Divê rastiya Barzanî baş were fêmkirin

Rewşa Barzaniyan li holê ye. Çavê kor jî dikare bibîne, mejiyê ku naxebite jî dikare bizane, yanî rewş ewqasî vekirî ye ku Barzanî heta qirika xwe di nava hevkarî û xiyanetê de ne.

NIRXANDINA LI SER BARZANIYAN

Rojname û TV’yên ku van nivîsên me diweşînin û dixwînin jî di nav de, em malperên rojnameyan û TV’yan dişopînin. Jin û mêr, gelek mirov li ser êrişa dagirkeriyê û îlhaqê ya ku faşîzma AKP-MHP’ê li ser Metîna û Zapê daye destpêkirin, dinivîsin û diaxivin. Bêguman heta jê tê li ber êrişên dagirkeriyê radibin û pesnê berxwedan û lehengiya gerîlayên PKK’ê didin. Diyar e ku hemû jî welatparêz in û dixwazin xaka Kurdistanê azad bibe. Ne pêkan e ku mirov ji vê yekê gumanan bike.

Dîsa di vê demê de, kesên dinivîsin û diaxivin hemû jî bivê nevê li ser siyaseta PDK’ê û helwesta Barzaniyan neçar dimînin ku tiştekî bibêjin. Ji ber ku heta helwesta Barzaniyan neyê fêhmkirin, ne pêkan e ku mirov qala dagirkerî û îlhaqa heyî bike. Ji ber ku li ser navê dagirkerî û îlhaqê, her tişt bi destûr, xwestek, alîkarî û hevkariya Barzaniyan tê kirin. Lewma fêhmkirina helwesta Barzaniyan, tê wateya îfadekirina nuqteya esas.

Bê guman mirov rêzdar û baldar in, hema rasterast çi ji devê wan derdikeve neaxivin û nanivîsin. Bi taybetî mirovên ku di TV û rojnameyên nivîsên me diweşînin de dixebitin, têkildarî vê yekê gelekî baldar in. Gotin û hevokan di hilbijêrin û bi vî rengî bi cih dikin. Di vê çarçoveyê de hinek, helwesta Barzaniyan bi eşkere weke hevkarî û xiyanetê pênase dikin û bi rengekî zelal mehkûm dikin; Hejmareke ne kêm a mirovan neçar dimînin ku bi gelek hewldanan mebest û armanca xwe vebêjin.

Kesên wisa çi dikin û çawa dikin? Mînak, ji herî sivik diyar dikin ku ‘ew rewşa rast a Barzaniyan fêm nakin’. Yanî îfade dikin ku Barzanî îdeolojî û stratejiya faşîzma AKP-MHP’ê ya ji bo qirkirina Kurdan, nizanin û fêm nekirine. Hinek jî hewl didin bêjin, ‘di nava xwexapandinê de ne’. Tê dîtin ku hin kes jî dibêjin, ‘ne bi xwestek, lê bi mecburî vê yekê dikin’. Hin kes jî hene dibêjin, ‘di nava xefletê de ne’. Bi kurtasî hemû kesên wisa, pir bi tolerans nêz dibin ku hema bêje hin kes hene xwe sûcdar dikin. Herhal difikirin ku ‘gelo me çima rastî fêrî van nekir’. Gelek kes jî hewl didin ku di serî de PKK’ê, YNK’ê yan jî rêxistineke din a Kurd bikin hevkarê vî karî û nêrîn diyar bikin. 

Lê belê rastî eşkere ye, mîna rokê zelal e. Rewşa Barzaniyan bi eşkere li holê ye. Çavê kor jî dikare bibîne, mejiyê ku naxebite jî dikare bizane, yanî rewş ewqasî vekirî ye ku Barzanî heta qirika xwe di nava hevkarî û xiyanetê de ne. Ji bo berjewendî û ewlehiya xwe bi eşkere xaka eşîrên din difiroşin dewleta Tirk. Bi hikûmeta AKP-MHP’ê ya faşîst re, ji bo tunekirina PKK’ê li hev kirine û tifaq çêkirine. Ne tenê PKK’ê jî, di rastiyê de naxwazin ti Kurd, rêxistin û partiya ku guh nede Barzanî, bihêlin. PDK di nava xwe de jî, li dijî rêxistinên din ên Kurd û li dijî gel jî tam despotîzmekê pêk tîne. Bi taybetî jî li ser jinan sîstema koletiyê ya herî giran, ferz dikin.

