ÇAND Û HUNER
Hemû Nûçe
-
Li Londrayê konsera 'Stranên çiyê'
Li paytexta Îngîltere Londra li Şanoya Acrola bi navê 'Stranên Çiyê'' konsereke muzîka Kurdî hat lidarxistin. -
TEV-ÇAND'ê li bajarê Lînzê komîsyonên çandê ava kir
TEV-ÇAND'ê li bajarê Lînzê civînek lidar xist û komîsyonên çandê ava kir. -
‘Wêjeya çiya, wêjeya civakekê ye’
Endama Komîteya Wêjeyê ya KCK’ê Nûpelda Engîn girîngî û wateya xebata wêjeya çiyayan, nirxên ku xwe dispêrê û aliyên vê yên ku bi rê ve dibe nirxand û got: “Wêje şêweya vegotina jiyanê ye. -
Ji nivîskarên Îranî piştgiriya berxwedana Kobanê
Nivîskarên Îranî Bahram Rahmanî û Abbas Samakar ku li Swêdê dijîn, bi armanca piştevaniya Şoreşa Rojava û berxwedana Kobanê pirtûk çap kirin û dahata ji vir bi dest xistin jî şandin ji gelê Kobanê re. -
Perwerdeya zimanê dayikê êdî li Taxa Haciahmet e
Komeleya Deyvan, ji 29’ê Adara 2015’an û pê ve li Taxa Haciahmet a Beygolu starta kursa zimanê Kurdî da. -
‘Jiyan Xweş e’ derket pêşberî temaşevanan
Lîstika bi navê ‘Jiyan Xweş e’ ya ji aliyê AvEG-Kon û BEKSAV’ê ve li seranserê Ewropayê hat organîzekirin, derdikeve pêşberî hezkiriyên xwe. -
Bi wesîleya Roja Şano jixweberiya bi Kurdî
Lîstikvanên Şanoya Bajarê Mezin a Amedê, bi pêkanîna promiyera şanoya jixweberî ya bi Kurdî re, 27'ê Adarê Roja Şano ya Cîhanê pîroz kirin. -
Hozanê Sînemî Îwkî Kor jiyana ji xwe dest da
FEDA têkildarî mirina Hozanê gelê Sînemî Kakî Îw-Îwkî Kor daxuyaniyek da û got: “Her tim li rastiyê geriya û bi saza xwe ve rastî vegot.” -
Li Amedê Navenda Çand û perwerdehiya Kedê hat vekirin
Navenda Çand û perwerdehiya Kedê ku di bin banê şaredariya Sûrê ya Amedê de xebatên çandî û perwerdehiyê dimeşîne îro bi merasîmeke bi heybet vebû. -
Şanogerên Kurd: Em bi berdêlan hatin vê rojê û em ê li ber xwe bidin
27’ê Adarê Roja Şanoyê ya Cîhanê li Amedê ji aliyê şanogerên Navenda Çand û Hunerê ya Dîcle-Firatê ya li Amedê, ve hat pîrozkirin. -
‘Roja Şanoyê ya Cîhanê ne tenê roja şanogeran a temaşevanan e jî’
Akademiya Çand û Hunerê ya Şehîd Sefkan 27’ê Adarê Roja Şano ya Cîhanê ku îsal cara 53'an tê pîrozkirin, li çiya silav û pîroz kir. -
Ozan Emekçî: Bi HDP'ê re wê êşên me biqedin
Hunermendê gel Ozan Emekçî destnîşan kir ku HDP ji bo gelên Kurdistan û Tirkiyeyê şenseke mezin e û di serî de Elewî bang li her kesî kir, ku dengê xwe ji bo HDP'ê bikar bînin. -
Xelata Mezin a Hunerê ya Berlînê dan nivîskarê Kurd
Xelata Mezin a Hunerê ku ji sala 1971’ê û vir de ji aliyê Akademiya Hunera Bedew a Berlînê ve tê dayîn îsal hêjayî nivîskarê Kurd Şerko Fettah hat dîtin. -
Sempozyûma di Perwerdeya Zikmakî de Pirzimanî û Hunerê destpê kir
