Rewşa Rojhilata Navîn a ji ber lîstikên netewe dewletê li ber çavan e
Heta ku mejiyê netewe dewletê ji holê neyê rakirin ti proje nikare rojhilata navîn ji tengavî û pirsgirêkan rizgar bike.
Heta ku mejiyê netewe dewletê ji holê neyê rakirin ti proje nikare rojhilata navîn ji tengavî û pirsgirêkan rizgar bike.
Ji bo herêmê, ez ji bikaranîna têgînên krîz û kaosê direvim, ez hewl didim kêm bi kar bînim. Ji ber ku ya diqewime eger şerê germ be, wê wextê mirov wê daxe krîz û kaosê, dibe ku bixapîne. Bêguman şerên roja me ya îro ne dişibin şêweyê şerên serdema destpêkê û navîn, ne jî şerên modernîteyê heta bi herdu şerên dinyayê dane kirin. Nexasim bi Şerê Cîhanê Yê Yekemîn û Duyemîn re şer bûn girseyî. Piştî Şerê Cîhanê Yê Duyemîn jî bûn civakî. Modernîteyê di meşa xwe ya cinawirî ya sêlingên distanê de şerên diqewimîn weke şerên hundir û derve ji hev cihêkirin û destnîşan kir ku dema şeran a li derveyî civakê bi dawî bûye û serwextbûna wê ya li dema nû dihat wê maneyê ku şerên li derve û hundir di nava civakê de bi hev re wê bêne meşandin û ev pêdivî li gorî cewherê wê yê nû bû. Bi giştî rastiya şer a li tevahiya civaka Rojhilata Navîn diqewime, bi taybetî jî rastiya şerên bi tevahiya rewşa xwe ya derketine holê, şerên Filistîn-Îsraîlê, Afganistan-Pakistanê û Îran-Iraqê di vê çarçoveyê de bê analîzkirin, gelekî girîng e. Bûyer û pêvajoyên bîra mirov hemûyan nikare rake, bi analîzên di vê çarçoveyê de bêne kirin, wê baştir bêne fêhmkirin.
Bi hegemonya DYE-YE’yê şerên nû yên li Rojhilata Navîn têne meşandin, dikarin çawa bi encam bibin? Gelo wê zêdetir bibin û belav bibin? Dibe ku hêzên hegemon herêmê biterikînin? Eger biterikînin an jî neterikînin divê mirov li benda çi be? Eşkere ye ku mirov nikare bersivên zelal û vebirrî bide van pirsên bingehîn. Lê diyar e ku em ji sedî sed bi qonaxeke dîrokî ya cuda re rûbirû ne.
HETA KU MEJIYÊ NETEWE DEWLETÊ JI HOLÊ NEYÊ RAKIRIN
Şensê serketinê yê Projeya Rojhilata Navîn a Mezin nîne ku DYE dixwaze bixe rojevê. Ji xwe xwe ev proje xwe dispêre netewe dewletan. Bi heman rengî gelek projeyan Rojhilata Navîn xistiye nava tevlîheviyê. Rewşên ku projeya dawî bû sedem jî ne cuda ye. Heta ku mejiyê netewe dewletê ji holê neyê rakirin, ti proje nikare Rojhilata Navîn ji tengaviyê û pirsgirêkan, ji şer rizgar bike. Hem Yekîtiya Ereb hem jî rêxistina Konferansa Îslamî ji ber ku xwe bi mejiyê netewe dewletê seqet kirine, di çareseriya ti pirsgirêkê de rola xwe nebûye. Heta ku mejî û rêxistiniya heyî ji holê neyê rakirin, şensê wan ê çareseriyê jî nabe.
