Xwedîderketina li nasnameyê mirovbûnê: 14'ê Tîrmehê

Kî û çawa dijberiya PKK'ê bike, ew di rastiyê de dijberiya jin û mirovê azad û civaka exlaqî dike. Sedem çi dibe bila bibe, dijberiya PKK'ê, dijberiya mirovbûn û mirovahiya azad e.

PKK partiya şehîdan e û şehîd jî xwediyên rastîn ên vî welatî ne. Rêber Apo dibêje, “Ji bo ku ez xwedîderketineke rast û dirust li şehîdan û rêya wan bikim, ez hewl didim ku rêbertiyeke baş bikim û armancên wan bigihînim serkeftinê. Xwedîderketina rastîn a li şehîdan jî domandina rê û armancên wan e, ev jî tenê bi serkeftinê dikare were pratîkkirin û misoger bibe.”

Di sala 1980'î de li bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê darbeyeke leşkerî çêbû. Ew darbe jî li dijî Kurdan, xeta Îslamî û  tevgera çep çêbû. Ev jî tenê ji ber wê yekê bû ku van her sê xetan li dijî sîstema modernîteya kapîtalîst li ber xwe dida û stûyê xwe li ber sîstemê xwar nedikirin. Bi heman awayî li Îranê di sala 1979'an de Şoreşa Gelan a Îranê ku paşê wek Şoreşa Îslamî hat guhartin, çêbû. Li wir jî berevajî vê yekê, tevgera çep û neteweparêz û mezhebger û Kurdan li dijî xeta modernîteya kapîtalîst serî hildabû.

Darbeya leşkerî ya 12'ê Îlona 1980'yî û derxistina rewşa awarte û qanûnên leşkerî yên darbeyê, qonaxeke zor û zehmet li bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê bi xwe re anî holê. Bi hezaran şoreşger hatin girtin û di zîndanan de hatin girtin, bi hezaran welatparêz û niştimanperwerî di bin êşkenceyê de canê xwe feda kir, bi hezaran kesî cih û warên xwe hiştin. Bi hezaran gund hatin valakirind û şewitandin û bi hezaran kes hatin qetilkirin. Di wê rewşa wehşet û bêçaretî û bêderfetiyê de, berxwedan û xwedîderketina li nasnameya xwe wek tiştekî nemimkin dihat dîtin, lê di heman demê de di zîndanên Tirkiye û bakurê Kurdistanê de bi taybetî di zîndana Amedê de şehîdên berxwedana neteweyî û rûmetê, şehîd “Kemal Pîr, Mehmet Xeyrî Durmuş, Elî Çîçek û Akîf Yilmaz” dest bi greva birçîbûnê û rojiya mirinê dikin û di zîndanê de dijmin têk dibin. Ji ber ku darbeya leşkerî dixwest norm û karakterên mirovî û civakîbûna takekesan bênaverok bike û wan ji mirovbûnê derxe û wisa bike ku şoreşgerên Tirkiye û Bakurê Kurdistanê û gelê Kurd û Îslamger stûyê xwe xwar bikin. Ji ber vê yekê jî berxwedana şehîdên rûmetê ne tenê israrkirina li ser nasnameyeke partiyekê bû, lê belê di heman demê de israrkirin û xwedîderketin bû li nasnameya mirovbûnê û jiyana azad. Li dijî sepandina bênasnametiyê, di asta herî bilind de xwedîderketin û berxwedaneke dîrokî pêş dikeve.

Zihniyeta dagirker a dewleta Tirk a faşîst dixwest di zîndanan de îradeyê bişikîne. Zîndan wek cihê şikandina îrade û baweriyê û hilweşandina kesayetiyê didît, lê li hemberî vê yekê, şehîdên berxwedana rûmeta neteweyî di zîndana Amedê de vîneke wisa ava kirin ku heta roja îro PKK li ser wê îrade û baweriya ku di kesayetiya şehîdên berxwedana zîndana Amedê de hatiye avakirin, bi rê ve diçe û têkoşîn û berxwedana xwe pêşve dibe û wekî derya û çem pêl û xumxuma wê nasekine û di mercên herî dijwar de, ji bo serkeftin  û pêngaveke nû ya têkoşînê di qada rêxistinî, leşkerî, siyasî û dîplomatîk û peywendiyan de biçûktirîn derfetê wek deriyekî bi kar tîne û guherînên mezin diafirîne. Li ser vê berxwedana dîrokî şoreşa rojavayê Kurdistanê çêbû û li ser heman rê û berxwedana dîrokî rê li ber fermana 74'emîn a li ser gelê me yê Êzidî li Şengalê hat girtin.

