ANALÎZ

Ji bo dagirkeriyê navenda şerê taybet: Odeya operasyonên hevbeş

Beriya civîna Bexda ya ku Erdogan ji bo dagirkirin û îlhaqkirinê lidarxistî, agahiya ava kirina odeya operasyonên hevbeş ya di navbera dewleta Tirk, Iraq û PDK’ê de her ku diçe hinek din şênberiyê qezenç dike.

ANALÎZA TÊKILDARÎ DAGIRKIRIN Û ÎLHAQÊ

Serokkomarê Tirk ê AKP’yî Recep Tayîp Erdogan, bal kişandibû ser operasyona ku bi navê “Pençe-Kîlît” a li Başûrê Kurdistanê tê rêvebirin û gotibû ku wê operasyonên mijara gotinê di wextek nêzîk de xelas bibin. Gava ku hem herêmê û hem jî di qada navnetewî de ji bo operasyonên dagirkeriyê liv û lebat zêde dibin, pêşketin tenê bi rewşa leşkerî ve sînordar namînin. Di qada Iraq û Başûrê Kurdistanê de; operasyonên ku MÎT, Parastin û îstîxbarata Iraqê hewl didin li hember Tevgera Azadiya Kurdistanê pêş bixînin jî, aliyek din ê şer e. 

IRAQ HEWL DIDE DIREW DERXÎNE, LÊ RASTIYÊN QADÊ CUDA NE

Beriya civîna Bexda ya ku Erdogan ji bo dagirkirin û îlhaqkirinê lidar xistî, agahiya ava kirina odeya operasyonên hevbeş ya di navbera Dewleta Tirk, Iraq û PDK’ê de her ku diçe hinek din şênberiyê qezenç dike. Her çiqas hikûmeta Iraqê bêje ku nêzîkî rewşek wiha nebûye jî, lê belavbûna zêde ya agahiyên spekulatîf ên di demên dawî de li dijî Tevgera Azadiya Kurdistanê li Başûrê Kurdistan û Iraqê tê weşandin, rewşê berevajî nîşan dide. 

SAZÎ Û KESÊN DI NAVA ODEYÊ DE CIH DIGIRIN

Dema ku ji bo wan rojevan organîzasyona mijara gotinê dikeve tevgerê, di odeya operasyona hevbeş de jî li ser navê Wezareta Karên Derve ya Tirk Hakan Fîdan, Musteşariya MÎT’ê, Parastin, Wezîrê Karên Derve yê Iraqê Fuad Husên, Şêwirmendî Ewlehiya Neteweyî ya Iraqê Qasim Erecî, Wezîrê Karên Herêma Kurdistanê Rêber Ehmed û Pêşmergeyên Roj ên girêdayî wî û hêzên Zerevanî yên Ezîz Weysî serkêşiya wan dike, hene.

PÊŞMERGEYÊN ROJ Û ZÊREVANÎ

Niha Pêşmergeyên Roj û hêzên Zêrevanî yên ku bi koçber kirina gelê Behdînanê re hatin erkdarkirin jî ji aliyê wezareta karên hundir a Rêber Ehmed serkêşiya wê dike ve tên fînansekirin.

Ji ber sedema ku YNK di Wezareta Pêşmergetiyê de bihêze, lewra derveyî odeya operasyonên hevbeş de hatiye hiştin. 

DIXWAZIN ŞOPÊN DI ERDNÎGARIYA EREBAN DE YA DAGIRKERIYA TIRK XÊZ BIKIN

Yek jî armancên bingehîn ew e ku dixwazin şopên dagirkeriya 400 salan a di destpêkê de ya li ser Iraqê û piştre ya li ser erdnîgariya Ereban a Osmaniya ku bûye navê berê ya faşîzma Tirk jê bibin. PDK jî wek rojane hewl dide dagirkeriya Tirk a ku 30 salên dawî Başûrê Kurdistanê tarûmar dike şîrîn nîşan bide. Dema ku di vê mijarê de medyaya Tirk bitaybet jî li ser TRT’ê bang li cîhana Ereban dike, li herêmê jî medyaya PDK’ê bûye navnîşanên destpêkê ya dezgehên şerê taybet rêve dibin. Tê pêşbînîkirin ku wê di demên pêş de di serkêşiya vê avahiyê de li qada Iraqê li dijî PKK’ê hin planan bixînîn dewreyê.