Evane hemû bi eşkere li holê ne, vêca çima gelek mirovên ku ji xwe re dibêjin welatparêz, ev qas tolerans nas dikin? Ji ber ku têkoşîna Barzaniyan, weke têkoşîna azadiya netewa Kurd tê hesibandin. Lîdertiyeke neteweyî bexşî Barzanî tê kirin ku qet jî heq nake. Bi dehan salin bi hevkariya hêzên cur be cur, feraseteke bi vî rengî hatiye afirandin û hewl hatiye dayîn ku li ser welatparêziya Kurd bê serwerkirin. Mirov wisa dizanin. Ji ber welatparêziya xwe, hema bêje xiyaneta vekirî jî ji nedîtî ve tên û helwesteke sivik nîşan didin. Ji ber ku li dora navê Barzanî, hema bêje pûtperestî hatiye avakirin.

Baş e kê û çawa ev rewş ava kirine? Pir eşkere ye ku hêzên sermayedar yên cîhanî ev rewş ava kirine û dîsa ew hêz in ku li ser Kurdistanê qirkirinê û talanê pêk tînin. Bo nimûne em dikarin mînakên weke Îngilîstan û dewleta Tirk bidin. Ev hêz ji bo têkbirina zîhniyeta civaka Kurd ya ku dixwazin tune bikin, bi zanebûnî ev rewş ava kirine. Helbet rê û rêbazên ku vê yekê empozeyî civakê bikin, bi awayekî hostayane pêş xistine. Bo nimûne gora serokên têkoşînê yên Kurd yên ku di sedsalên 19 û 20’emîn de hatine îdamkirin jî ji bo ku di nava civakê de werin jibîrkirin, hatine veşartin. Her wiha ev 26 sal in li dijî Rêber Apo tecrîdeke giran heye ku bi vê yekê dixwazin êrîşeke îmhayê pêk bînin û hema bibêje dibin asteng ku peyveke Rêber Apo negihîje gel. Helbet gelek mirov jî bêyî ku vê rastiyê bi awayekî tam fêm bikin, li ser navê ‘sekn û xebata welatparêziyê’ bûne amûrên vê yekê. 

Xuya ye yên ku pê nizanin, fêhm nakin, hatine xapandin, neçar mane û di nava xefletê de ne, ne Barzanî ne, ew kes in ku dibêjin Barzanî ne bi vî rengî ne. Lê belê Barzanî baş dizanin ku bê ka çi dikin û her tiştê ku dikin bi zanebûnî dikin. A rastî rastiya Barzaniyan ev e û tiştên ku îro li Zap û Metînayê diqewimin jî rastiya Barzaniyan derdixînin holê. Rastfêmkirina rastiya Barzaniyan tam jî ev e. 

Gelo ji dehan yêkê kiryarên ku îro Barzanî dikin ger ji aliyê rêxistin û rêveberiyeke din a Kurdan ve bihata kirin, wê çi bihata serê wan? Yên ku îro hewl didin hevkarî û xiyaneta Barzaniyan veşêrin, dê wê demê çi bibêjin û bikin? Bo nimûne YNK’ê yan jî PKK’ê helwesteke nêzî vê yekê nîşan bidana, wê çi anîbûna li serê wan? Lê belê ger hûn bi awayekî baş bala xwe bidinê, ji bo PDK û Barzaniyan heman helwest nayê nîşandan û hevkarî û xiyaneta Barzaniyan bi awayekî eşkere nayê cezakirin. Bi awayekî eşkere tirseke navxweyî heye. Bila şaş neyê fêmkirin ku em nabêjin bila xetayên YNK û PKK’ê werin tolerekirin. Berovajî wê yekê em dixwazin ku li hemberî hevkarî û xiyaneta Barzaniyan bi wêrektî û bi awayekî eşkere helwesteke welatparêziyê were nîşandan. Yanî em dibêjin ku xeta hevkarî û xiyanet ya kîjan aliyî jî be divê bêyî dudilî û ferq û cudahiyê li hemberî wan sekneke şoreşgerî û welatparêziyê nîşan bidin.

