Nirx û axa gelekî bêxweparastin namîne

Gerîla, li dijî dagirkerî û xiyanetê axa Kurdistanê diparêzin. Gelê Başûr divê demildest xweparastinê esas bigire, xwedî li gerîlayan derkeve û pêşî li îxanet û dagirkeriyê bigirin.

Gelê Kurd û gelên ku li Kurdistanê dijîn, bi sedan sal in rastî sîstema êşkencê ya dewletê hatine. Ji bo ku gel nebe xwedî îrade û biryara xwe bi xwe nede, sîstemeke ku her cure tê de zext heye, hatiye pêş xistin. Sazî û avaniya xwe li ser esasê ku ti carî gel nekaribe dewletê tine bihesibîne, ava kir. Dîwarê zordarî û zilmê bi destê mêran pêş dixe û bi vê yekê re her maleke taybet di bin kontrola xwe de digire. Bi destê bav, bira û mêrên evîndar sîstema xwe ya dîktator jiyanê saz dike û mîna ku dixwaze teşe dide civakê.

Civakê bi modela proto-dewlet re zîhniyeta desthilatdariyê sazkiriye. Sîstemeke şerê taybet a netewperest daye avakirin. Zîhniyeta serdest a ku di malbatê de dest pê dike, di emrê biçûk de bi mirovan tê hînkirin û ev sîstem weke dîwarekî nayê hilweşîn li pêşiya mirovan tê danîn. Sîstem welê hatiye dîzaynkirin û pêşxistin ku bi ti rengî kes nekaribe hilweşîne. Dewlet ji bo karibe li gorî berjewendiyên xwe bersivan bibîne, serdestiya xwe mayînde bike û serdestiya xwe bidomîne, her tim pêwîstî bi malbatê ku proto-dewlet e dîtiye. Lê belê hewcehiya malbat, kesayet û civakê bi dewletê nîne. A rastî bi bêdewletî re, mirov dikarin di her şert û mercî de hê aramtir û jiyaneke birûmetir bijîn. Wateya jiyanê dema ku civak bi îradeya xwe bijî, dikare xwe bigihîne rastiya xwe. Bêyî dewletbûyîn her tişt pêkan e. Lê ev rastî ji bo dewletê bi xwe ne wisa ye. Dewlet dema nekaribe desthilatdariya xwe li ser gel bide meşandin, wê nekaribe hebûna xwe jî bidomîne. Gava gel nebe ew bi xwe ne tiştek e û mehkûmî têkçûnê ye. Di vir de çawa ku hebûna wê wateyek îfade nake, nebûna wê jî tiştek îfade nake. Dewlet dibe ku armanca wê sîstemeke serdest be, lê ti wateyeke wê nîne.

MANTIQA BAV DEWLET

Dewlet bi xwe berhema zîhniyeta serdest û zîhniyeteke sazkar e. Sîstema desteserkirin, talankirin, derew, xapandin, kedxwarî, komkujî û êşkence, bi kurtasî her tiştên şaş di bingeha hebûna dewletê hene û weke ku tê fêmkirin ti tiştekî ya dewletê nîne. Sîstemeke ku xwe li ser hilberîn, çavkaniyên gel ên debarê, kedê û heta bi desteserkirina mirovan xwe ava dike. Dewlet amûreke zordestî ye, amûreke tirsê ye. Sîstemeke înkar û asîmîlasyonê ye. Ne saziyek ji bo berjewendiya gel e. Ji ber vê yekê bi ti awayî pêwîstiya gelan bi dewletê nîne. Gel xwedî qanûn, rêzik û adetên xwe ye. Ev kevneşopiyên ku xwe dispêre serdemên berê, rêzikên ku gel bikaribin xwe bi xwe bi rê ve bibin û li gorî îmkan û mercên xwe bersiva pirsgirêkên xwe bidine. Ji bo vê jî gel xwedî wê hêz û îrade ye ku xwe birêve bibe. Bi yekîtî û hevgirtina xwe, dikarin hemû pirsgirêkan çareser bikin. Lê belê sîstemeke bi vî rengî hatiye avakirin ku feraseta ku gel û civak bêyî dewletê nikarin xwe bi rê ve bibin, di mejiyê mirovan de hatiye neqişandin û mîna rêbazek rûniştiye. Di rastiyê de di nava malbatê de jî ev sîstem hatiye rûniştandin. Ji ber vê yekê, dewlet mîna bav ji aliyê civakê ve tê dîtin. Di wargehên dewletê de ev kevneşopî ji zaroktiyê ve tê hînkirin.