DESTPÊKA SENARYOYAN: ŞEWAT

Lêgerînên krîmînalîzekirina PKK’ê yên li ser şewatên ku di serî de Kerkuk û Hewlêrê hat tewanbarkirin, îfadeyên ku bi armanca pêşiya bertekên li dijî operasyonên dagirkeriya Tirk derdikevin bigirin; ji derdora siyasî zêdetir wek zimanê kolanê derket pêş.

JI PDK’Ê HETANÎ MUSEVÎ

Gava ku odeya operasyonan li ser şewatan senaryoyek mezin amade dikir, Berdevkê Wezareta Karên Hundir Mîqdad Musevî û Midûrê Giştî ya Dîvana Wezaretiya Karên Herêma Kurdistanê Hemîn Mîranî jî starta wan xebatên odeyê dabûn. Hetanî ku li Bexda senaryo dihat amadekirin gelek hurgiliyên zirav di diyalog û bûyeran de dihatin diyarkirin; li paş perdeyê jî, PDK’ê milyon dolar ji Musevî re dişandin. Niha di nava agahiyên tên belavkirin de cih digire ku vê pêşbirka behr standinê, di nava cemeata Şîayan de pêşî nerehetiyan vekiriye.    

BERDEVKÊ ODÊ, FUAD HUSÊN

Li Iraqê li ser planên leşkerî û siyasî perê reş gelek caran tê mezaxtin û ji bo ku senaryo tenê bi “daxuyaniya çapemeniyê” re sînordar nemîne, amadekarî hatiye kirin. Piştî daxuyaniya yek ji endamên qaşo “bi rûmet” ê odê Rêber Ehmed, Fuad Husên ket nav liv û tevgerê û ji êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk re got, “ne operasyon e.” Ev gotin jî parçeyekî plana ku didome ye. Huseyîn ne tenê li raya giştî ya Iraqê, di warê navneteweyî de jî yek ji berdevkên “berevajîkirina” operasyona dagirkeriyê ye. Wezîrê Karên Derve yê Iraqê her wiha li Bexdayê bi rengekî veşartî amadekariyên 50 baragehên nû yên leşkerî yên ku Tirkiyeyê li Behdînanê çêkirî, meşandiye.

ERECÎ YÊ KU LI ŞÛNA AMÊDIYÊ LI CIHÊ BARZANIYAN DIMÎNE, PERE WERGIRT?

Tê îdîakirin ku Şêwirmendê Ewlehiya Neteweyî ya Iraqê Qasim Erecî hem bi Tirkiyeyê re peymanên bazarî dike, hem jî ji bo ku dagirkeriya Tirk li Başûrê Kurdistanê pêk were, nêzî 300 milyon dolar wergirtiye. Erecî ji aliyê Sûdanî ve hate erkdarkirin, di encama vê yekê de Erecî bi şandeyekê ji bo operasyonên dagirkeriyê yên Tirkiyeyê lêkolîn bike, li Hewlêr û Silêmaniyê gelek hevdîtin kirin. Tê payîn ku encama hevdîtinên ku Erecî kirine, bi rengekê rapor pêşkêşî hikûmeta Sudanî bê kirin. Naveroka raporan jî mijara meraqê ye.

ŞENGAL WEKE CIHÊ DAGIRKIRINÊ HATE DIYARKIRIN

Şandeya lêkolînê di serî de Amêdiya ku lê dagirkerî pêk hatî, li şûna ku biçe Behdînanê li Hewlêrê hevdîtin bi Mesrûr Barzanî re pêk anî ku ev yek jî rewşa hikûmeta Sûdanî radixe li ber çavan. Erecî di rapora xwe de li şûna kiryarên dewleta Tirk yên li Iraq û Başûrê Kurdistanê bal kişand ser Peymana 9’ê Cotmehê ku peyman bi fermanên Barzanî li dijî gelê Şengalê hatiye îmzekirin. Her wiha Erecî nîşan da ku hikûmeta Bexdayê li hemberî dagirkeriya dewleta Tirk helwesteke çawa nîşan dide.

GEL VEDIXWÎNE BEHDÎNANÊ

Hikûmeta Sûdanî ku rewşa wê zêde baş nîne, xwe ji hilbijartinên giştî yên nêzîk dibin re amade dike. Gelê Başûr jî dibêje; ‘Ger hikûmeta Sûdanî bixwaze li dijî dagirkeriyê derbikeve, divê were Behdînanê û guhdarî gel bike.’ Gelê Başûr her wiha Qasim Erecî vedixwîne Herêma Amêdiyê ya ku şer û dagirkerî lê bi rengekî dijwar berdewam dike.