Nêzîkatî û helwesta hevkarî û îxanetê ya Barzaniyan ku tê nirxandin, jixwe cara ewil dernakeve holê. Dîroka wan jî di vî alî de gelekî qirêj e. Em ê niha li ser helwesta wan a bi guman a li Mahabatê tiştek nebêjin. Piştre, em diyar bikin ku PDK'ê rewşenbîrên Silêmaniyê bi derbeyê girt. Bûyera ku di sala 1982’yan de bi serê Dr. Şivan û hevrêyên wî de hat tê zanîn. Wekî din tê zanîn ku di sala 1977'an de li Zagros û Botanê çi li YNK'ê kirin. Di sala 1982'yan de di dagirkeriya dewleta Îranê ya li ser Rojhilatê Kurdistanê de bûn hêza pêşeng û sereke. Li ser vê bingehê çi bi Abdûrrahman Qasimlo û Şerefkendî hat? Ji sala 1977'an dema qetilkirina Hakî Karer û vir ve di bin navê KUK’ê de li hemberî kadro û sempatîzanên PKK'ê gelek êrîş kirine. Ji havîna 1985'an û vir ve bi artêşa Tirk re bûne yek û li dijî Gerîlayê Azadiya Kurdistanê bê navber êrîş dikin! Êrîşên salên 1992, 1995 û 1997'an bi giştî tê zanîn. Her kes dizane ku di Cotmeha sala 1997'an de tankên Tirk xistin nava her devera Başûrê Kurdistanê. Dîsa her kes rola wan a di êrîşa komploya navneteweyî ya li ser Rêber Apo de dizane.

Helbet ya girîng ne ew e ku ev bûyerên pêk hatî bêne rêzkirin, ji bo ku rewşên bi vî rengî carek din neyê jiyîn, pêşî girtine. Lê belê mixabin nehat asteng kirin. Bi rastî jî Barzanî eger serokê netewî bûna û li şûna her tiştî ji bo berjewendiyên xwe yên kesayetî û malbatî firotane, wê ji bo azadiya Kurdistanê hewl dabana yekîtiyeke niştimanperwerî ava bikirana, wê demê pirsgirêka Kurd wê ji berê ve bigihaya çareseriyek siyasî û demokratîk. Heta ev çareserî wê li her çar aliyê Kurdistanê pêk bihataya. Eger di sala 1982'yan de li ser hewldanên mezin a PKK’ê yên ji bo yekîtiya demokratîk girêdayî mabana, wê di destpêka salên 1990'î de Tevgera Rizgariya Neteweyî ya Kurdistanê serketineke temam bi dest bixista. Dîsa eger Barzaniyan bi awayekî welatparêzî tevbigeriyana, Başûr ewçend parçebûyî nedibû, komploya navneteweyî pêk nedihat û çareseriya demokratîk a pirsgirêka Kurd wê ji zû ve pêk bihata.

Wê demê em xwe nexapînin, em ji bo hestên xwe yên netewî bi bin nekevin, em bi ser rastiya dîrokî û ya roja îro negirin, rastiya Barzaniyan bi awayekî baş fêmkirin, bi şikandina pûtê Barzanî ya di nav me de avabûye, hişmendiya welatparêziya xwe xurtir bikin û li dijî xiyaneta hevkar yekîtiya welatparêziya Kurd ava bikin!

Çavkanî: Yenî Ozgur polîtîka