Herweha li dijî DYE û hêza hegemon a xwecihî Îsraîlê hem Îran û hem jî Tirkiyê bi Hîzbûllah û El Qaîdeyê şerên serdestî û bandorzêdekirinê dimeşînin û ev pirsgirêkan bêhtir dikin ku nikaribin ji nav derkevin û ji vê jî wêdetir bi kêra tiştekî nayên. Hesabên wan ên ji bo para xwe zêde bikin, her kêlî dibe ku berevajî li wan vegerin. Bi tevahî van dekûdolabên berê û nû yên dewleta netewe Rojhilata Navîn xistin rewşeke darî çav. Bi navê “Em pirsgirêkan çareser dikin, em dîplomasiya sifir pirsgirêk dimeşînin” pirsgirêk bêhtir mezin bûne, ji navê nikarin derkevin û bûne mîna gulokeke lihevgeriyayî. Çawa ku me hewl da em nîşan bidin, ev rewşa Rojhilata Navîn eşkere ji ber dewleta netewe ye, û ji ber şêweyê avabûnê ye. Dîsa me bi heman awayî eşkere dabû xuyakirin ku ji bo derketina ji vê rewşa kaotîk, zêhniyeta neteweya demokratîk a modernîteya demokratîk û avahiya xweseriya demokratîk, paradîgma nû û modela herî di cih de ya wekhevîxwaz, azadîxwaz û demokratîk e. Modelek e ku riya aştî û ewlekariyeke mayînde nîşanî her kesî û her civakê dike.
ÎSLAM A RADÎKAL AN JÎ NERM NE XWESTÎ KAPASÎTEYA BÛYÎNA SÎSTEMÊ YE
Êrişa dused salên dawî ya Rojava dibe ser Rojhilata Navîn (Napolyon dabû destpêkirin, Brîtanyayê pêşde bir û DYE dewam dike) hê jî dom dike. Ev êriş nexasim di roja me ya îro de ji Afganistanê heta bi Fasê, ji Qafqasan heta bi Nava Efrîkayê li gelek herêman weke şerên sar û germ tê dewamkirin. Ya diqewime rewşa herî qels a sîstemê ye. Ya rastî, xeleka herî qels a modernîteya Rojava, Rojhilata Navîn a ji rêûresmê ye. Di dused salên dawî de hewl dan sêlingên distanê bidin rûniştandin, lê van hewldanên wan ji kûrkirina kaosê pêve bi roleke din ranebûn.
Hevkarên modernîteyê yên bi Îslamê cîlakirî, çi yên radîkal çi jî yên nerm, di rewşa kaotîk de bûn serê biskê. Ne weke Îslam ne jî bi awayekî din kapasîteya wan a bibin sîstem nîne. Tevî ku li herêmê ji anarşî û kaosê wêdetir rewşek heye, mirov nikare behsa gavavêtinên serketî bike. Ya mirov dikare behsa wê bike û bibêje ew e, rewşa kaotîk her dikele. Her kel di wê rewşê de ye ku xusûsên nû pêk bîne û tevlî xwe bike. Di encama vê kelê de îhtîmalek heye derkeve holê, ew jî dibe ku sentezeke Rojhilat-Rojava be. Ne Rojhilat dikare cinsekî ji şaristaniyên xwe yên kevin ji nû ve zindî bike, ne jî Rojava bi awayekî yekalî dikare modernîteya xwe enjekte bike. Xweseriya senteza pêk bê, wê qabîliyeta bersivdana pirsgirêkên civakî ya tevgerên rêxistinî û avahiyên zanistî diyar bike.
Aliyên mijarê di gavavêtinê de wê hevdu înkar nekin, ev yek îhtîmaleke qels e. Têra xwe eşkere bûye û derketiye holê ku gavavêtineke nû wê bi zanista oryantalîzma Rojava pêk neyê. Zanista xwezaya civakî ya Rojhilat bi tenê li benda pêşengên xwe ye. Gavavêtina tê xwestin, bi hilberîna vê zanistê, bi rêxistinkirin, bi tevgerkirin û civakbûna wî, dikare pêk bê.