Xwedîderketina li nasnameyê PKK'ê, xwedîderketina li nasnameyê mirovbûn û mirovahiyê ye; ji ber ku PKK partiyeke wisa ye ku li ser nirxên mirovbûn, welat, welatparêzî û gel israr dike, sembola berxwedana hezaran salan a sîstema modernîteya demokratîk a gelên Rojhilata Navîn û cîhanê ye. Xeta berxwedana Kurdên azad e ku îro li herêmên Zap û Avaşîn û Garê û Xakûrk û Metîna û Werxelê bi rê ve diçe û rê li ber dagirkeriya dewleta Tirk û faşîzm û despotîzm û dîktatoriya zordar a sîstema kapîtalîst digire.

‘BERXWEDANA DÎROKÎ, SERKEFTINA DÎROKÎ MISOGER DIKE’

Li ser bingeha berxwedana dîrokî ya şehîdên rûmeta neteweyî, pêngavên artêşbûnê û şerê gerîlayî li Kurdistanê bilind dibe û pêngava 15'ê Tebaxê encama wê berxwedana zindanên Bakurê Kurdistanê û bi taybetî ya zindana Amedê bû. Li dijî xeta tesfiyekirinê ya di zindanan de, xeta berxwedanê ya ku şehîd Mazlûm Dogan pêş xist û bi dirûşmeya "Berxwedan jiyan e"yê xetîreya agirê Newrozê bilind kir, bi berxwedana şehîdên rûmeta neteweyî geştir û xurtir dibe û dibe berxwedaneke giştî û civakî. Ew berxwedana zindanê, bi pêngava şerê gerîlayî û bi artêşbûna gerîla re, pêşî li qirkirina gelê Kurd û azadîxwazên Tirkiye û bakurê Kurdistanê girt. Wê berxwedanê hêzeke têkneçûyî û vîneke pola afirand, lewma dibêjin PKK; partiya vînê, bawerî, cesaret û berxwedanê ye di mercên herî zehmet û dijwar ên jiyanê de.

Şehîdên berxwedana zindanê, nirx afirandin. Ew nirx jî bi fedakirina canê xwe afirandin. Lewma PKK partiyeke wisa ye ku di asta herî bilind de xwedîtiyê li nirxên xwe dike û li ser nirxên ku şehîdan afirandine, roj bi roj mezin dibe. Mezinahiya PKK'ê ji ber xwedîderketina wê ya li nasnameya mirovbûn û mirovahiyê ye ku wek pîvan û prensîba xwe ya herî bingehîn hilbijartiye. Ew berxwedana dîrokî niha nûnertiya berxwedana azadî û demokrasî û exlaqî ya azadîxwazan li Kurdistan û Tirkiye û Rojhilata Navîn û cîhanê dike. PKK nûnera rastîn a nirxên hevpar ên gelan û mirovahiya azadîxwaz a birûmet e. Ji ber vê yekê xwedîderketina li PKK'ê, xwedîderketin e li nasnameyê mirovbûn û mirovahiyê di astên herî bilind ên jiyana azad de. Ji bo gelê Kurd jî xwedîderketina li nasnameyê PKK'ê, xwedîderketin e li têkoşîna rizgariya neteweyî-demokratîk; azadîxwaziya gelê Kurd e li dijî xeta teslimiyet û îxanet û tesfiyekar û stûxwariya li hember mentiq û zihniyeta dewleta Tirk a dagirker û faşîst û xeta xiyanetê ya Kurd ya teslîmbûyî.

PKK êdî bûye rastiyek ku nayê înkarkirin, kes nikare wê rastiyê înkar bike û li ber çavan negire. Rastiyeke dîrokî ye ku serkeftina dîrokî afirandiye ku ew jî takekesê azad û civakeke demokratîk û exlaqî ye li ser xeta azadiya jinan. Kî û çawa dijberiya PKK'ê bike, ew di rastiyê de dijberiya jin û mirovê azad û civaka exlaqî dike. Sedem çi dibe bila bibe, dijberiya PKK'ê, dijberiya mirovbûn û mirovahiya azad e.