Divê gelê Kurd serketineke dîrokî binivîse
Ev dagirkirina îro ya faşîzma Tirk, şerekî bi temamî eşkere ye ji bo jinavbirina gelê Kurd. Çareseriya derdê me ne koçkirin e û ne jî bêdengî û xwekêmdîtin e.
Ev dagirkirina îro ya faşîzma Tirk, şerekî bi temamî eşkere ye ji bo jinavbirina gelê Kurd. Çareseriya derdê me ne koçkirin e û ne jî bêdengî û xwekêmdîtin e.
Çi gur min bixwe çi siwar!
Siwarekî berxek ji guran stand
Bi xwe serî jê kir, goştê wî biraşt!
Çizeçiza goşt digot bi bang û hawar
Çi gur min bixwe çi siwar!
Hêza hizr û ramanê û her wiha serpêhatiyên dîrokî yên her gelekî heta asteke zêde girêdayî çîrok û destan û gotinên wî yên pêşiyan in. Carinan bikaranîn û rengvedana wan gotinên pêşiyan û çîrokan digihêje astekê ku wek gotinên pîroz tên dîtin; ji ber ku serpêhatiya berdewam a gelek nifşan e ku ew qas caran li ser wan dubare û dubare bûye, ders jê wergirtine û sîng bi sîng xistine nav hemû jiyana xwe û bi çend peyvan û li kêleka hev neqişandine û wek erkeke exlaqî ji bo nifş û neviyên xwe hiştine da ku her dema ku li ser karekî dudil bûn û nezanîn çawa çareser bikin, wan bikin rêbera jiyana xwe. Lê belê giranî û bilindiya wan gotin û destanan wê demê derdikeve ku beriya ku karesat rû bide, sûd ji wan tê wergirtin, eger na piştî ku çerm bi avê de biçe, çi sûda wan namîne! Carinan naveroka wan gotinan erênî ye, carinan jî neyînî ye.
Gelê Kurd jî wek gelên din ên vê dinyayê xwedî gelek gotinên xwe yên pêşiyan û serpêhatiyan e ku li gorî dem û cih tên bîra wan û dibêjin pêşiyên me wiha gotiye. “Çi gur min bixwe çi siwar” jî gotineke Kurdî ye ku dema ku mirov ji karekî bê hêvî dimîne û hebûn û nebûna wî karî li cem mirov wekî hev e û mirov xwe mexdûr dibîne, bi kar tîne. Bo nimûne niha ku başûrê Kurdistanê bi destê dewleta Tirk a dagirker hatiye dagirkirin, beşek ji gel ji ber zext û çewisandina malbata Barzanî amade ye ku dewleta Tirk ku dijminê Kurdan ê herî mezin e, were û welatê wan dagir bike bi wî şertî ku malbata Barzanî li ser desthilatê nemîne.
Berê jî gelê Başûr piştî ew qas şer û qurbanî dan û fedakariyê, poşman bûye û mixabin hesreta rejîma kirêt a Sedam dike ku bi hezaran Kurd qir kirin. Ev awayê fikirînê heta asteke zêde li rojhilatê Kurdistanê jî tê dîtin ku gel li benda hêzeke biyanî ya wekî Amerîka û Îsraîlê ye ku were û wan rizgar bike! Çi tiştek di dîrok û mêjiyê Kurdan de maye ku xwe ew qas bêdesthilat û bêçare û layiqî mirinê dibînin?! Rast e di dîroka Kurdan de gelek serhildan û berxwedanên mezin çêbûne, lê divê bi têkçûna her serhildanekê gel baweriya xwe ji dest nede. Eger em li hemû welatên cîhanê binêrin, ji bo parastina xwe her dem û her gavê di nava şerekî bêdawî de ne. Dinyaya makro bi giştî û xweza bi taybetî di nava şer û guherîneke bêdawî de ye. Hetta di bedena me her kesî de ji bo mayînê heman şer heye. Baş e çima Kurd ji diyalektîka gerdûnî direvin?
Eger em nikarin şer bikin, çima bi dirêjahiya dîrokê desthilatdaran wek çêtirîn şervan em li pêş leşkerên xwe danîne? Eger axa me ne bi bereket be û em jê koç dikin, çima tevahiya dinyayê çavên xwe berdane wê? Gotineke Rêber Apo heye ku dibêje “Kurdbûn tal e û revîn jê nemerdî ye.” Diyar e li dinyayê tu kes - çi di nav Kurdan de û çi li dinyayê - bi qasî Rêber Apo sosyolojî û psîkolojiya Kurdan şîrove nekiriye û rastiya Kurdan baş analîz nekiriye. “Kurdbûn tal e” bi awayekî heman “Çi gur min bixwe çi siwar” e, lê di rastiya Kurdê azad de dîrokeke mirovî, exlaq û çandê xwe veşartiye ku îro sîstema hîyerarşîk a baviksalar bi bêrehmtirîn awayî tev digere û hewl dide wan ji holê rake.
Îro ne tenê gelê her çar parçeyên Kurdistanê, lê tevahiya cîhanê jî dizane artêşa Tirk a dagirker ne ji bo PKK, lê belê ji bo dagirkirina axa Başûr û bêbandorkirina şoreşa Kurdistanê bi giştî û jinavbirina destkeftiyên gelê Kurd hatiye Başûr. Ji bilî operasyonên leşkerî hin amadekariyên wekî kişandina elektrîkê û çêkirina rêyan ji bo bazirganiyê û damezrandina baregehên leşkerî li Başûr vê yekê nîşan dide. Medyaya Tirk bi awayekî bê şerm dibêje Hewlêr bajarê Tirkan e û xwe wek xwediyê peymana Mîsaqa Milî nîşan didin. Ragihandin û medyaya başûrê Kurdistanê jî - wekî medyayeke biyanî - li wan cihên ku hatine dagirkirin êrişên hovane yên dewleta Tirk a dagirker bîst û çar saetan dike nûçe û rapor. Tu dibêjî qey ne Kurdistan e, faşîzma Tirk rewa nîşan didin. Şewitandina baxçe û rez û ajal û jîngehê û qurbanîbûn û valakirina gundan dixin stûyê PKK'ê da ku bi firotina jiyana xwe ya îro çend quruşan ji dagirkerên ax û ava xwe pars bikin.
Ev dagirkirina îro ya faşîzma Tirk, şerekî bi temamî eşkere ye ji bo jinavbirina gelê Kurd. Çareseriya derdê me ne koçkirin e û ne jî bêdengî û xwekêmdîtin e; ne rawestan e li cihê xwe da ku em bizanin bê ka “ba ji ku ve tê, em ji wî aliyî ve genimê xwe bidin ber”. Ev yek xapandin e û bes.
Divê em bizanin ku îro her gerîlayekî Apoyî nûnertiya rastîn a Kurdê azad dike ku tenê pişta xwe bi xwe û gelê xwe ve girê dide û li dijî dijminên welêt disekine. Îro erka ser milê her takekî Kurd e ku bi piştgirîkirina gerîlayan û bi dirûşmeya “Yan serkeftin yan serkeftin”ê em serkeftineke dîrokî binivîsin.