenda wê Tebrîz bû.