Sempozyûma di Perwerdeya Zikmakî de Pirzimanî û Hunerê” ya bi armanca gotûbêjkirina wêne, sînema û mûzîka Kurdî û parvekirina tecrûbeyan, tê lidarxistin destpê kir. -
Zimanzan Alpay: TDK newekheviyê kûr dike
Zimanzan Necmiye Alpay bertek nîşanî vegotinên nîjadperest û zayendperest yên SZT’ê da û got: “Sazî ji bo îdeolojiyên newekhev bide erêkirin û ji nû ve hilberîne, xebatan dimeşîne.” -
‘Dengê Kobanê’ ji nû ve dest bi weşanê kir
Piştî Şoreşa Rojava Rejîma Baasê ceyran bajar qut kir û ji bo welatiyên Kobanê geşedanan bişopînin "Radyoya Dengê Kobanê" hate vekirin û piştî êrîşên çeteyên DAIŞ'ê radyoyê navbera dabû weşana xwe û radyo ji nû ve dest bi weşanê kir. -
Lîstika propaganda ya Komara Mahabadê ‘Dayika Niştiman’ bû pirtûk
Pirtûka lîstika şanoyê ya ‘Dayika Niştiman’ ku di dema rizgariya Komara Kurd a Mahabadê de hat lîstin, derket. -
Romana ‘Uç Surgun Bir Donuş / Sê sirgûn vegerek’ derket
Romana ‘Uç Surgun Bir Donuş / Sê sirgûn vegerek’ a komkujiyên Kurd, Ermenî û Êzidî kiriye mijar û Lêkolîner-Nivîskar Nîhat Ekîncî nivîsandiye diyar kir dike xwestiye dîroka mazlûman a sedsala dawî bi çîrokeke evînî di hişê mirovan de bi cih bike. -
Pir zimanî wê di her qada jiyanê de hebe
Hevserokê Komeleya Lêkolîn û Pêşvebirina Zimanê Kurdî (Kurdî-Der) Alî Erdemîrcî anî ziman ku vê salê wek pêngavekê dibînin û di serî de di veguhestin û danûstandinê de di her qada jiyanê de wê pir zimaniyê bikin jiyanê. -
SZK’ê 18. dewreya zimanê Kurdî ya Ş. Arîn Mîrxan bi dawî kir
Perwerdeya Saziya Zimanê Kurdî (SZK) a dewreya 18. bi navê Ş. Arîn Mirxan li Herêmên Parastinê yên Medyayê bi tevlîbûna şagirtan û gelek gerîlayan ve bi pîrozbahiyek bi dawî bû. -
BEKSAV bi serketina Kobanê got 'Merhaba'
Piştî demeke dirêj, BEKSAV a got, “Ji nû ve Merheba” 20. salvegera xwe pîroz kir. Şeva bi coş diyarî şervanê MLKP’ê Emre Aslan hat kirin. -
‘Hay Way Zaman-Keçên Dêrsimê yên Winda’ wê li Parlamentoya Îngîltere ye
‘Hay Way Zaman-Keçên Dêrsimê yên Winda’ li Parlamentoya Îngîltere bê nîşandan. -
Hozanê Gel Karî, tevayî dema xwe ji çîrokên Kurdî re vediqetîne
Ezmanî Karî, 45 sal in bi zimanê xwe yê dayikê helbest, çîrok û beytan dinivisîne. Karî ji bo beyt û helbestên extiyar dixwînin winda nebin ji xwe re kiriye wezîfe diyar kir ku bi dijûneke ku ji berbazekî bihîst girîngiya zimanê dayikê fêm kiriye. -
Li Îzmîrê ji bo Kobanê pêşandana fîlm
Wê dahata fîlmê 'Navê te çi ye?' yê li Îzmîrê bê nîşandan wê ji Kobanê re bê şandin. -
Anli: Divê hejmara dibistanên perwerdeya bi Kurdî didin zêde bibin
Hevşaredarê Bajarê Mezin ê Amedê Firat Anli di axaftina xwe ya li resepsiyona salvegera damezrandina Weqfa Mezopotamyayê de diyar kir, ku divê hejmara dibistanên bi Kurdî perwerdeyê didin bên zêdekirin.