PÊWÎSTÎ BI XWEPARASTINÊ HEYE

Ji dîrokê û vir ve, ji ber hilberînê, berhemdariyê û hin rewşên çandî, civakan di nava xwe de hin nakokî jiyane. Lê belê di naveroka wê de ti carî sedemek ji bo şer an jî mantiqê şer nîne. Ji ber ku şer bûyereke desteserkirin, talan, qirkirin û wêrankirinê ye ku ji aliyê dewletê ve hatiye avakirin. Dewlet ji bo hebûna xwe û pêşketina desthilatdariyê xurt bike pêwistî bi gel heye. Pêwîstî bi berhem, xizmet û hêza pêşvebirinê ya gel heye ku xwe mezin bike û emrê xwe yê demdirêj bidomîne. Ji bo ku van hemû bi dest bixe û xwe bide jiyîn divê gel li gorî daxwaz û xwestekên wî be. Ji ber ku îrada gel wê li pêşiya wî bibe asteng, vê carê ji bo îradeya serhildêr biçewisîne û birêve bibe her tişt dike. Ji bo vê jî pêşî li yekîtiya gelan yanî rewşa bûyîna civakê tê girtin. Dewlet ji bo van hemûyan bi dest bixe, bi înkar, tinekirin û talankirinê re bi tinekirina nirxên bingehîn ên civakê re şexsan diafirîne. Şexs bi xwe jî dibe dewlet. Di parêznameya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan de pênaseya "proto-dewlet" heye. Kesê ku takekes be êdî ew kes e ku civakê dihelîne, înkar dike û li şûna wê dibe dewlet. Pêwîste şerekî adîl ku mirovan dike mirov were meşandin û di parastina yekitî û nirxên bingehîn ên civakê de bibe wesîle. Rêberê Gelê Kurd ji vê re digot "xweparastin, parastina rewa". Civak û gelên li gorî taybetmendiyên însanî li dijî şer in jî, ji bo parastina hebûna xwe, nirxên xwe û ewlekariya jiyanê divê şerên xwe yên maf bimeşînin. An wê mehkûmî mirin, asîmlebûn, hilweşandin û rizandinê bin. Dibe ku bijîn, lê bi tenê ji aliyê fîzîkî ve. Li beramberî jiyana rastî, azad û heqîqetê, mirov nikare weke jiyaneke rast pênase bike.

XWEPARASTIN DIVÊ ÇAWA WERE XURTKIRIN?

Me li jor jî anî ziman ku şer amûreke desteserkirin, talan, wêrankirin û qirkirinê ye ku ji aliyê dewletê ve hatiye dîzaynkirin. Şerekî ku gel bi îradeya xwe bimeşîne û xwedî sedemên mafdar bin, nabe mirov bişibîhîne amûreke şer. Ji ber ku dewlet ji bo hebûna xwe pêk bîne, her cure rêbazên êrîşê li ser gel pêş dixe û bi armanca girêdan û kolekirinê şer dide meşandin. Lê belê pêwîstiya gelan û civakan ji bo xweparastinê bi şer heye. Ji ber ku di bingeha civakan de bi hêsanî serî tewandin, qebûlkirina koletî, bêdengî û qebûlkirina pişavtin, talan û wêrankirinê nîne. Kole be jî, vê rastiyê ti carî napejirîne û cewhera îradeya wî, ew ber bi serhildaneke mafdar ve dibe. Ji bo vê jî dewletê her cure rêbazên şerê taybet di nav gel de bi cih kiriye. Polîs, leşker, MÎT, sîxur û her cure teknîkên ku îstîxbaratê di nav xwe de dihewîne 24 saetan di nav civakê de ye da ku civakê kontrol bike, zextê çêbike, hêzê bi kar bîne û bikuje. Û bi sîstema hiqûqê ya ku maf dide wî ku her tişt bike. Her wiha bi televîzyon, radyo û medyaya ferazî mudaxeleyî her hucreya civakê dike. Li gorî rêzikên hiqûqa cîhanê jî, tevî ku pêvajoya dîlgirtinê qediya ye jî, Rêberê Gelê Kurd bi rêbaza herî giran a êşkence û tecrîdê re hê tê ragirtin. Bi salan e her kesê ku li dijî vê derdikeve, li ba Abdullah Ocalan disekine, xwedî li nirxên xwe derdikeve, îradeya xwe û Kurdbûnê diparêze û daxwaza nasnameya azad dike, digirin û dixin zindanan. Zêdeyî 10 hezar girtiyên ku yekane sûcê wan daxwazkirina azadiyê ye, tevî ku demên xwe yên "ceza" qedandine jî, tevî ku pêwîstiyên wan ên jiyanî nayên bicihanîn jî tên qetilkirin, lê nayên berdan. Li dijî mantiqa şer ku dayikên 60, 70 û 80 salî digire, mafê her mirovî ye ku di nava xweparastinê de şer bike.

