Rêber Apo siyaseta asîmîlekirina gelê Kurd têk bir

Dijmin nekarî vî gelê kevnar ku rehên xwe berdane vê axê, tune bike û gelê Kurd di çarçoveya fikr û ramanên Rêber Apo de careke din xwe vedît û dijminê xwe nas kir. Niha jî ji bo hemû mirovahiyê şer dike, ne tenê ji bo mayîna gelê Kurd.

Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan her tim gel ji jenosîd û metirsiyên siyaseta asîmîlekirinê hişyar kiriye û gotiye: Siyaseta asîmîlekirinê siyaseta desthilatdarî û sermayeyê ye ku bi rêya tundûtîjiya laşî ya rût, bêkarî û birçîbûnê li ser komên civakî dimeşîne. Dewleta Tirk jî wek hovtirîn dewlet siyaseta tunekirinê li hember gelê Kurd dimeşîne.

Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di parêznameyên xwe yên “Manîfestoya Şaristaniya Demokratîk” de di berga pêncem de behsa siyaseta asîmîlekirina gel a ji aliyê desthilatdariyê ve dike. Ev siyaset komên civakî bi awayekî dixe rewşa koletiyê ku nasnameyên wan parçe parçe dike û berxwedana wan têk dibe. Zêdetirî 100 sal e ku dewleta Tirk a dagirker bi armanca tunekirina gelê Kurd siyaseta asîmîlekirinê dimeşîne.

KESAYETIYA ASÎMÎLEKIRÎ ÇAWA YE?

Der barê kesayetiya asîmîlekirî de behsa wê yekê dike ku erka sereke ya ku dikeve ser milê koleyê asîmîlekirî ew e ku bi awayekî mutleq bişibe serdestê xwe. Ji bo ku cihê xwe di nav sîstemê de veke, tekane rêya ku ji bo jiyan û mayînê pêşkêşî wî tê kirin ew e ku di demeke kurt de dev ji nasnameya xwe ya civakî ya berê berde û xwe bi çanda serdestên xwe re biguncîne. Ji ber vê yekê ew civaka ku rastî siyaseta asîmîlekirinê hatiye, ji mirovên nehişyar pêk tê ku hatine kedîkirin û xesandin. Ev cure mirov ji bo xizmetkirin û xulamtiyê dikevin pêşbaziyê, tu biryar û kiryareke wan a azad tune ye, di şêweyê mirovan de bi qasî ajalekî hatine biçûkkirin.

DESTHILATDAR JI BO ASÎMÎLEKIRINA GEL KÎJAN ÇEKÊ BI KAR TÎNE?

Rêberê Gelê Kurd têkildarî wê yekê ku desthilatdar bi kîjan mekanîzmeyê gel tune dike, diyar dike ku çîna serdest ji bo sepandina bênasnametiyê li ser civaka asîmîlekirî du çekên sereke bi kar tîne. Ya yekem, tundûtîjiya laşî ya rût e. Di rewşa derketina biçûktirîn serhildan û îsyanê de, şûrê qirkirinê li ser stûyê wî ye. Ya duyem jî rewşa birçîbûn û bêkariyê ye. Bi vê qanûnê tê gotin ku eger tu li ser nasname û çanda xwe rijd bî û nebî xizmetkarê serdestê xwe, dê serê te bê jêkirin yan jî tu yê birçî bimînî.

KURD WEK QURBANIYÊN SIYASETA ASÎMÎLEKIRINÊ

Rêber Ocalan tekez dike ku gelê Kurd li Rojhilata Navîn mezintirîn qurbaniyê siyaseta asîmîlekirinê ye, ji êrîşa bêkariyê destpê dike heta qirkirin û jenosîdê diçe. Eger takekesekî Kurd siyaseta çandî ya netewe-dewletê qebûl neke, her çi qas jêhatî be jî, hemû deriyên saziyan û pêşketina kesayetiyê lê tên girtin. Çi dema ku takekesên gelê Kurd dikevin ber siyaseta asîmîlekirinê yan teslîmbûna dilxwazane hildibijêrin, derî li ber wan tên vekirin, dibe ku heta asta serokomariyê jî biçin. Dema ku teslîm nabin û berxwedanê hildibijêrin, tevî qirkirinê, her cure bela û karesat li wan tê kirin.

PKK’Ê ÇAWA SIYASETA ASÎMÎLEKIRINA LI SER GELÊ KURD TÊK BIR?

Di berdewamiya mijara siyaseta qirkirinê ya li ser Kurdan de, dide zanîn ku têkoşîna PKK’ê di bingeha xwe bi rêya belgeyên îdeolojîk derxistina pirsa Kurd bû. Siyaseta înkarkirin û qirkirinê bi awayekî veşartî ji aliyê sîstemê ve dihat meşandin. Di 80 salên borî de bi rêya bikaranîna tundûtijî û amrazên aboriyê Kurd hatibûn neçarkirin ku dev ji hebûna xwe berdin. Rastiya gel û civakekê li holê bû ku ji xwe hatibû biyanîkirin, li vir pêngava 15’ê Tebaxa 1984’an di bingeha xwe de ew biyanîbûn şikand, bi vî awayî jî siyaseta înkarkirin û qirkirinê û encamên wê pûç kirin.

Li vir xuya dibe ku Rêber Apo di avakirina vê şoreşê de berî her tiştî di xema zindîkirina hebûna gelê Kurd de bû, ji ber ku piştî ketina Medan, Kurd her tim li ber jenosîda çandî û laşî bûne. Nasname û çanda Kurdan ji hemû aliyan ve dihat Erebkirin, Tirkkirin û Fariskirin û hindik mabû bi temamî bê tunekirin. Eger di sedsala 18’an de hewla hin zana û xwendewaran nebûya, dê zimanê wî jî li ber tunekirinê bûya. Lê belê PKK’ê bi pêşengiya Abdullah Ocalan gelê Kurd ji wê tunekirinê parast û ji hemû cîhanê re got ku mirovahî xiyanetê li wî cihî dike ku landika mirovahiyê ye. Gelê Kurd bi hezaran salin li Zagrosê dijî û şaristaniyeke dewlemend pêşkêşî mirovahiyê kiriye. Bi vê yekê takekesên Kurd ji biyanîbûn û xwebiçûkdîtinê rizgar kirin. Dijmin nekarî vî gelê kevnar ku rehên xwe berdane vê axê, tune bike û gelê Kurd di çarçoveya fikr û ramanên Rêber Apo de careke din xwe vedît û dijminê xwe nas kir. Niha jî ji bo hemû mirovahiyê şer dike, ne tenê ji bo mayîna gelê Kurd.