Di serî de li Afganistan, Iraq, Îran, Sûrî-Lubnan, Îsraîl-Filistînê, asta pêxîrtengiya siyasî ya li welatên Rojhilata Navîn gihiştiyê, vê nêzîkatiya me piştrast dike. Bi tevahî dewletên hûr û gir ên li herêmê hatine avakirin, çi bi navê millîgir çi jî bi navê dîndartiyê be, eşkere nikarin ji rola fîguran û ajanên dema wan bihurî yên modernîteya kapîtalîst wêdetir biçin tiştekî din îfade bikin. Eger mirov li dîroka wan a kurt binêre, wê zehmet nebe ku mirov fêhm bike, dewletên millîgir û Îslamî îmalatên emperyalîzmê yên dused salên dawî ne. Ji ber ku berhemên hegemonîk in, bi sedema terora li ser pêkhatina ‘welatiyê seyr-sosret’ dimeşînin, rûyê rastî yê van dewletan bi ti awayî nehatiye fêhmkirin.
Bi qasî hêzên dewleta netewe û desthilatdariyê yên li Rojhilata Navîn qadeke din nîne ku karibe evçend rola xwe ya ajan-fîgurantiyê veşêre. Di vê de tecrûbe û hegemonya îdeolojîk a di encama dekûdolabên desthilatdarî û dewletê yên hezarê salan de hatine bi dest xistin para xwe girîng in. Yên kûrahiya krîzên desthilatdarî û dewletê li Afganistan, Iraq û Îsraîl-Filistînê dibînin, heye ku ji rewşê loma bikin. Lê belê, ev rastî çiqasî bingehê kûr ê dîrokî yê rewşa krîz û kaotîk nîşan bide û ewqasî jî nîşan dide û piştrast dike ku aliyekî wê yê girîng ê têkildarî hilweşîna şaristaniyê heye. Dewletokên neteweyî yên dused salên dawî bi tenê hilnaweşin, di heman demê de rêûresma deshilatdarî û şaristaniyê ya pênc hezar salî jî hildiweşe.
Krîzên dewlet û desthilatdariyê yên li Rojhilata Navîn, eger li ser bingehê şaristaniyê bêne analîzkirin, mirov dikare li wan serwext bibe. Cîlaya dused salên dawî ya modernîteya kapîtalîst divê nebe sedem ku mirov krîza şaristaniyê nebîne. Jixwe modernîte bi xwe, bi kirinên xwe yên li Rojhilata Navîn, xisletên xwe yên kaotîk bi tevahî û bi awayekî eşkere li naverastê li pêş çavan raxistî ye. Bi qasî van kirinên wê yên li naverastê, tecrûbeyeke din nîne ku hînî me bike ku kapîtalîzm rejîmeke krîzê ye.
ÇARESERIYEKE HÊZÊN SERWER NÎNE
Wexta ku em di çarçoveya vê perspektîfa bingehîn de binêrin, xusûsa pêşî ya der barê rojane de em bibêjin ew e, ne hêzên ji rêûresmê ne jî hêzên serdest ên modern, çi bi giştî ji bo derketina ji nav pirsgirêkên civakî û çi jî bi taybetî ji bo derketina ji nav krîz û kaosê çareseriyeke wan a pêşkêş bikin, tine ye. Hêzên bi xwe çavkaniya pirsgirêk û krîzê ne, hemin nikarin bibin hêza çareseriyê. Çi li ser navê dînperestî û çi jî bi navê milletperestiyê, mirov xwe biavêje dîroka ji rêûresmê, çareserî nabe. Ji ber ku dîroka van hêzan jî dîroka çaresernekirinê ye. Kîjan şaristaniya bi heybet a kevin dikare ji nû ve were zindîkirin? Eger Îslamiyet û Osmanî bêne vejandin jî ev vejandin wê herhal di bin hekîmtî û parastineke xurt a DYE’yê de û bi hêza wê ya mûcîzewî pêk bê ku ev jî wê bibe Îslamiyet û Osmaniyeke din.
Çareseriyên hêzên modern pêşkêş bikin, nînin. Ew bi xwe bi pirsgirêk in, û avakerên sîstemeke dewamî bi krîz in, baş e, wê wextê ew ê çawa bibin çareserî? Krîza fînansî ya rojane bi aliyê xwe yê avabûnê û global, rêya derketinê nabîne. Hîmên Rojhilata Navîn bi hezarê salan xwe berdidin û modernîteyê kiriye ku çareserî û xelasiya ji pirsgirêk û krîzên wê zehmetir bibe. Baş e, naxwe ew ê kîjan çareseriyê pêşniyar bikin? Sîstemeke ku bi tenê bi lîstina hejmar û kaxizên ferazî ji hilberîna dinya heyî deh qatan zêdetir ango li derdora 600 triliyon dolarî dişêlîne, îhtîkar dike, ne çareseriyê, bi tenê dikare deriyê cehennemê veke.