JI BO KU GEL XWE BIPARÊZE DIVÊ AMÛRÊN ŞER BI DEST BIXE

Eger mafek bi zorê ji destê gelekî hatibe girtin, pir rewa ye ku ew gel xwe biparêze, li dijî wê derbikeve û şer bike. Ji ber ku dewlet rojek tê, bavê te, diya te, xwişk û birayê te, cîranê te, hevalê te, hevsera te dibe, bêyî ku têkîldarî hebûna wan tu agahî bide te, heta dawîye te ji wan mehrûm dihêle. Dewleta ku bi vê yekê re sînordar namîne, dîsa tê û ax, mal, kar û keda te talan dike, dişewitîne, desteser dike û ji bo ku te biselihîne ev yek li ber çavên te dike û ji te re dibêje ‘ez xwediyê her tiştî me.’ Mafê bûyîna mirovekî azad ku mirovan dike mirov, tê desteserkirin. Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan weke rêberê ku ev polîtîkaya dewletê dît û gelan bi stratejiya xweparastinê û parastina rewa bi rêxistin kir, cesaret da wan ku serî hildin û rê li ber rizgariya gelan vekir. Ew Rêberekî ku bi rêxistinkirina mafan, avakirina yekîtiyê, avakirina alternatîfa xwe ya leşkerî û avakirina modela azadiyê ya civakan ji nû ve mafê jiyanê bi dest dixe. Bi rêxistinkirina gelê Kurd, avakirina artêşeke gerîla û rêxistinên parastina herêmî re, parastina rewa û xweparastina gelê Kurd pêk aniye.

GERÎLA RÊXISTIBÛNA XWECIHÎ Û XWEPARASTINÊ XURT KIR

Gerîlayên azadiyê hêzeke ku îdeolojî û felsefeya Rêberê Gelê Kurd di çarçoveya tevgera PKK’ê de, parastina gel a rewa weke propagandaya çekdarî dimeşîne. Ji ber ku tevgereke ku ji gel pêk tê ye, bingeha wê ya sereke gel e. Zarokê gel bi xwe ye. Ev stratejiya şer artêşeke gel e ku zêdeyî 50 sal in hem di nava gerîla de û hem jî di nava gel de bi hezaran şehîd dane, her ku diçe mezin dibe û pêş dikeve. PKK ku xwe dispêre zemîneke sexlem ku wê tu car nekeve û tune nebe, êdî ji bo hemû gelên cîhanê jî modela taktîka şer e. Tevgera mirovî ya pêşenge ku dikare jiyaneke azad, civakeke azad û modela jina pêşeng a azad biafirîne.  Artêşeke gerîla ye ku hema hema li her derê Kurdistanê, Tirkiye, Iraq, Îran û Sûriyeyê hebûna xwe didomîne û ji bo azadiya civakan bêyî dudilî şer dike. Dewleta Tirk li gel ku di şerê ku bi salan in dewam dike de dibe ku bi milyon caran li hemberî artêşa gerîla ya PKK’ê têk çûye jî di şerê talan, îmha û desteserkirinê de israr kiriye. Dewleta Tirk ku bi her curê amûr û rêbazên şer ên di destê xwe de êrîşan pêk tîne, li ber çavê hemû cîhanê li dijî artêşa gerîla sûcê şer dike. Dewleta Tirk ku di vî şerî de ku zêdeyî 4 sal in tê berdewamkirin, tu tiştekî bi ser nexist, li hemberî îradeya gerîlayekî jî winda kiriye. Li gel ku bi vê têkçûnê re her roj dixwaze sûcê xwe yê şer bi awayekî har li pêş raya giştî rewa bike jî, dema mijar dibe Kurd û Kurdistan her kes bêdeng dibe. Bi taybetî PDK û Malbata Barzanî ku herî zêde pê xweş dibin û bi vê yekê re namînin, heta dawî xizmeta vê desthilatdariya har dikin û tabloya xiyanetê di dîrokê de dubare dikin, sûc û gunehê herî mezin dikin.

