Li Başûr kêr êdî gihîştiye hestî!

Li Başûrê Kurdistanê kevneşopiya nokeriyê xera nabe û li gel dewleta Tirk xiyaneta li gelê Kurd dewam dike.

DAGIRKERÎ Û XIYANET

PDK ku li gel polîtîkaya derve ya Tirk tevdigere di berdêla ku pêşketina şoreşgerî ya li Kurdistanê têk bibe, xwe bi emperyalîzmê da qebûlkirin, hewl da hebûna xwe li ser xiyanetê ava bike. Di sala 1992'an de li dijî PKK'ê şer dikir, ji ber ku PKK'ê polîtîkayên herêmî yên emperyalîzmê xera kiribû. Dîroka Kurdan ku bi qasî berxwedanê xiyanet jî di nav de zêde ye, Kurd careke din bi polîtîkaya qirkirina hev re rû bi rû hatin hiştin. Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ku li hemberî dîroka Kurdan xwe berpirsyar dît û Tevgera Azadiyê ya Kurd ev şer rawestandin beriya ku veguhere qirkirinê. Rêbaza Apoyî ku her carê xefikên dijmin xera kir, tevî şerê giran her wiha hevdîtin û têkilî jî timî dewam kir, li dijî noker û xiyanetê jî têkoşiya. Lê belê yên ku hîmên xwe yên damezrandinê li ser bingeha xiyanetê danîn, ji serxwebûnê tirsiyan û ev tirsa wan niha wan dikişîne nava çiravê. Rewşa heyî êdî ji xiyanetê jî derbas kiriye, veguheriye dewletokeke xulam. Nokerên ku keleha Hewlêrê bi ala Tirkan boyax kirin, rê didin tankên Tirkan, li pêşiya Amediyê peyama 'Hûn bi xêr hatin Tirkiyeyê' didin gel.

JI BO XELKÊ BAŞÛR DEMA SERÎHILDANÊ YE

Li dijî hewldanên dagirkeriyê hêrs û nerazîbûna xelkê Başûr heye lê belê ev yek venaguhere hêzeke rêxistinî û raperînê.

Şert û merc nîşan didin ku Başûrî gelekî welê ye ku bêtirs serî hilde. Gelo wê ji jidestdana xaka xwe bitirsin? Ji xwe zordar wan ji gundên wan dikin, li Hewlêrê li şûna ala Kurdistanê ala Tirk dadiliqînin. Li ezmanên wan balafirên şer ên Tirk digerin, bêhna madeyên kîmyewî û TNT'ê yên Tirkan ji hewaya wan tê. Li bajarên wan ji fîrmayên Kurdan bêhtir fîrmayên Tirk hene. Ji pêşmergeyan bêhtir endamên MÎT'ê li nava kolanên wan digerin. Bi kurtasî tişta ku herî zêde divê jê bitirsin bi serê wan hatiye. Kêr zûdeyî gihîştiye hestî. Ji bo xelkê Başûr êdî dema serîhildanê hatiye.

Rêveberiya PDK'ê ji ber ku bêyî xwe bispêre Iraq, Tirkiye, Îran û hêzên emperyalîst nikarin sekneke serbixwe nîşan bide, helwesteke azadîparêz û serbixwe jî nikare temsîl bike. Jê heye ku bi têkiliya bi hêza hêrî mêtinger a li herêmê dikare li ser piyan bimîne. Ji ber ku nikare PKK'ê bikişîne ser xeta xiyaneta xwe,, hîn bêhtir bûye dijmin. Her roj alîkariyê dide generalên şer ên Tirk ku ewladên gelê Kurd bi çekên kîmyewî qetil bikin.

Gerîlayên azadiyê jî bi hêza xwe, bi pratîka xwe ya şer nîşanî her kesî dide ku şer çawa dikare bê biserxistin.