Eger em behsa ‘Şerê Cîhanê yê Sêyemîn’ bikin, divê em bibêjin, di serî de bîlançoya bûyerên li welatên diyar ên weke Iraq, Afganistan, Libnan, Pakistan, Tirkiye, Yemen, Somalî û Misrê ji zû ve ji gelek aliyan ve ji bîlançoyên Şerên Cîhanê yê Yekemîn û Şerê Cîhanê yê Duyemîn derbas kiriye û ev jî ji bo fêhmkirina rastiya vî şerî têrê dike. Jixwe ji ber sîlehên nukleer mirov dikare fêhm bike ku wê ‘Şerê Cîhanê yê Sêyemîn’ parçeparçeyî be, demeke dirêj û bi teknolojiyên cuda dewam bike. Civîna Bilind a dawî ya NATO’yê li Lîzbonê pêk anî û şidandina dorgirtina li Îranê ji aliyê DYE ve, nîşan dide ka wê ‘Şerê Cîhanê yê Sêyemîn’ çawa bimeşe.
‘Şerê Cîhanê yê Sêyemîn’ rastiyek e, û bi giranî navenda lê diqewime cografya Rojhilata Navîn û atmosfera wê ya çandî ye. Em bi tenê li bûyerên li Iraqê diqewimin binêrin û navenda ‘Şerê Cîhanê yê Sêyemîn’ lê gurr bûye temaşe bikin, em ê bibînin ku bûyerên li vir diqewimin têkiliya xwe bi welatekî re nîne. Ji ber ku bûyerên li vir pirr eşkere nîşan didin ku têkiliya wan bi hebûn û berjewendiyên hêzên hegemonîk re heye. Kengî Îran bi temamî bêtesîrkirin, li Iraq û Afganistanê aramî wê pêk bê, Çîn û Emerîka Latîn êdî nebin tehlûke, belkî ev şer bi dawî bibe. Ango ev şer hê li nîvî ye. Dibe ku ev şer bi kêmanî hê deh salên din (li gorî pîlanên dawî û stratejîk ên NATO’yê) dewam bike. Di çarçoveya zanistên civakî de rast nîne ku mirov bibêje, bi awayekî vebirrî wê wisa bibe, lê bi îhtîmaleke xurt wê wisa bibe. Carinan dîplomasî û carinan jî wê şîddet zêde bibe. Bi krîzên ekonomîk ên bi kontrol û dijwar wê destwerdin rojevê. Carinan wê pêşektiya qadan biguhere, lê bi vî awayî yan jî bi awayekî din şer bi giştî wê li gelek qadan pêk bê. Eger ev xwezaya bingehîn a şer li ber çavan were girtin, hingê baştir wê bê fêhmkirin ka çima operasyona 1998’an a li dijî min di çarçoveyeke navneteweyî de hatiye meşandin û çima operasyona herî mezin a Gladîo’ya NATO’yê ye. Bêguman di şerên mezin de timî hêzên hegemonîk bi ser nakevin, gel jî dikarin gelek tiştan bi dest bixin. Heta hêzên hegemonîk ji aliyê sîstemîk ve dikarin têk biçin, gel jî dikarin ji aliyê sîstemîk ve bi ser bikevin.