GELÊ BAŞÛR DIVÊ BI AFIRANDINA XWEPARASTINA XWE AXA XWE BIPARÊZE

Ji sala 2021’an ve şefê faşîst Erdogan û xiyanetkar PDK û Barzanî ku axa xwe pêşkêş dikin, axa û erdnîgariya Kurdistanê guhertin. PDK’ê li gelek cihan nuqteyên kontrolê ava kir, bi seferberkirina hemû derfetan rê û mewziyên ku destûrê dide desteserkirina dewleta Tirk ava kir. Li nêzî qadên gerîla lê ne, qûle û xelekên ku leşkerên Tirk bi rehetî bi cih bibin ava kirin. Ev hiqûmet çima pêwîstî dibîne ku bi awayekî hovane tolê ji gelê xwe hilîne? Çima zorê li gelê xwe dike ku weke koleyan li pêş dewleteke din rabin silavê? Gelek gund bi hinceta ku gel piştgiriyê dide gerîla tê valakirin, gundî tên binçavkirin. Bi top û balafiran li bax û baxçeyên wan didin.

Ji bo rawestandina vê talanê divê piştgirî bidin Gerîlayên Azadiya Kurdistanê. Ji ber ku PDK ji bo Başûrê Kurdistanê rêya xwe diyar kir, bi eşkere bazarkirin heye. Wê ew weke firoşkarên ax û gelê xwe derbasî dîrokê bibin û Gerîlayên Azadiyê jî weke yekane artêşa qehreman a axa Kurdistanê diparêze, cihê xwe di dîrokê de bigire. Wê gelê Başûr hilbijêre. Yan wê razî bibin ku axa wan were dagirkirin yan jî wê li kêleka Fedayiyên Azadiya Kurdistanê, artêşa gerîla ku kêlî bi kêlî li ber xwe dide, cih bigirin û welatê xwe biparêzin. Tu bijarteyên din tune ne.

Gelê Başûr ku bi hezaran şehîd dan, li dijî rejîma Saddam jî derket. Her mal, her malbat herî kêm çend kesan ji dest dan. Helebçe jî bêyî rawestan axa xwe parast û rê neda dîktatoriyê. Niha PDK û hikûmeta Barzanî van axan ku gel xwîna xwe lê rijandiye, bi destê xwe qirêj dikin. Yên axa wan ji dest diçe nikarin bibêjin ‘ez dijîm, zarokên min dijîn, heywan û baxên min hene.’ Bi çûyîna ser gora şehîdan û xwendina duayan nikarin ruhê wan şa bikin. Bêdengiya li hemberî xiyanetê mirin e. Ji ber vê yekê divê gelê Başûrê Kurdistanê bi lezgînî hesab ji kesên ku hatine axa wan desteser bikin û kesên destûrê didin desteserkirinê bixwazin û azadiya xwe bi dest bixin. Eger her kesekî bi îradeya xwe bêhnê bigire, nexwe destê wan çekê digire, kevirê digire, dikare kulma xwe rake. Tu kes nikare rê li ber xweparastina wan bigire. Ji ber ku gelekî yekbûyî, ji hikûmetê xurttir e. Ger ji dengekî zêdetir deng derbikeve, ev tê wateya ku li wê derê pirsgirêkek heye û weke bersiv jî serhildan heye. Tiştekî nîne ku gelê Başûr ji tu kesî bitirse, jixwe her mirovên ku axa xwe diparêzin mafdar in.

Azadî tu car nayê dayîn, divê mirov bizane bigire. Gerîlayên Azadiyê ji bo azadiyê bigirin her hucreya xwe dane vê dozê. Berxwedan, têkoşîn û şerê rûmetê ya îro tê dayîn nîşaneya vê ye.