NETEWE DEWLET NEÇARESERÎ Û ŞER BI XWE RE TÎNE
Di roja me ya îro de yek ji felaketên herî mezin di warê asêmayîna dewleta netewe de li ser xeta Afganistan-Pakistanê pêk tê. Herweha bi vê ve girêdayî pirsgirêka Keşmîrê jî bi temamî ji ber dewletparêziya netewe ye. Pirsgirêkên Pakistan-Hindistanê, Pakistan-Bangladeşê ji ber heman zêhniyeta milletperest pêk hatine, hê jî pêk tên. Çareserî û aştiyên dewleta netewe li gorî xwezaya wê rê li ber şer û çaresernebûnê vedikin. Ev mînakên berbiçav jî vê rastiyê têra xwe rave dikin. Li Afganistanê xwestin modelên dewleta netewe yên hem komarger, hem monarşîk, hem jî sosyalîzma pêkhatî pêk bînin. Di encamê de civakeke Afganistanê ya jihevdeketî û nikare xwe dewam bike di nava şîddeta çavkorî ya ti prensîba wê nîne û çavsorbûyî de heye.
Ji bilî têgîn û teoriya neteweya demokratîk ti zêhniyet û îrade nîne ku van koman ji nû ve bi rêkûpêk bike û bigihîne azadî û jiyaneke demokratîk. Pirsgirêkên civakî heta bi awayekî zêhnî ji hev neyên derxistin, bi awayê avabûnê çareser nabin. Zêhniyeta neteweya demokratîk ji Asya Navîn heta bi Hindistanê ji bo gel û çandên gelekî cihêreng çarçoveya yekparebûnê ya herî baş pêk tîne. Jixwe gel û çandên li van mekanan tevahiya dîrokê li bin banên siyasî yên hevpar ên mîna konfederal û împaratoriyan mane, îdeal jî nebe, bi vî awayî hebûn û xweseriyên xwe karîbûne biparêzin.
Milletperestî çi bi awayekî laîk û çi bi awayekî dînperestî bibe, heta zêhniyeta dewleta netewe dewam bike, bivênevê civak ê bêhtir ji hev de bikevin û li dijî hev şer bikin. Wê Îslamiyeta îddîa dikin ku gelekî pêve girêdayî ne jî weke îdeolojiyeke terorê pêşkêş dikin û bi vî awayî vê rêûresmê jî gelekî neyênî dikin. Yekîtiyên neteweyî yên demokratîk çi qasî ku ji bo Îranê, divê ewqasî ji bo van cografyayên berfireh pêşî herêmî û bi wê re di zikhev de li nava Rojhilata Navîn bêne pêkanîn. Dewletên netewe yên mîna Pakistanê ji niha ve gelekî ji hev de dikevin û alternatîfa vê ya herî di cih de projeyeke Yekîtiya Neteweyî ya Demokratîk a li nava Rojhilata Navîn e.
ÇARESERIYA NETEWEYA DEMOKRATÎK Û RÊBAZÊN KONFEDERAL
Li Iraqê li şûna dewleteke netewe bi sê yan hê bêhtir dewletên netewe, li Filistînê ji niha ve bi sê dewletan, li Afganistanê bi qasî hejmara eşîran bi dewletokan hewl didin pirsgirêkan çareser bikin. Jixwe elîtên desthilatdarî û dewletê têra xwe bûne bar û li van ên nû bêne zêdekirin, wê ev bi tenê zordestî û mêtinkariyê zêdetir bike û ji vê pêve encameke din dernaxe holê. Ev jî tê wê maneyê pirsgirêkên civakî û şer ê zêde bibin. Şoreşa Kurdistanê çareseriya neteweya demokratîk bi rêveberiyên konfederal û avakirina otorîteya demokratîk bi sazî bike, ev model ê girêkên kor ên desthilatdariya hezarê salan a Rojhilata Navîn û nexweşiyên wê yên dewletdariyê karibe çareser bike û rê li ber veguherînên bi kok veke. Tişta ku çand û gelên Rojhilata Navîn pirr hewcedarî wê ne, otorîteya demokratîk e. Ji bilî vê, ceribandina hêzê û pêngavên çareseriyê yên xwe disipêrin erka dewletê, çawa ku me di mînakên wan ên heta niha ceribandî de dîtine, wê rê li ber jiyanekê vekin ku di bin pirsgirêkên giran ên civakî de bimîne.
Hegemonya Rojavayî kengî nikarîbû xwe li herêmê bi sazî bike, bi kêmanî bi dewletên netewe yên mînîmalîst karîbû bi sîstema xwe ve girê bide. Di vê qonaxê de ku em gihiştinê, vê rêbazê îflas kiriye, têk çûye. Saziyên di asta neteweya demokratîk de ku Şoreşa Kurdistanê wê wan pêk bîne û ava bike, wê karibin vê rêûresmê berevajî bigerînin. Li ser bingehê çandên hevpar ên di dîrokê de hatine parvekirin Şoreşa Kurdistanê wê karibe Yekîtiya Neteweyên Demokratîk pêk bîne. Divê mirov hêmanên demokratîk ên çanda Rojhilata Navîn piçûk nebîne. Kevneşopiyên qebîle û eşîrê yên hê jî bi hêz in, rêûresmên dînî û cemaetî bi pîvan û saziyên netewebûyîna demokratîk re bi yek bin, pêkan e ku bibin hêza demokrasiyê. Divê mirov ji bîr neke ku desthilatdariya despotîk çiqasî ya bikaranînê be, bi kêmanî ewqasî jî pêdivî bi hewcedariya bi demokrasiyê heye û dikare pêk bê. Li her devera desthilatdarî bi hêz be li wir hêza potansiyel a demokrasiyê jî mezin e. Pirr eşkere derketiye holê, Rojhilata Navîn bi têgihiştinên heyî yên netewe û desthilatdariyê bi rêve naçe.
ÇARESERÎ: YEKÎTIYA NETEWEYA DEMOKRATÎK
Ji bo çareserkirina pirsgirêkên neteweyî û herêmî ji niha ve divê ban û sîwana Yekîtiya Neteweyên Demokratîk bi lez bê avakirin. Li ber çavan e, ti dewlet bi tena serê xwe nikare bi pirsgirêkên mezin dibin serî derxe, lewma yên xwe nedin ber yekîtiyê û jê birevin, bêîddîa ne, û ev helwest bi xwe bi çaresernekirinê re yek e. Mirov nikare dewletbûyîna netewe ya Kurdistanê (li ser navê Kurdan) weke pêşketineke şoreşgerî binirxîne. Bi tenê wê li pirsgirêkên giran ên herêmê yeke din bê zêdekirin. Dewleta netewe ya Kurd a li Iraqê tê ceribandin, eger bi netewebûyîna demokratîk dor lê bê girtin û mirov karibe wê weke yêdekeke lihevhatinê ya pêvajoyê bihêle, hingê dikare li Kurdistanê û li nava Rojhilata Navîn bi roleke erênî rabe. Yan na divê mirov li bendê be ku rê veke li ber pirsgirêkên ji problematîka Îsraîl û Filistînê girantir.
Çareseriya modela neteweya demokratîk ferz dike, ne înkara dewletên netewe ye, bi çareseriya destûra bingehîn a demokratîk ve girêdayîmayîna wan ferz dike. Li Ewrûpaya Rojava zewaca dewlet û demokrasiyê yekane modela çareseriyê nîne. Berevajî, modelek e ku pirsgirêkên wê gelek in, û çareseriya van pirsgirêkan paşve dixe. Li Rojhilata Navîn modela ku divê bê ceribandin, çareseriya destûra bingehîn a demokratîk e; hebûn û xweseriya neteweya dewletê û neteweya demokratîk dike bingeha xwe. Ji bilî vê, modelên yekîtiyê yên derkevin holê wê ji Konferansa Îslamê û Yekîtiya Ereban (divê mirov Konseya Dewletên Tirkî jî li vê zêde bike) wêdetir neçin. Neteweyên li hundir bi sîstema destûra bingehîn a demokratîk ve girêdayî (li vir mabest ji netewe ew e, neteweya dewletê û neteweya demokratîk li hev dikin û ji vê netewe yan jî neteweya neteweyan pêk tê), di nava xwe de Yekîtiya Neteweyên Demokratîk pêk bînin, bêguman ev ê pêşketineke mezin be. Ev yek wê bi tenê aştiyeke mayînde pêk neyîne, bi yekîtiya girseyên bi tevahî ji bêkariyê xilasbûyî, û îndustriya ekolojîk û ekonomiya kominal wê bê maneya berhemdariyeke ekonomîk û Ronesanseke çandî jî.
Di vê serdema teknolojî û agahiya heyî de ti kes nikare bêkarî, ekonomiya bêber û jiyana çandî ya hêvî jê nayê kirin weke çarenûsekê bibîne. Yên ku wisa bibînin an ji aliyê îdeolojîk ve çavên wan kor bûne yan jî bi hegemonya îdeolojîk a sîstemê radibin û rûdinên. Rojhilata Navîn, bi tenê li bin banê Yekîtiya Neteweyên Demokratîk dikare rola xwe ya gerdûnî ya di dîrokê de gelekî dirêj ajotiye bigire destê xwe û pê rabe. Çawa ku ez timî dibêjim, Kurd mîna rola xwe ya di dema şeveqa şaristaniyan de pê rabûn vê carê li ser bingehê şaristaniya demokratîk dikarin bi roleke bi heman rengî rabin. Potansiyela Şoreşa Kurdistanê û çareseriya neteweya demokratîk a Kurd ji bo vê her cure hêza (fizîkî û entelektuel a) pêdivî pê heye bi zêdeyî pêşkêş dike. Şoreşa Kurdistanê ji her demê bêhtir Şoreşeke Rojhilata Navîn e. Netewebûyîna demokratîk a Kurd jî Yekîtiya Neteweyên Demokratîk a Rojhilata Navîn e.
Hingê Şoreşa Kurdistanê wê bi Yekîtiya Neteweyên Demokratîk ên Rojhilata Navîn gerdûnî bibe. Gelek yekeyên dewleta netewe yên modernîteya kapîtalîst weke Neteweyên Yekbûyî û gelek yekîtiyên herêmî (yekîtiyên dewleta netewe yên li Ewrûpa, Asya, Emerîka û Efrîkayê), ji roja hatine avakirin heta niha ji ti pirsgirêka herêmî û global re çare nedîtine. Ji ber ku dewleta netewe ji aliyê binyewî ve xetimiye û bi sedema kapasîteya wê ya ku pirsgirêkan mezin dike û wan paşve dixe, yekeyên Neteweyên Yekbûyî û yekîtiyên herêmî yên bi vî rengî jî di heman rewşê de ne.
YEKÎTIYÊN NETEWEYÎ YÊN DEMOKRATÎK ÊN HERÊMÎ
Li şûna van mînakên têkçûyî avakirina yekîtiyên nû û yekeyên ji yekeyên dewleta netewe bihurî pêdiviyek e ku divê dereng neyê xistin. Herçend pêdivî bi Yekîtiyên Neteweyî yên Demokratîk ên Herêmî heye, wekî din bi awayekî lezgîn pêdivî heye ku li şûna Neteweyên Yekbûyî, Yekîtiya Neteweyên Demokratîk a Dinyayê bê pêkanîn. Ev yekîtiya ji dewletên netewe bihurî wê ji yekeyên neteweyî yên demokratîk pêk bê. Em çi herêmî, em çi global bifikirin, Yekîtiya Neteweyên Demokratîk ne bi tenê ji yekeyên dewletê, divê bi tevlîbûna rêxistinên civaka sivîl pêk bê. Aştiya dinyayê bi dewletên netewe yên ku çavkaniya şer in, pêk nayê. Di heman demê de bi saziyên modernîteyê yên ku çavkaniya krîzan in, xweşhalî çênabe. Mînakên heyî têra xwe vê rastiyê piştrast dikin. Çawa ku aştiya dinyayê bi neteweyên demokratîk dibe, pêdiviyên bingehîn û mafê xebatê yê gelên dinyayê jî ne bi yekdestdariyên fînansê yên li pey kara har û çavsorî diçin, lê bi yekîtiyên îndustriyê yên ekolojîk, ekonomiya ekolojîk û kominal dibe yên ku xebatê weke azadî dihesibînin û vê xebatê ji bo her kesî dixwazin.
Ji pirtûka Rêber Apo ya bi navê Manîfestoya Neteweya Demokratîk hatiye berhevkirin.